Eya Seyda! Em li hember vê beytê tenê dikarin bibêjin Ya Sebûr! Ya Şekûr! Ya Wedûd! Dua û ricayên bisebr û nimêjên xwemilandî lazim in di riya evînê de. Elbet aşiqê hêvîdar di vê oxirê de sadiq be ewê rojek bi cemala Yar dilxweş û dilgeş bibe. Ji cemala Yarê Yaran xweştir tu tiştekî din nîne li her du aleman.
Dilo mizgîn e min şa be ku sultanê me dê bêtin
Ji min bawer ke peyẋamê seher mizgîn bi min pê da
Eya Seydayê delal! Mîzgîna Xwedê li me û we be. Xwedayê me û we yê ku Yarê Yaran e di Kitêba Evînê de emrê me bi hêvîdarî û husnû zennê kiriye. Temmamê qasidên wî ewil beşîr in yanî; mizgînê didin evîndaran da ku her û her hêvîdar bin, ji hub û heskirina Yarê Yaran hêvîya xwe nebirin. Paşê heman qasid nezîr in yanî; temînî li aşiqan dikin da ku bi teqwa û îxlas li ser derdê xwe bilerizin. Û her daîm bi tirs bin da ku ji hub û heskirina Yarê xwe mehrûm nebin.
Şukur bînahiya min hat û Ye’qûb dîde rewşen bû
Bi bûya Yûsifê Misrî li Ken‘anê beser peyda
Eya Seydayê min! Çavê ku di oxira Yar de kor bibe, dilê ku ji bo Yar biperpite û binale, canê ku di oxira Yar de bê fedakirin îlanîhayet dê bigihê Yarê xwe û li Meqamê Seadetê rûne. Yûsûf li Misrê be jî dê ba baskê xwe veke mîqdarek ji bêhna wî hilde bibe bigihîne bajarê Ken’an û çavên Yaqûb lê vegerîne. Dilê hoşiyar û hêvîdar çavên kor jî şiyar dike û digehîne Yar.
Nesîmê sunbul û sêvan seḥer da ḥebs û zîndanê
Vebû qufla me bê mifte ziringînî ji quflê da
Eya Seydayê min! Bi rastî em ehlê vî zemanî ji vî halî ne agahdar in. Ev keşf û keramet xasî çîlekêşên riya Heq, mehbûsên di zîndanê yê bi îxlsa mutleq in. Ma ev îxlas nebû ku hemî teyr, tirud, ba û bager xistibû xizmeta Sûleyman pêxember. Mifteya kilîda hemî muşkîlatan hub û heskirina Yar e ji dil û can. Di vî meqamî de agir dibe, bax û bostan û gulîstana Xelîl ur-Rehman di meqamê îxlasê de.
Firaqê şev bi axir çû sipêde kifş-i bû dîsa
Merîxa neḥsê ava bû xwiya bû roj di şerqê da
Eya Seyda! Êdî ev meqam, meqamê Cemal û hevgihînê ye. Di vî meqamî de aşiq sedeqeta xwe bi dana canê xwe îsbat kiriye. Di vî meqamî de dema tîrojên hevgihîn û cemalê şewq û şemal vedidin êdî mirin û fîraq tev dimirin. Seyra silûkê li vir digihê kemalê. Di vî meqamî de aşiq li Birca Evînê ye. ‘Elameta vî meqamî bi dawîbûna fîraqê û hevgihînê ye. Êdî li vî meqamî fîraq cîhê xwe bi wisletê re diguherîne.
Di çerxê wek nucûm dêmdurr sema hatin qirana yek
Heyîva bedrê bû ew surperî min dî di reqsê da
Eya Seydayê delal! Ku aşiq ji birca ezîyet û fîraqê derket û giha kemalê; êdî di vî meqamî de derîyê dilxweşî û dilgeşîyê lê vedibin. Hûr û xilmanên beheştê govenda wislet û bextewarîyê digerînin. Zewqa temaşaya şewq û şemal û cemala Yar li vî meqamî hedîyeya herî biqedr e li nêk aşiqan. Ne rohnîya heyva çardeşev, ne jî reqs û semaya surrperîyan di vî meqamî de nagihêjin zewqa temaşaya şewq û şemal û cemala Yar.
Ji wadyê Eymenê dilber nizam enguştek îzhar kir
Ku xweş enwar û berq in ew tecella bûn di Tûre da
Eya Seydayê min! Tarîya şevê û birqeşev tenê bi tîrojên ji roja ebedî ku ew jî tecellaya Zatê Mutleq e belav dibin. Îşaret û beşaretên vê jî ewil li Tûrî Sîna ji Mûsa re eyan bûn. Elbet ev eyanîyet jî piştî gelek ezîyet û zehmetiyên di oxira Yar de pêk hat. Fîrqet û fîraqa ji war û welat û hemî mehbûban, Mûsa xistin geşt û gerreke muezzem di oxira Yar de. Paşê di Newala Eymen de, di şeva tarî de îşaretek xwîya bû, Mûsa xwe lê girt û ket rê. Piştî ku nûra Yar teccella kir êdî çiya hilweşî û derîyê bextewarîyê li Mûsa vebû digel yedî Beyza û Asayê bêhempa. Elbet ev nûr, îşaret, beşaret û berq piştî eziyet û hîcreteke dûvdirêj a di oxira Yar de hatin.
