Uweysê Qernî, di nav ummeta Muhammed ‘Eleyhîsselat û Wesselam de bi taybetî jî di nav gelê Kurdistanê de ji meşhûrtirînê dostê Xweda ye. Li ser navê wî gelek menqibe û hîkaye di nav gel de digerin û wek mînakek herî rind tê nîşandan. Lewra mînaka herî rind ji bo tabi’îna ye, bi ‘îrfanê wesfê wî hatiye kirin û bûye mezherê peyva Resûlê Xweda ‘Eleyhîsselat û Wesselam.
Uweysê Qernî, di nav nesla tabi’îna de wek tabi’îyê herî mezin tê hesibandin. Lewra di derbarê wî de Pêxember ‘Eleyhîsselat û Wesselam gotiye: “ Uweys el-Qernî qenctirînê tabi’îna ye.” 1
Jiyana Uweysê Qernî bi awayekî berfireh nehatiye qeydkirin. Sedemê ku jiyana Wî baş nayê zanîn ew e ku: jiyaneke zahidî meşandiye û gelek caran ji têkiliya nav xelqê xwe dûr kiriye. Ji ber ku mijara me Tesewwûf e, bi awayekî berfireh em behsa jiyana Wî nakin. Lewra ev yek dê me ji mijara me dûrke. Di gel vê yekê gelek xurafe û tiştên ku ew jê bêrî ye di derheqê Wî de hatine rîwayet kirin. Me xwest ku ev nivîsa me heya ku îmkan hebe li ser rîwayetên bi çavkanî bin. Her çiqas hinek rîwayet di derheqê wî de meşhûr bûbin jî ji ber ku me ji wan rîwayetan re tu çavkaniyek sehîh nedî me di nivîsa xwe de neanî ziman. Bi piranî em li ser jiyana wî a zuhdê sekinîn.
Hinek Rîwayetên Di Derbarê Wî de:
Ji Esbexê Kurê Zeyd Hatiye Rîwayetkirin gotiye: “Sedemê ku Uweysê Qernî Resûlê Xweda ‘Eleyhîsselat û Wesselam nedîtiye qenciya Wî a li hember diya Wî bû.” 2
Çawa ji rîwayetê jî tê fêmê, evîna Resûlê Xweda ‘Eleyhîsselat û Wesselam di dilê Uweys de her dem fûriya ye. Lê belê Xwedê Te’ala wisa teqdîr kiribû; dayika Wî extiyar bû û Uweys xizmeta dayika xwe dikir. Ji ber heqqê dayikê nikaribû here Medîna Munewwer dîtina Resûlê Xweda ‘Eleyhîsselat û Wesselam. Lewra çawa ku tê zanîn rêya Yemen û Medînê li gor îmkanên wê demê demeke dirêj dixwest. Di navbera wê demê de kesekî ku xizmeta diya wî bike nîn bû. Xweda wisa gerandibû dê Uweys di derbarê heqqê dayikan de ji bo ummeta Muhammed ‘Eleyhîsselat û Wesselam biba mînakek berbiçav.
Çawa ku ji rîwayeta jêr jî tê fêm kirin dema behsa Resûlê Xweda ‘Eleyhîsselat û Wesselam dibû sitêrk ji çavan dibariyan.
Heremê Kurê Heyyan gotiye min ji Uweysê Qernî re got: “Hedîseka Resûlê Xweda ‘Eleyhîsselat û Wesselam ji min re bêje ez ji te guhdarî bikim.” Li ser vê yekê Uweys giriya û selewat li ser Pêxember ‘Eleyhîsselat û Wesselam anî û got: “Min Resûlê Xweda ‘Eleyhîsselat û Wesselam nedîtiye û min pê re hevaltî nekiriye. Lê belê min kesên ku Resûlê Xweda ‘Eleyhîsselat û Wesselam dîtine dît. Min ‘Umer û hinek sehabiyan dît Xweda ji teva razî be…”3
Uweysê Qernî gelek muhaseba mirinê dikir û her tim mirin di bîra Wî de bû. Ev muhaseba roja gihîştandina Rebbê Zul Celal jiyan û tevgerên wî tevî di xwe de helandibû. Gelek hindik diraza û gelek hindik dixwar û gelek hindik têkilî mirovan dibû.
