Xwedayê Te’ala di Qur’ana Pȋroz, di sȗreyê Seff, di ayeta duyemȋn de weha ferman dike: “Ey gelȋ yên ku bawerȋ anȋne! Ya ku hȗn nakin ma çima hȗn dibêjin?” Xwedayê Te’ala bi vê ayetê hişyariyekê dide wan kesên bawerȋ anȋne. Ev kesên hanê jȋ bi devkȋ dibêjin me ȋman aniye, lê belê dijberȋ fermanên Xwedayê Te’ala tevdigerin ȗ tekoşȋneke xapȋnok disepȋnin. Di nav civaka Kurdan de li ser vê mijarê gotineke pêşȋyan heye ku têra xwe baldar ȗ balkêş e. Ev pêşgotin weha ye:
Ê ku nebêje ȗ bike şêr e. Ê ku bibêje ȗ bike mêr e. Ê ku bibêje ȗ neke kerê nêr e.
Ev kesên hanê jȋ di her gav ȗ li her qadan de qala mirovatȋ, aştȋ, dadmendȋ, xêr ȗ xweşiyê dikin, lê belê berevajȋ vê yekê stemkar ȗ xapȋnok in.
Gelê Kurd di sedsalên dawȋ de ji aliyê hêzên mêtinkar ên hundir ȗ derveyȋ welêt ve ȗ di nav hewariyekê de hatine talankirin. Lewma heta niha hejar ȗ belengaz in. Daxwazên wan ên ȋnsanȋ ȗ Ȋslamȋ bi cih nayên ȗ nagihêjên mafên xwe yên eslȋ. Bi hestên Kurdbȗnȋ tên xapandin. Ev hêzên ku bixwe neyarê gelê Kurd in, qet tu armanceke wan an ku “Kurd bigihêje heq ȗ mafên xwe” tune ye. Tenê berjewendiyên xwe didin pêş ȗ gel davên paş. Ji ber ku ev berjewendȋyên wan jȋ bi hêzên derveyȋ ve têkildar in, dibin xulamên mar ȗ tȗpişkan ango dibin xulamê neyarên Ȋslamê.
Gelo çawa dibe ku ev gelê mezlȗm ȗ belengaz li hember van xayȋnan tê xapandin? Divê mirov li ser vê sewalê raweste ȗ bi awayekȋ sȋyasȋ ȗ civaknasȋ hûrgilȋ bifikire. Lê ev neyarên Ȋslamê ȗ xayȋnên Kurdistanê li ser mexdȗriyet ȗ belengaziya gelê Kurd, qesra xwe ava kirine. Mixabin li gor wan her çiqas mexdȗriyet hebe, ewqas teweccuha gel jȋ zêde dibe. Bingeha xwe li ser vê esasê ava kirine.
Têkoşerên xapȋnok, tenê ji bo ku berjewendiyên xwe ȗ yên efendiyên xwe biparêzin û bi pêş bixin, dixwazin gelê Kurd pȗç bikin ȗ wan ji xwe re bikin xulam. Ji ber ku mexdȗriyetên gelê Kurd, hȋn didomin ȗ ev hêzên maşik jȋ qet naxwazin ev mexdȗriyetên hanê çareser bibin, heman awayȋ seltenata wan jȋ didome. Lewma mirovên Kurd ji ber vê yekê ne xwedȋ hişmend ȗ baweriyeke azad in. Nikarin bi awayekȋ serbixwe ȗ azad bihizirin ȗ tevbigerin.