Qirana Zuhreyê min dî di ber ‘iqda Sureyyayê
Ji perwînan dibêjim ‘eks e hêj keftî di camê da
Eya Seydayê min! Elbet dîtin û bihîstin ne wek hev in. Ji ber ku nezera we di meqama eşqê de ye hûn çêtir dizanin heqîqet çi ye. Bi qasî ku em dizanin em dikarin bibêjin her hevgihîn, nîmet, dilxweşî û dilşadî eks û teyyisînin ji tîrojên nûra Yarê Yaran. Her wiha nûr û ronahîya ku di hengama hevgihîna Sitêrka Zuhre û Sureyya de peyda dibin jî eks û teyyisînin ku li ehlê eşqê eyan dibin di cama eşqê de. Xeyr ji vê em nikarın tiştekî din bibêjin. Em li ku meqama eşqê qiran/hevgihîna Zuhre û Sureyya ye li kû…
Ḥebîbê ‘ezmê suḥbet kir di caman lew şerab anî
Dilê min dî du seyyadan ji buryan ra berî wê da
Eya Seyda! Eger însan di îmtîhana evîna Yar de muwafiq bibe, piştî cewr û cefayê elbet zewq û sefa digel gelek îkramên Îlahî ên wek şeraba ebedî li dû ne. Dema ku hebîb baş têgîha yarê wî di evîna xwe de rast û sadiq e dê bi erênî li muxatabê xwe vegere. Digel gelek hedîye û nîmetan dê ezma suhbeteke xweş û geş bike digel wî. Ev qaîde hem di evîna beşerî de hem jî di evîna Îlahî de carî ye. Tenê yek şertek xwe heye: ew jî sedeqet û tehhemmûla cewr û cefa ye di oxira yar de. Lê di vê rê yê de ewil lazim e dil bibe buryan, biperite di oxira yar de û ji îmtîhana cewr û cefayê bi serfirazî derbas bibe.
Bi tûlên asitanî ra vexwend im mîr bi dergahê
Bi vî çavî ḥebîb dîtim şukur ev şefqe Mewlê da
Eya Seyda! Bi rastî di vê jîna derewîn de meqamê herî payeberz ew meqam e ku ebd ûbûdîyetê di wî meqamî de pêk tîne, di nimêj û hemî îbadetên xwe de wek ebdek aciz ji Xaliq re diçe secdeyê. Meqam û zemanê ku Xwedê ebdê xwe muxatab digire, qîmetê didiyê meqama secdeyê ye. Ew zeman û meqam hem li nêk ebd, hem li nêk Xaliq meqam û zemanê herî muqeddes e. Piştî vê heqîqetê di sînorê meşrûîyetê de dema dîtin û hevgihîna yara beşerî jî demeke pîroz û mubarek e, şayanî şukr û zikrê ye. Lewra hebûna vê hîssîyatê ji cenabê Mewla ye. Em baş dizanin ku ji temaşa û dîtina cemala Yarê Yaran xweştir tu nîmeteke din nîne. Temamê hîssîyatên din ê di warê dîtina yar de ji siya vê hîssîyatê peyda dibin. Bes dibe di sînorê meşrûîyetê de bin.
Ji şeklê ebrûyên saqî hilatin sed hilal îro
We bedrek min muqabil dî îşaret min ji ‘eksê da
Eya Seyda! Elbet her hîssîyatên beşerî nexasim hîssîyatên ku ji evîn û heskirinê peyda dibin; sî û teyyisîn in ji sî û teyyisînên wesfek cenabê Mewla. Di sînorê meşrûîyetê de ew hîssîyat hêjayî vegotin û şukrê ne. Rast e, dema ku aşiq dikeve elema fîraqê êdî hiş û eqlê xwe winda dike, nizane çi bike û bi kû ve biçe. Di vê rêyê de hinek îşaret, rê û rênîşan jê re lazim in. Lazim e xwe bisipêre îşaret û eksên ku ji Esmaê Husna diteyyisin. Eger aşiq xwe bisipêre vê rêyê dê her navek zatê zul-Cemal li ber wî rê vekin wekî ronahîya heyva çardeşev û roja ku dertê ji rojhelat, riya rehmet û bereketê li ber veke.
