Însan bi hatina biharê, weke newrozê kêfxweş dibe. Ji alîkî ve jî însan bi hatina biharê, ji nîmetê Xuda re şukir dike. Giyayê ku heywan bixun, pir dibin. Ji lew ne tenê ji însan re, bihar belkî ji heywana re jî kêf û şahî ye. Ku her sê mehên mubarek dikevin mewsîma biharê, însan bêtir şukur dike, xêr û berekata biharê zêde dibe. Lewra mehên Receb, Şe’ban û Remazenê, ji mu’minan re bêndera xêr û bereketêne.
Barana rehmetê ku di biharê de tê, hêviya însan zêdetir dike. Bi her baranê re rengê dunyayê xweştir dibe. Bayên biharê ku bîlxasse ji aliyê rojhilat ve tên, mizgîna baranê tînin bi xwe re. Lewra di pey vî bayê de, baranên biharê dibarin. Gelek caran, Xuda rehma xwe zêde bike li ser însanan, ev baran dibin baranê çilesrîn. Ji ber ku di piştî her weqtê esrê de ev baran tên, hinek salan heta çil rojî heya xulaseke biharê ev baran hatine, însanên berê ji van baranên biharê re gotine baranên çilesrîn. Berî nîvro dunya germ dibe, li ezmana evrên reş çê dibin û bilind dibin. Ev ewr, ewrên qûçgirtî ne, di teşbîhê çiya de ne. Bilind dibin û dunya tarî dibe. Di pey wan de tu mêze dikî ku baraneke pir û birehmet dibare. Ev baranên biharê ku dibin baranên çilesrî, mizgîna berekete ne. Her weha tavên baranên biharê, jixwe meşhûrin.
Di Qur’ana Pîroz de di sûreyê Rûm de, Xudayê Teala, behsa baran û bayê dike û eleqa navbeyna baran û bayê bi însanan dide hînkirin. Xuda behsa nûbûna heyatên di biharê de jî dike. Xudayê me weha ferman dike: “Xwedê ye, ewê ku bayê dişîne, vêca ew ba ewran radike û dilivîne. Ew çawa bivê, wisa li asîmanan belav dike, wan parçe parçe digerîne; êdî tu dibînî ku wa ye baran ji nava wan dibare. Vêca dema Xwedê ji bendeyên (‘ebdên) xwe kê bivê baranê lê bibarîne, di cih de kêfxweş dibin. Çendî ku ew beriya baran li ser wan bibarîne, (ji hatina wê) bêhêvî jî bûbûn. Vêca li berhemên rehma Xwedê binêre; piştî mirina (hişkbûna) erdê ka çawa wê vedijîne? Bêguman ewê ku erdê sax dike, teqez yê mirî jî sax dike. Bêguman Ew li ser her tiştî qadir e.” ( Sûreyû Rûm 48-50)
Binhêre ku bihar hatiye şibehandin bi heşra însanan ya li axiretê jî. Lewra weke ku her tiştê mirî be û ji nûve jiyana xwe bi dest bixe. Her tiştê xwedî heyat, di biharê de ji nûve bi heyateke nû, xwe nû dike. Em darekê bifikirin ku pelên wê tevde weşiyabin. Fêkî tê de nemabin. Tu dibînî ku bi pelnên nû xwe nû dike, di biharê de çîçeknên nû lê dikevin. Peyre jî ew çîçek dibine fêkî. Temamê new’ê çîçekan jî di vê mewsîmê de çê dibin û xweşkahiya xwe nîşanî însanan didin. Ji aliyê din ve ev xemilandina biharê, teşbîhê cennete ye. Lewra her çi tiştê xweşik ku însan lê digere, di biharê de dibîne. Xemilandina biharê, weke xemilandina cennetê ye ji mu’minan re. Çiqas bextewar in ku li axîretê bighên bihara ebedî ku ew bihar tucarî bi havineke hişk naqede. Hem di bihara cennetê de bi xemilandina gul û çîçekan, fêkîyên havînî tevde û yên her mewsîmê û fêkîyên ku hinek dişibin ên dunyayê û hinek naşibihin, însan bi wan teva şa dibe.
Hem biharê, îlham daye gelek şairan. Li ser biharê gelek helbest hatine gotin. Ji bo heyata însan; bihar, peleke nû ye û destpêka saleke nû ye û destpêka heyateke nû ye. Ew tovê ku însan jibo zexîra xwe avêtiye binê erdê, di biharê de qam dide. Xwedîyê zîraetê bi qambûna zad û her tiştê çandiye tevda, kêfxweş dibe di biharê de. Her bi vî rengî çi tiştê ku encamê xwe derxistiye, însan bi çavê biharê li wê mêze kiriye. De’weke îlahî ku fêkîyên xwe bide û bi pêş bikeve, tê gotin ku ev bihara de’wê ye. Xweda me bighîne biharên ku Musluman zêdetir bi pêş kevin û serfiraz bin. Bimînin di xêr û xweşiyê de.