Le seḧray dill be bê aw û be bê qût
Hemû jiyan im umêdî min nepişkût
Le tarîkît ke Zennûn im le gell ḧût
Meke îxlafî ew we'dey ke fermût
Dexîl it bi m’ ke xaney sebrekem sût
***
Le dîdar it ewey win bû ke hoş e
Şerrî 'îşq e û ewîş mat û nexoş e
Dill im bo to le cezbe û le coş e
Le rût û qûtî wek min rû mepoşe
Ke wesllî to ye qûtî 'aşiqî rût
***
Le henyey ser dû roj it her munewwîr
Be kakolî çemawit da 'eqill gîr
Dill û roḧîş be xall it debine yexisîr
Mujet qullabî ye hem tîr û hem şîr
Birot mîḧrabî ye hem taq û hem cût
***
Çiyî zulf û çimay çaw it ke pirs e
Hemûy derd e û le canî min be ḧîrs e
Eto carêk le hîcran im bipirse
Le sindûqî pirrî sînem bitirse
Ke agir ber bidate text û tabût
***
Emin zanîm zewî dill şillt û şo bû
Le kêlgey ẍem hewarman î ne xo bû
Qidûmî to se'adet ko be ko bû
Leber xendey lebî le'lî eto bû
Kewa şekker debarî gull depişkût
***
Be nîgayê le zerre ta kebîrê
Leber samit hemû derwêşî pîrê
Çiyay qelban leber destit hewîrê
Dekey nexçîrî sed dill her be tîrê
Îlahî her bimênê dest û bazût
***
Degîrê roj le taw rûyî peşêw it
Ẍîzayi 'îşq e hemû jiyan û bijêw it
Le 'enber ẍerqe cîsm û can û nêw it
Çi şîrîne xutûtî dewrî lêw it
Bellê me'lûme xoşe xettî yaqût
***
Miroy ewroyin le 'îşq û Hêmnî xallîn
Le rawî rûḧ hemû her piyawî mallîn
Le bazarrî meḧebbet sêwî kallîn
He Nalî bellku bîkêşî be nallîn
Binalle, damenîşe mat û mebhût