Bi zehrê xwey şerîf xwendim ku xizmetkarê dêrîn î
Te pur cewr û cefa dîne di sulk û se’y û cehdê da
Eya Seyda! Tenê em li vir dikarin bibêjin: “Ellahû Ekber!” Elbet her qewl û vexwendina Yarê Yaran qewleke leyyîn, yanî qewleke sivik, baş û xweş e. Elbet cewr û cefaya di oxira Yar de mirov dikemilîne û digihîne Meqama Rizayê. Di vê meqamê de Yar û evîndar ji hev razî ne. Lê riya vê meqamê rêyeke dûvdirêj û ji cewr û cefayan dagirtî ye. Lazim e salikê vê wan cewr û cefayan bide ber çavê xwe û bi tehmemmul, sebr û sebat bikişîne. Ehlê tesewifê ji vê rêyê re dibêjin “Seyrî Silûk.” Yanî riya tekamul û pêşveçûnê. Eger salik, ev rê bi selametî derbas kir edî dikare hilbikişê “Meqama Rizayê”
Biçîn werdan ji gulzaran ku eẋyaran bi dest xar in
Ji mexsûsanê dergahê du ‘am in ew di hecrê da
Eya Seyda! Çawa ku gotineke meşhûr e: “Piştî reşê rewşen tê.” Her wiha dema ku evîndar di îmtîhana fîraq û fîrqeta ji Yar de bi serfirazî derbas dibe; êdî dema çinîn û qefşkirina gulan tê ji baxê gulzaran. Lê elbet gul bê dirrî nabin, kesê ku bixwaze ji gulzara Yar gulan bicivîne; lazim e hinek dest û pêçiyên wî bi dirriyan xwîn bibin da ku karibe bi heqqî ji bêhna gulên gulzara Yar îstîfade bike. Eger evîndar semîmîyeta xwe îsbat bike dê Yar di baxê Ridwan de li ser çemên herikbar qeftê gulan raberî wî bike.
Bi teşrîfa xwe ez xwend im ji lutfê bende nîşan kir
Xelat û şefqe û dildan şukurxwaz in ku ba xwey da
Eya Seyda! Her wekî me li jor jî beyan kir li nêk Heq Teala meqama herî berz ji bo ebd meqama ûbûdîyet, secde û şukrê ye. Eger bende şukr û zikrê xwe zêde bike û bi secdeyan bixemlîne digel şukrê elbet dê Mîrê Keremê jî îkram û kerema xwe zêde bike, gelek nîmetên bêhempa wek xelat bide bendeyê xwe. Ji xwe menbea her qencî û nîmetan her Xweda ye. Xweda jî dixwaze ku hem li dinya hem li axretê nimetên ebedî bi îbadê xwe yê şukurdar de bibarîne.
Mi ḥadir secdeya şukrê li wê ‘erda muqeddes bir
Bi mujganên xwe dur suft in enî malî li ‘erdê da
Eya Seyda! Secdeya şukrê li erdê muqeddes ew secde ye ku di nimêjê de li mekanê muqedes yanî li mescîdan ji ebdan sadir dibe. Mukafata vê jî di hengama wisletê de temaşeya cemala Yarê Yaran e. Tarîfa vê rewşê û vî halî bi hubra qelemê nayê nivîsandin. Lewra tarîfa zewqa ji ru’yetê ne ziman dikarin bibêjin ne qelem dikarin binivîsin. Ji bo ebdê aciz tenê secdeya şukrê lazim e di vî warî de…
Heya bînahiya çehvan but û ‘Uzza û Latê min
Tu yî pêşber sucûda min seḥergahan di xelwê da
Eya Seydayê min! Hostayê şi’rê û mîrê evînê! Sihara sibehê, xelweta digel, xemilandina secdeyê bi hêstirên çavan di halê secdeyê de per û baskê evîndar in, sebebê jiyana wî ne. Em baş dizanin ku mebesta we di vî warî de ev e. Hubba Yar, secdeya ji wî re sebebê her dilxweşî û dilşadîyê ne. Hêja ye ku mirov di wê oxirê de rûh û can feda bike.
Li bal ‘ilmê Te me’lûm e ji jînê min Tu meqsûd î
Fidayê can me dê can bit di qesta wesl û dînê da
Eya Seyda! Elbet Yarê Yaran agahdar û besîr e bi her tiştî. Ew bi sirrê qelban ên aşîkar û veşartî dizane. Canê ku di oxira Canê Canan de feda bibit elbet dê ji teref Canê Canan ve bi wisleteke ebedî muşerref bibe, bigihê meqseda xwe. Ma mimkûn e ku tiştek ji alimê bi her tiştî bê veşartin. Eger meqseda evîndar di evînê de Yarê Yaran ango Canê Canan bit dê bi dîdarê Yar muşşerref bibe, bigihê meqseda xwe û seadeta ebedî.