Di navbeyna wan ȗ gelê Kurd de bi awayekȋ berbiçav cȗdahiyek heye. Ev gelê bawermend ȗ Misilman li ser bingeha bȋr ȗ baweriya nirxên Ȋslamȋ ne. Dijberȋ vê yekê xapȋnokên çepgir li hembêza ezbeniyên xwe li gor hişmendiyên pȗç ȗ xapȋnok têdikoşin. Ji ber ku birȋn ȗ mexdȗriyet, ji alîyê pergal ȗ bȋrdoziya fermȋ ve derketine holê, vê yekê ev kesên hanê qelewtir ȗ xurttir kirine. Mirov dibêje qey di navbera her du hêzan de têkilȋ ȗ peymaneke hevpar heye ku rehên wan bi derve girêdayî ne. Her du alȋ ji vê çavkaniya biyanî avê vedixwin ȗ lê diçêrin. Ev gelê stembar ȗ mezlȗm, di navbeyna her du aliyên stemkar ȗ zalim de bi awayekȋ zanayȋ ȗ xapȋnok hatiye perçiqandin.
Xwedayê Te’ala di Qur’ana Pȋroz, di sȗreyê Beqere, di ayeta yazdehan de wiha ferman dike: Dema ji wan re tê gotin “Li ser rȗyê erdê fesadiyê nekin.” Dibêjin; “Em tenê mirovên ȋslehker ȗ qencȋker in.”
Xwedayê Te’ala di vê fermana xwe de çawa bi awayekȋ xweşik ȗ zelal rewşa van kesên hanê, pênase ȗ rave kiriye. Bi serborîya dȋrokê re ev heqȋqet hȋn baştir tê dȋtin ȗ fêhmkirin. Ev kesên ku muxatebê vê fermanê dibin dirrȗ ȗ derewkar in. Gotin ȗ ‘emelên wan berevajȋ ȗ dijberȋ hev in. Mȋna kevirên sipȋ yên di nav birincê de çawa ku dişibin hebên birincê, feqet ne hebên birincê ne, ew bi xwe kevirên sipȋ yên xapȋnok in. Di dirêjiya demê de ev hebên kevir ên sipȋ, diranên civakê dişikȋnin ȗ civaka Kurd ji bȋr ȗ bawerȋ ȗ nirxên wî qut dikin. Weke ji vê mȋnakê jȋ dixuye ȗ diyar e ku ev kesên xapȋnok dibêjin: “Em ji we ne ȗ hȗn jȋ ji me ne” ango “Em yek in ȗ em ên hev in” Lê belê derewçȋn ȗ bȋnefisk in.
Endezyarên civakȋ vê rewşa guhertina civakê wiha teswȋr dikin: Gava ku tu kȋso biavêje nav ava keliyayȋ an jȋ ya qerisȋ, ew ê kȋso tavilê bertekê nȋşan bide. Lê heke tu kȋso biavêje nav ava şȋrgermȋ, ew ê bi awayekȋ bê bertek bibe û ev yek li xweşiya wȋ dere. Ji ber vê yekê bi awayekȋ zanayȋ ȗ xapȋnok kȋso diavêje nav ava şȋrgermȋ ȗ hêdȋ hêdȋ ava wȋ tê sincirandin. Da ku kȋso tê de bê kelandin ȗ encama jiyana wȋ jȋ bibe mirin. Fena vê mȋnakê yên ku rehên wan bi cihȗ ȗ xaçperestan ve giridayiye ango xulamên Emrȋka ȗ Ewrȗpa ne, dixwazin gelê Kurd hêdȋ hêdȋ ber bi nirxên xwe ve bibin ȗ Kurdan ji rehên wan ên eslȋ dȗr bixin.
Di asta ku ȋro em tê de ne, mixabin gelê Kurd, ber bi bawerȋ ȗ nirxên neyarên xwe ve bi pêş de diçe.
Divê Misilmanên herêmê li hember van hêzên dirrȗ ȗ lȋstokên wan ên xapȋnok hem hişyar ȗ hem jȋ xwedȋ alternatȋv bin. Bi awayekȋ xweşik ȗ zanayȋ bi gelê Kurd re têkilȋ ȗ pêwendiyên xwe hȋn xurttir bikin. Da ku têkoşȋna wan a xapȋnok têk biçe ȗ li ser erdnigariya Kurdistanê Ȋslam ji nȗ ve şȋn bibe.
Dawiya doza me her dem hemdê “Xwedayê Rebbûl Alemîn e.”