Di tebî’etê xwe de tesewwûf û edebiyat du cereyanên (rêbaz) gelek nêzîkî hev in. Di bingeha her duyan de jî xweşikkirin heye. Edebiyat kelîmeyeke ‘Erebî ye ku ji “edeb”ê tê, bi me’na “nivîsandî” tê bikaranîn, şaxek ji hunerê ye. Îfadekirina hissiyat, raman, xiyal, bûyer, rewş an her tiştê din bi şêweyekî xweşik û bi awayekî bandorker bi nivîsî yan jî bi devkî ye. Wesîleyên wê peyv û deng in, meqseda wê însan e. Tesewwûf jî ji “sûf” bi me’na hirî yan jî ji “sefwet” a bi me’na paqijiyê tê ku jiyana me’newî û maddî xweşik dike û paqij dike.
Tesewwûf heyateke me’newî ye ku ji girêdana bi Qur’an û Sunnetê peyda dibe. Bi tesewwûfê însan ‘elaqa xwe bi Ellah Te’ala re qenc dike û ji masîwa dibire, qelbê xwe paqij dike, nefsa xwe terbiye dike, exlaqê xwe xweşik dike û bi zikrê Xwedê xwe perwerde dike. Mutesewwûfan camêrtiya Hezretî Îbrahîm, rizaya Hz. Îshaq, sebra Hz. Eyyûb, îşareta Hz. Zekeriya, ğerîbtiya Hz. Yehya, ‘ezma Hz. Mûsa û muhebbeta Hz. Muhemmed sallallahû ‘eleyhî wesellem ji xwe re çavkanî qebûl kirine û tesewwûfê li gora merhela ji hev veqetandine. Bi kurtasî ku te’rîf kirine, gotine: “Tesewwûf, di zahir û batin de pêkanîna adabên şerî’etê ye.”
‘Ulemayê tesewwûfê dibêjin Resûlullah ‘eleyhîsselatû wesselam hinek sehabiyên xwe hînî zikran kiriye. Usûlen van zikran ji teref neslên paş wan ve hatiye dewamkirin û tesewwûf hatiye wucûdê. Ji van sehabiyan zikrên ku ji Hz. ‘Elî û Hz. Ebûbekir hatine bi silsileyiên ji hev cuda gihaştina heta roja me. Sehabiyên wek ‘Emmarê kurê Yasir, Xebbabê kurê Eret, Bîlalê Hebeşî, Selmanê Farisî, ‘Ebdullahê kurê ‘Umer û çend hebên din helqaya yekem a tesewwûfê tên qebûlkirin. Di pişt van re ji tabi’îyan Uweysê Qerenî, Kumeylê kurê Ziyad, Se’îdê kurê Museyyeb, Hesenê Besrî, Malik kurê Dînar, Îbrahîm kurê Edhem, Rabî’a ‘Edewiye, Şeqîqê Belxî, Me’rûfê Kerxî, Cabir kurê Heyyan û hinekî din jî helqaya duyem tên qebûlkirin. Di sedsala 1’em û 2’yem a hicrî (7 û 8 ê mîladî) de bajarê Medînê, Kûfe, Besra û herêma Xorasanê navendên jiyana zuhd û teqwayê bûn.
Ji sedsala 3’yem a hicrî û vir ve gelek kitêbên tesewwûfê hatine nivîsandin ku di wan de behsa qelb, rûh, nefs û haletên wan, adab û exlaqên mirîdan, halet û meqamên tesewwûfê, ewrad û du’a, ji hêla fiqhî ve îbadet, tesewwûfa li gora Qur’an û Sunnetê, ğeletî û xurafatê tesewwûfê û di tesewwûfê de xetta ehlê sunnetê hatiye beyankirin. Ji ‘Esra Se’adetê vir ve jî gelek silsileyên zikrê yên tesewwûfê hatine wucûdê û bi navên ji hev cuda terîqet çêbûne. Wek terîqeta Kazerûniye ku tê nisbetdan bi bal Ebû Îshaqê Kazerûnî ve, terîqeta Qadirîye ku tê nisbetdan bi bal ‘Ebdulqadirê Geylanî ve, Rafi’îye ku tê nisbetdan bi bal Ehmedê Rafi’î ve, Suhrewerdiye ku tê nisbetdan bi bal Şehabeddînê Suhrewerdî ve, Şazeliye ku tê nisbetdan bi bal Ebû Hesenê Şazelî ve, Yesewiye ku tê nisbetdan bi bal Ehmedê Yesewî ve, Neqşebedîye ku tê nisbetdan bi bal Behaeddînê Neqşebendî ve û her wekî din ji vana bi dehan terîqet çêbûne. Û bi dehan mil û şu’be ji vanan veqetiyane û li ‘alema Îslamê belav bûne, hem jiyana dînî di nav Muslumanan de bi can kirine hem jî li gelek ciyan bûne wesîla hîdayeta xelkê ğeyrîmuslim.
Ji roja ku tesewwûf di ‘alema Îslamê de hate wucûdê û hereketên tesewwûfê dest pê kirine di nav Kurdan de jî dest pê kiriye. Di destpêka tesewwûf û terîqetê de behsa gelek ‘alimên sûfî yên Kurd tê kirin û navên wan derbas dibe. Di kitêba “Nefexatul Uns” a ku Mewlana Camî telîf kiriye de navê gelek sûfiyên Kurd derbas dibe. Bes van mutesewwûfên Kurd heta sedsala 10ê mîladî jî bi zimanê xwe kitêb nenivîsandine. Heta wê demê bi zimanê ‘Erebî û Farisî nivîsandine. Di destpêka vê sedsalê de Baba Tahirê ‘Uryan bi zaravayê Lorî ruba’îyan nivîsandiye. Di dûv re ‘Ebdussemedê Babekê Hekkarî û ‘Eliyê Herîrî jî şi’rên xwe bi Kurdî nivîsandine. Heta sedsala 15ê mîladî jî kîtabên bi quwwet nehatine nivîsandin û tesîra edebiyata Kurdî xwe nedaye nîşandan.
