Xwedayê me! Ji te re ye her şukr û her hemd û sena!
Tu yî xwedyê her heyînî, her ‘alem û îns û cinna
Himêz kirye rehmeta te temamê cismê ‘alema
Di tesbîhin ‘erd û ‘ezman, perwane ne-b reqs û sema
Bê te, yeqîn nalebite, her çi zerre her çi felek
Destê Qudret bi meharet, ‘edilandî ‘alem tevek
Ji ezel da heta ebed, zatê te ye îlahê heq
Di mulkê te, nîne bê şek, şirîk ji bona te kesek
Di nêv mewcûdatê da em, ne zerre ne, vê zanin em
Lê te da me, bê hed şeref, rûmet û îhsan û kerem
Wesfê ehsenê teqwîmê, kirye rutbe-j ne’wê me ra
Qencîyê te li me kirî, nikarin bijmêrin reqem
Yeqîn kor e, ê ne bîne; navê te-d her tiştê heyî!
Her tiştê te afîrandî, lewra bi navê te meyî.
‘Eqilmendê dil-nerizî, secdê tîne ji bona te;
Zane tûyî ji bona wî, di nêv ‘alem tenê xweyî.
Ze’îf in pirr, em tunne ne; ne nuqte ne, l’ser cihanê.
Di gel cîhan, di hebûnê, mislê qetrê di ‘ummanê.
Xeyalê me hilnagire; tenê zanî, tû wesfê xwe!
Şeref j’bo xwe qebûl dike; j’bo ku ‘ebd e, ê te zanê!
Çiqas mewcûdatê hebî; di destê te, kedî ne tev;
Di terbîya te reng girtin, ‘erd û ‘ezman û roj û şev.
Di bin hukmê te ew daîm, bê deng û sertewandî ne;
Veger her dem bal te ve ye, kes nikare-j te bike rev!
Ji qenca ra xwedî rehm î, destê te tim li ser wan e;
Kesê rîya te meşandî, ticarî ew ne poşman e.
Belê mehrûmê îmanê, ji rehma te bê par in ew;
Xelasî nîne ji wan ra, ‘eqîbet li wan xusran e!
Ze’îf ku xwe bi te bigre; qewî ye ew wekî bayê!
Qewî, ger xwe ji te ber de; ze’îf e ew wekî kayê!
Ji te ra ê serî danî; bilind bû ew giha banî!
Lê ê ‘isyan kirî-l ber te; zelîl in ew-l her dinyayê