Ji Şî’bî hatiye riwayet kirin; Mirovek ji (Qebîla) Murad hate nig Uweysê Qernî û jê pirs kir: “Gelo çawa li te bû sibeh?” Uweys got: “Bi hemdê Allah Te’ala li min bû sibeh.” Disa pirs kir: Gelo dem çawa li te dibûhure?” Uweys go: “Ji bo wî mirovî dê dêm çawa be dema ku lê dibe sibeh gumana wî heye lê nebe şev û dema lê bû şev jî gumana wî heye ku lê nebe sibeh, gelo vî mirovî, mizgîniya cennetê wergirtiye an mizgîniya agir? Ey birayê Muradî! Bêguman mirin û bîranîna mirinê ji bo mirovê bawermend tu kefxweşî nehêştiye. Zanina wî a di derbarê heqqê Xweda Te’ala de di malê wî de tu zêr û zîv nehiştiye û ji ber ku tim heqqiyê pêktîne li dora wî tu heval nemane.4”
Uweysê Qernî ‘abidekî mezin bu. Di derbarê ‘îbadetê wî de gelek rîwayet hatine neqilkirin, di vê mijarê de ji bo ehlê Tesewwûfê bûye mînaka herî mezin û yek ji pîrê wan.
Ji Esbexê Kurê Zeyd hatiye rîwayet kirin ku gotiye: “ Uweysê Qernî, dema dibû şev digote: Ev şev şeva rukû’ê ye û wê şevê heta dibû sibeh di rukû’ê de derbas dikir.” Roja dî dema dibû şev vêcarê digo: “Ev şeva secdeyê ye” û wê şevê jî heya dibû sibeh di secdê de derbas dikir. Dema dîsa lê dibû şev vêcarê jî çi tiştê zêde di mala wî de hebûna çi xwarin û çi cil bûna di rêya Xweda Te’ala de sedeqe dida û wisa digo: “Ya Rebbî! “Kî ji birçiya bimre tu min ji ber mirina wî mesûl nebîni û kî jî tazî bimre ji ber ku tazî wefat kiriye tu min nedî hesabê!5”
Di heman demî de Uweysê Qernî di derbarê sedeqe û înfaqê de jî mînakek bê hempa ye. Di vî derbarî de çawa ku ji hedîs û rîwayeta jêr jî tê fêmkirin bûye mezherê pesnê Resûlê Xweda ‘Eleyhîsselat û Wesselam. Di derbarê wî de Ji Muharîbê Kurê Dessar hatiye rîwayet kirin ku Resûlê Xweda ‘Eleyhîsselat û Wesselam gotiye: “Ji Ummeta min hinek kes hene ji ber ku tazî ne nikarin werin mescid û mizgeftê. İmana wan nahêle ku ji kesekî (cil) bixwazin. ‘Uweys-ul Qernî û Furatê Kurê Heyyan ji wan kesa ne.” Ji ‘Eyaş Bîn Mûxîre hatiye rîwayet kirin gotiye: “Uweysê Qernî cilê xwe di rêya Xweda Te’ala da sedeqe dida û tazî li mala xwe rûdinişt nikaribû here nimêja înê.”
Uweysê Qernî bi tenê jiyaneke zuhdê a di şikefta de nejiya ye û çawa ji herdû rîwayetên jêr jî tên fêm kirin,di dema cîhada li hember fillehan de di nav leşkerê sehabiyan de cihê xwe girtiye û dema şerê Siffînê jî yek ji leşkerê İmamê ‘Elî bûye. Bi peyveke eşkeretir hem zahid û hem mucahîd bû.
Terîqa Uweysiye Çi Ye?
Perwerdehiyeke me’newî û rûhî ye. Bi wî hawayê ku meriv ji nedîtî ve an xwe bi Şêxekî ve girêde an jî raste rast ji alî rûh û me’newiyata Resûlê Xweda ‘Eleyhîsselat û Wesselam ve bê îrşad û terbiye kirin.
Wateya duyem jî ew e ku: Meriv ji alî me’newiyat û ruhaniyeta Şêx û Murşîdekî wefatkirî ve bê îrşad û terbiye kirin. Çawa ku di pirtûkên Tesewwifê de tê neqil kirin: Ebû Yezîdê Bîstamî ji alî rûhê Caferê Sadiq ve, Eb-ul Hesenê Xareqanî jî ji alî rûhê Ebû Yezîdê Bîstamî ve hatiye terbiye kirin.
Çawa ku ji van îzaha jî tê fêm kirin Uweysîtî bi Uweysê Qernî ve girêdayî ye. Lewra Uweysê Qernî bê ku Resûlê Xweda ‘Eleyhîsselat û Wesselam bibîne, di terbiya Hebîbê Xweda ‘Eleyhîsselat û Wesselam de derbas bûye.7
Wefata Wî
Di derbarê dema wefata wî de îxtîlaf heye. Di hinek rîwayetan de hatiye neqil kirin ku di dema Hezretî ‘Umer de di şerê Azerbeycanê de wefat kiriye.