Bes ji alîyê civakî ve tesewwûfê di nav Kurdan de tesîreke gelek mezin çêkiriye. Di sedsala 15 û 16’an de Şukriyê Bedlîsî û Şerefxanê Bedlîsî gelek qesîde û şi’r nivîsandine û di nav xelkê de belav bûne.
Heta sedsala 17’an terîqeta Qadirî di nav Kurdan de bi hêztirîn terîqet bûye. Jê wir ve Suhrewerdî, Xelwetî, Neqşebendî û Şazelî jî xwe didin nîşandan. Di vê serdemê de Melayê Cizîrî derdikeve û hem di edebiyata tesewwûfî de hem jî di edebiyata giştî de mîsal û pêşkêş tê qebûlkirin. Mela bi şi’rên xwe îsbat kir ku di edebiyata tesewwûfê de zimanê Kurdî ji yê Farisî û ‘Erebî ne kêmtir e. Ji şi’rên xwe yên edebî û ‘ilmî Dîwan telîf kir û ev Dîwan cesaret da yên pey xwe ku ew jî bi Kurdî şi’r û telîfa binivîsin. Şi’rên Mela ji Cizîra Botan ber bi Kurdên Anadolê, Îran û ‘Iraqê ve belav bûn, nêrînên wî yên tesewwûfî bi wesîla van şi’ran di nav sofiyan de cî girtin. Di pey Mela re Feqiyê Teyran û Şêx Ehmedê Xanî ev xet meşandin û mirov dikare bêje Mewlana Xalidê Şehrezorî jî ku bi ‘Erebî û Farisî dinivîsand, bi tesîra Mela dest bi nivîsandina şi’rên Kurdî kir. Wek Pertew Begê Hekarî, Şêx Nûreddînê Birîfkanî, Osman Mehwî, ‘Ebdurrehman Wefayî, Hecî Qadirê Koyî, Mela Ehmedê Nalbend û gelek şa’irên din bi tesîra Mela bi Kurdiya bakûr û başûr diwan nivîsandin.
Mela ji terîqeta Neqşebendî bû; sofî bû lê sofîyekî muderris bû, gelek îhtîmam dida ‘ilmê. Ewî riyeke gelek qenc vekir ku medrese û tesewwûf bi hev re bimeşin û bi şeklekî edebî tesewwûf ji xelkê re were gotin da ku xelk bi kêf û coş xwe li ‘aliman bigre. Mirov dikare bêje; bi wesîleya Dîwana Mela, komelgeha Kurd û medrese û tesewwûf bi hev ve mezc bûn.
Ku em tên sedsala 19’ê mîladî em damezrînerê terîqeta Xalidîye Mewlana Xalidê Şehrezorî dibînin. Bi derketina Xalidîtiyê tesîra îşraqîtî û wehdetulwucûdê kêm dibe; wek reqs û sema’ û hal û hereketên ku bingehên şer’î ji wan re tunene ji reğbet dikevin. Di bedêla wan de fêmberiya terîqeteke li ser esasên şer’î û sunnetê derdikeve pêş û ev rewş di nav Kurdan de gorrankariyeke qenc di jiyana dînî peyda dike.
Mewlana Xalid bi ‘eqîde Eş’erî, bi ‘emel Şafi’î, bi terîqet û meşreb Neqşebendiyê Muceddîdî ye. Muessisê terîqeta Neqşebendiya Muceddîdîye; Îmamê Rebbanî Ehmed Farûqê Serhendî ye. Leqeba wî “muceddidê elfê sanî” ye, yanî “muceddidê hezar sala duyem” e. Îmamê Rebbanî li hember tesewwûfa nezerî tesewwûfeke li ser esasê Qur’an û Sunnetê derxist pêş, li hember bid’eta mucadele kir û gazî şopandina li ser riya şerî’etê kir. Mewlana Xalid jî xwe bi terîqeta Neqşî ya Muceddîdîye ve girt û usûl û bingehên vê terîqetê belav kir. Ji ber ku Kurd e, ji qebîla Caf û xelkê Qeredağa Silêmaniyê ye, tesîra wî ya mezin li mentiqa Kurdan çêbû. Rêç û rêbaza Melayê Cizîrî ji nû ve pratîze kir û geştir kir. Zêdeyî sed xelîfeyên xwe yên Kurd li ‘alema Îslamê belav kir. Ji Silêmaniyê û Hewlêr bigire ber bi Mûsil, Kerkûk, Îmadiye, Cizîr, ‘Entab û heta bigîje Mekke, Medîne, Besra û Beğdayê; ji wir ber bi Hindistan, Efğanistan, Dağistan, Misir, Meğrib û heta bi ‘Ummanê belav bûn. Şêxên Nehr,îyan, Barzanîyan û Şêx Se’îdê Pîran jî Xalidî ne.
Mewlana Xalid, ji bo fêrkirina şopandina Sunnetê gelek xebitî û vê xebata xwe kir esas û bingeh ji bo terîqeta xwe. Bi vî rengî komelgeha Kurd a Musluman bi jiyana Îslamî ya Esra Se’adetê ve girê da. Ev yek jî li hesabê cereyana sekulerîzma modern nayê; loma gelek hewl dide ku reng û riya komelgeha Kurdan biguherîne bi bal xwe ve. Bi vê meqsedê jî di merhela yekem de li ser qeli’andina şêx û mela û medreseyan dixebite.