Wextekî li Îsfehana Îranê tucarek hebûye. Tûtîyeke zîrek û goya jî di qefeseke zêrîn de li mala xwe xwedî kiriye. Rojekê biryar dide ku here Hindistanê kel û pelên ticaretê bikire. Ji zar û zêçên xwê dipirse, hûn tiştekî dixwazin yan na? Her yek ji wan daxwaza xwe dibêje. Tucar vedigere ser tûtiya xwe ya zîrek û jê dipirse:
-Daxwazeke te heye?
Tûtîya zana dibêje:
-Dewle li serê te, ezê çi bixwazim? Tenê evî dixwazim ku tu çûyî Hindistanê, here daristana ku li bakûrê bajarê Delhî ye û pismamên min lê hene. Ku tu çûyî wura, here eqrebayên min bibîne, silavên min ji wan re bêje û ji bîr neke, ji wan re bêje ku ez li mala te di qefesa zêrîn de dijîm.
Tucarê me diçe Hindistanê û karê xwe diqedîne. Hemû daxwazên malbata xwe pêk tîne û dema vegerê xwesteka tûtiya wî dikeve bîrê. Bi salix û sûlixan diçe daristana li bakûrê Delhiyê. Dibîne ku birek tûtî li serê daran melisîne. Li wan dike qêrîn û dibêje:
-Gelî tûtiyan! Pismamekî we li Îsfehanê di mala min de di qefeseke zêrîn de dimîne û silavên wî ji we re hebû.
Ku vê gotinê dibêje, tûtiyekî kal û xwedî tecrube li serê darê nişkêvde diricife û mirîtî dikeve erdê. Tucarê reben şaş û metel dimîne û nizane yê çi bike. Gelek xemgîn dibe û dibêje:
-Min ev yek çawa kir, bûme sebeba mirina tûtiyê reben. Xuya ye ku ji kerba pismamê xwe beicî.
Tucar, piştî rêwîtiyejeke çend rojan, vedigere Îsfehanê mala xwe, xwastekên malbat û zar û zêçên xwe radestî wan dike, lê nazivire li çavê tûtiya xwe nanihêre. Tûtî dipirse:
-Te çû pismamên min dîtin?
Tucar bi kulzikî bersiva tûtiya belengaz dide û dibêje ku hal mesele ev e. Tûtî ku van gotinan dibihîze wê deqê di şûna xwe de diricife û bi mirîtî dikeve zêrzemîna qefesê. Tucar dîsa posîde dibe û loma li nefsa xwe dike, dibêjê ku ez bûme sebeba mirina wan û hêsirên çavan dibarîne. Ji alîyekî ve jî termê tûtiya mirî ji qefesê dertîne. Nişkêvde tûtî di pençeya vekirî de fir dide û li ber çavan wunda dibe. Tu nebê tutiyê pîr, rêya filitîn û rizgarbûnê nîşanî wî daye!
We jî bêguman di televîzyonan de temaşe kiriye. Şahê Îngilîstanê Charlesê pîr, di gera xwe ya bal Emerîqayê ve zengilek wek diyarî da Trumpê serok. Dema ku min ev seremonî temaşe kir çîroka hanê li jorê kete bîra min û min got qiralê pîr dixwaze rêya revê nîşanî Trumpê sergerde bike. Lewra emperyalîstê pîr dibîne ku Trump ketîye halekî xirab, stûyê wî tewiyaye, ketiye bin cendekê wî û nikare ji qeperçeya Eceman xilas be.
De ka Trump dê vê peyamê fêm bike, li zengilê dêrê xwe û fileyên cîhanê ango xaçparêzan bîne hewara xwe yan yê noqî ava Hurmuzê ya sikesar bibe.
Ka aqil? Wekî ku aqil hebûya di serî de bela xwe li Îranê, şaristaniya hezaran sala nedida.