Ji ‘Ebdullahê Kurê Seleme hatiye rîwayet kirin ku gotiye: “ Em di dema Hezretî ‘Umer de ji bo cîhadê çûbûn erda Azerbeycanê û Uweysê Qernî li gel me bû. Dema em vegeriyan nexweş ket û me wî hilgirt. Pey demek hindik wefat kir. Dema me wî danî me dî ku gorek hatiye amadekirin, av li berê amade ye û kefen jî hazir e. Me ew şûşt, li ser limêj kir û wî defin kir. Hinek ji me gotin: Em cihê gora wî nîşan bikin da dema em vegeriyan em cihê wî zanibin. Em vegeriyan da ku em cihê gora wî nişan bikin, me dî ku gora wî winda bûye.” 8
Rîwayeta duduyan jî bi vî awayî ye: Ji ‘Ebdurrehmanê Kurê Ebî Leyla hatiye rîwayet kirin ku gotiye: “Roja herba Siffînê ji nav ehlê Şamê merivek bang kir û got: Gelo Uweysê Qernî di nav we de ye?” Me got: Belê, gelo tu ji wî çi dixwazî? Got: Min ji Resûlê Xweda ‘Eleyhîsselat û Wesselam seh kir ku digot: “ Uweysê Qernî, bi qenciya xwe xêrtirînê tabi’îna ye.” Pey re hespê xwe ajot û hat nava leşkerên Hezretî ‘Elî Razîbûna Xweda lê be. 9
Li gor vê rîwayetê Uweysê Qernî, heger ku herba Siffînê dîtibe û di nav leşkerê Hezretî ‘Elî de ceng kiribe wê demê piştî dema Hezretî ‘Umer wefat kiriye. Ya rast kîjan e Xweda Te’ala çêtir dizane.
Hinek Peyvên Ku Jê Hatine Rîwayet Kirin:
Kesê ku hez ji sê tişta bike, ji demarê şah nêztirbûye ji dojehê re: Xwarina xweş, cil û bergên delal û biha û rûniştina bi dewlemendan re.10
Her kî Xweda Te’ala naskiribe tu tişt jê veşartî namîne, yanî: dema ‘esil zanibe zanîna fer’ jê re hêsan e.11
Selameta wehdetê (yekbûnê) ev e ku; di dil de ji bilî zikrê mehbûb (kesê ku jê tê hezkirin) nabe ku hebe. Wehdet ji hezkirina sûretê (tiştên xwiya) ‘aciz e. Carna meriv xwe ji mirovan dûr dixe jiyaneke munzewî (ji civakê dûr) dimeşîne, lê digel vê dilê meriv bi hezkirina mirovan û malê dinyê dagirtiye weke ku bi wan re be. Welhasil: Selameta wehdetê ew e ku: di sîretê de be ne di sûretê de.12
Li qelbê xwe miqate be! Yanî: Deriyê wî ji bilî Xweda Te’ala ji herkesî re bigre.13
Min bilindbûn xwest, min dît ku di tewadu’ê (şikestina pera ji muminan re) de ye. Min riyaset xwest, min dît ku di nesîhet û we’z kirina xelqê de ye. Min fexr (pesindana bi mal û meqam) xwest, min dît ku di feqrê (feqîrtiyê) de ye. Min sunnet xwest, min dît ku di teqwayê de ye. Min şeref xwest, min dît ku di qene’etê de ye. Min rehetî xwest, min dît ku di zuhdê de ye.14
Çavkanî:
(Ehmed Bin Henbel, Musned 3/480 û İbnî Se’d, Tebeqat 6/163, Hakim 3/402)
(Hîlyet-ul Ewliya, Ebû Nu’eym El İsbehanî, 2/87)
(Hîlyet-ul Ewliya, Ebû Nu’eym El İsbehanî, 2/84)
(Hîlyet-ul Ewliya, Ebû Nu’eym El İsbehanî, 2/83)
(Hîlyet-ul Ewliya, Ebû Nu’eym El İsbehanî, 2/87)
(Hîlyet-ul Ewliya, Ebû Nu’eym El İsbehanî, 2/84)
(Tasavvuf Terîmleri Sözlüğü, Prof. Dr. S. Uludağ, rpl: 367)
(Hîlyet-ul Ewliya, Ebû Nu’eym El İsbehanî, 2/83)
(Hîlyet-ul Ewliya, Ebû Nu’eym El İsbehanî, 2/84)
(Tezkîret-ul Ewliya, Ferîduddîn ‘Ettar, rûpel: 47)
(Tezkîret-ul Ewliya, Ferîduddîn ‘Ettar, rûpel: 48)
(Tezkîret-ul Ewliya, Ferîduddîn ‘Ettar, rûpel: 48)
(Tezkîret-ul Ewliya, Ferîduddîn ‘Ettar, rûpel: 48)
(Tezkîret-ul Ewliya, Ferîduddîn ‘Ettar, rûpel: 48)