Tewhîda ku di wêjeya Îslamê de bi peyva “La îlahe îllallah” hatiye îfadekirin, ji bilî Xwedayê mezin, redkirina hemû xweda, rebb, me‘bud û pûtan e. Divê ev yek bêguman di dil de were pejirandin.
Îmam Gazalî li ser vê mijarê wiha dibêje: “Yên ku di warê fezîletê de ne, hem bi me’na û hem jî bi gotina kelîme-î tewhîdê, hundir û derveyê xwe xemilandine.”
Bêguman wan di dilê xwe de bawer kir û her dem bi zimanê xwe ev gotin digotin heya ku di Qur’anê de pesnê wan hat dayîn.
“Xweda, melaîket û yên ku edaletê pêk tînin, şahidî kirine ku ji wî pêve tu Xweda tune.”
“Tewhîd, berî her tiştî tê wateya mezinbûneke derûnî ya ku xwe bi teslîmbûna ji heyînekî serdest re nîşan dide.”
Mirov li cihê ku lê dijîn, rêz û rêzê dixwazin. Bi vê armancê rêveberekî hildibijêrin. Dizanin ku ger ji yekî zêdetir hukumdar hebin, dê kaos û tevlihevî çê bibe. Pir ‘ecêb e; kesê ku bawer dike ku ji bo nîzam hebe û saxlem bimeşe, divê kesekî serdest hebe û vê yekê di jiyana civakî de di pratîkê de bi cih tîne, îddia dike ku di afirandin û birêvebirina vê kaînatê de ji yekî zêdetir Xweda hene.
Lê belê, ji ber dizane ku ji yekî zêdetir hukumdar hebin, dê bibe sedema kaos û tevliheviyê, ji lew diviyabû ku ew hebûna yek Xweda qebûl bike, ne ku ji Xwedê re şirîkan çêke. Qur'an bi zimanekî her kes jê fêm bike diyar dike ku pirbûna îlahan, dê bibe sedema kaos û tevliheviyê. “Eger li erd û asîmanan ji bilî Xwedayê mezin îlahên din hebûna, dê nîzama wan xera bûbûya.”
Qur’an hemû bawerî û ramanên ku li dijî tewhîdê ne, bi tundî red dike. Ew baweriya şirîk a ku di şiklê pûtperestiyê de derketiye holê, her wiha bawerî û ramanên ku bi şeklê sêtî (teslîs) û mîna wan derketine jî red dike. Di vî warî de li cihên cûrbecûr bersiva baweriyên Fille û cihûyan dide û wan vedixwîne baweriya yekîtiyê. Qurana Pîroz, bi zimanê Îsa (‘e. s) ehlê kitêbê vedixwîne tewhîdê û dibêje ku ew (Hz. Îsa), ne xweda ye û ferman nedaye wan ku wî wek xweda bihesibînin.
Rastiya ku gerdûn sêwirandineke (tasarimeke) tekûz e; ev sêwirandin ji dema çêbûna xwe ve bêqisûr û nazik xebitiye; ev pêvajo tu carî têk naçe; girêdan, têkilî, hevseng û hwd di navbera hemû zindiyan û nezindîyan de berdewam e û têkilîya wan bi hevdû re, tewhîdê diqîre.
Meriv, rêza ekolojîk a di hundurê gerstêrka bi navê Erd de ku ewqas bêkêmasî hatîye sêwirandin, fêm neke ku ji çavkaniyeke yekane tê rêvebirin, bêaqilî ye. Ma sêwirandina mirovan kamil û ev sêwirana di nav bi milyaran mirovan de neguherî derketiye holê, bi tena serê xwe, ma ne mizgîna tewhîdê ye?
Nirxên exlaqî yên ku ji hêla olî ve têne diyarkirin, cîhanê ji kaos, anarşî û betaliyê rizgar dikin. Eşkere ye ku kesên bê nirxên exlaqî di jiyana civakî de çiqas xeternak in. Gelek caran hatiye dîtin ku mirovên ji Xwedê natirsin, çiqasî cinawir dibin. Nirxên olî, mirovan ji hovîtiyê rizgar dikin. Nirxên giyanî yên ku ol dihewînin, ruhê mirov têr dikin û wî ji hêla giyanî ve xurt dikin.
Mirov ne tenê laşekî madî ye. Aliyê wê yê me’newî jî heye. Dîn ji vî aliyê me’newî ve, mirovan terbiye dike û têr dike. Baweriya bi Xweda û axretê, rehetîyê dide dil. Baweriyê dide ku jiyan îmtîhanek e yek ji van ceribandinan e, meriv li hember wê sebir bike, meriv xwe bispêre Xwedayê mezin û di jiyana piştî mirinê de meriv bigihêje hev.
Tewhîd merivan ji evdîtîya gelek îlahan derdixe û dike evdê yek Xwedayî. Evya jî azadîyeke mezin e.