Bi husna xwe Îlahî kî bi sehm û heybeta dînê
Nucûm û kewkebê lami’ ji bala tên bi bejnê da
Eya seydayê min! Dua, lava û zarîn elbet rewşa herî berz in. Ma Canê Canan nebû ku digot: “Eger we dua tunebe Rebbê we çima dê ehemmiyet bidit we.” Mirov di meqama ubudiyet û duayê de digihê meqseda xwe ya heqîqî. Eger mirov ji dil û can ji Canê Canan bixwaze, duayê xwe bi hêstirê çavan û secdeyan bixemilîne; dê dua û secde wek tîrojên sitêrk û gersitêrkan pêşî li mirov vekin û şewq û şemala xwe bidin Yar û heybeta wî, bi mirov bidin nîşandan.
Bi xalên werd û nesrînan ji qudret xet kişandî lê
Bi terḥa nêrgiza ‘êlî seḥergahan nesîm lê da
Eya Seyda! Xeta qudretê li ser her tişt û daxwazan muhra xwe danîye. Dibe her tişt ji Qadirê Mutleq bê xwestin. Ji xwe lazim e meqsed û mebesta evîndar di her hal û karî de riza û razîbûna Yarê Yaran be. Daxwazên sihara sibehê meqbûl in li nêk Canê Canan. Mirov digihînîn nêrgiza alî li nav baxê gulên sor û sipî ku mirov têr nabe ji temaşaya wan. Daxwaz û duayên ji dil û can digel secdeyên sihara sibê bi bayê seherê re seadeta ebedî tînin.
Ku tûlê asitanî dûr nekî êdî ji dergahî
Ji ba xwey vê rucû nakin di babê lutf û reḥmê da
Eya Seydayê min! Hêvî, zad û zewadeyek qenc û domdar e bo evîndarê Heq. Eger evîndar di evîna xwe de sadiq be elbet dê li dergahê yarê xwe mêvanekî ebedî be di Meqamê Razîbûnê de. Li vî meqamî ew ji Yarê xwe razî ye Yar jî ji wî razîye. Lutf û îhsana Canê Canan wek tavîyên baranê bi wî de dibarin û her dibarin…
Tu narê firqetê zanî dikarim ez teḥemmul kim
Diyarê Kuhê Qendîl im Meger fîl im di ‘işqê da
Eya Seyda! El heq, rast e. Nar û barê fîrqetê dijwar e. Tehemmula wî wek bizotê agir e ku mirov rabigire di destê xwe de destê mirov dişewitîne. Di vî warî de lazim e evîndar bi hêvîdarîyeke qewîn ji Rebbê xwe alîkarîyê bixwaze. Digel vê zehmetê kesê ku xwe bisipêre Rebbê xwe û xwe biavêjê vî agirî di vê rêyê de sebr û tehemmul bike, dê ew agir veguhere bibe bax û bostan. Erê çiya nikarin li ber wê elemê xwe rabigirin; lê evîndarê şukurdar dikare xwe bide ber wî barî. Lewra dema ku Heq Teala teklîfa ubûdîyet û evînê li mexlûq kir, çiya jê revîyan; lê însan xwe da ber. Elbet ev bar û nar bar û nareke dijwar û pîroz e.
Zehê derdê mezin firqet ceger sot ateşî da dil
Cihê sebrê nema çendan ferec min dî di sebrê da
Eya Seyda! Es-sebr û mîftah ul-ferec. Elbet ji bo însên, sebr û tehemmul mifteya helkirina her muşkîlatî ye. Evîndar lazim e Mûsa ji bo xwe bike mîsal, li ber deryaya zulumatê gopalê xwe li avê da ku evîna wî behra ye’s û diltengiyê biçirîne, keleka hêvîdarîye bigihîne berava selametê. Ji bo her êş û elemê digel hêvîdarîyeke qewîn sebir lazim e, sebrek ezîm. Es-Sebr mîftah ul-ferec.
Mela bê qameta yekta qiyamet min bi çe‘hvan dî
Fîraqê rûsiya bin te ji min canê şîrîn cê da
Eya Seydayê min! Çare nîne. Çira dişewite dora xwe rohnî dike. Fîraq elemeke zor û dijwar e ku ji roja ehda elest û ta nuha rêhevalîya ehlê evînê dike. Lê derd bi xwe derman e. Eger fîraq tuneba mirov nikaribû qedrê wesletê bizanibe. Mizgîn li we Seyda! Derdê fîraqa we bû helbest, dil keliya bû sewteke dawûdî, nifş bi nifş gerîya û ta nuha hat. Bi hezaran kes îro we bi rehmet bibîr tînin, helbestên we dixwînin û fatîheyan dişînin. Eger derdê fîraqê li we peyda nebûba belkî nuha navê we nedihat zikirkirin.