Elbet Melayê Cizîrî ji ber ku hem şair, hem mudderîs, hem jî mutesewwûf bû tesîreke wî ya mezin li ser şair, edîp, mela, şêx û meşayîxên Kurd hebû û hêj jî heye. Hem di medrseyan de hem di tekyeyan de daîma Dîwana Mela, wek ders hatîye xwendin. Di babeta belaxet û edebîyatê de bûye mîsal. Di helqeyên terîqetê de mûrîd bi helbestên Mela hatine cezbeyê. Hetta carinan hinek melayan dîwana Mela ji xwe re kirine şahid û bi îşaretên helbestên wî pirsgirêkên xwe hel kirine. Wek mînak dema ku ji bo Serhildana Bedlîsê diçin ba Seîdê Nûrsî da ku alîkarîyê jê bixwazin Nûrsî ji wan re dibêje: “Werin bila Dîwana Mela ji bo me bibe hekem. Emê tefeûlen Dîwanê vekin eger ew çi bêje emê wisa bikin.” Û ew dîwanê vedikin û ev beyt derdikeve pêş wan:
Hin ji nik dêrê ve tên qesta keniştê hin dikin
Ney ji van im ney ji wan im min derê xemmar-i bes
Ustad vê beytê wek îşaret qebûl dike û di warê serhildanê de bê teref dimîne, vedikişê. Ev jî bi me nîşan dide ku Melayên Kurd ehemmîyeteke mezin didin dîwana Mela. Di warê edebîyat û helbestê de kesên sekuler daxil tesîra Mela li ser giranîya Helbestvanên Kurd heye. Gelek şairan di helbestên xwe de Mela teqlîd kirine. Gelekan jî texmîs û nezîre li ber helbestên Mela nivîsîne. Ji wan çend kes ev in:
Weda‘î, Şêx Evdilqadirê Hezanî, Hacî Qadirê Koyî , Mela Nezîrê Bedewî, Seyîd Qedrîyê Haşimî, Ehmedê Xanî, Mîna, Perto Begê Hekkarî , Siyahpoş, Bekir Begê Erizî, Şêx Nûreddînê Birîfkanî, Mela Mihemedê Liceyî, Şêx Evdirehmanê Extepî, Mela Nezîrê Bedewî, Seyid Qedrîyê Haşimî , Şêx Hesîbê Extepî, Seyid Eliyê Findikî, Mela Zahirê Tendûrekî, Mela Ehmedê Heyderî, Ehmedê Kor, Mela ‘Ebdulfettahê Hezroyî, Mela Beşîrê Bedewî, Şêx Memdûhê Birîfkanî, Mela Yasîn Yusrî , Ismetullahê Karazî û…hwd bi dehan helebstvanên din li ber helbestên Mela texmîs û Nezîre nivîsî ne.
Tesîra Dîwana Mela di Mekteb û Zanîngehan de
Bi rastî çi modern, çi kilasîk Kurd di warê parastin û pêşvebirina ziman de deyndarê Mela û medreseyan in. Digel gelek astengî û zehmetîyên dijwar eger dengbêj û melayên me tunebana belkî îro em ji zû de asîmîle bûbûn. Bi xêra dengbêj û melayan ziman û nasnameya me li piyan maye. Xweda ji wan razî be. Em dikarin bibêjin dema ku di zanîngehan de beşa zimanê Kurdî vebû, di destê mamosteyên me de wek materyal Dîwanên Mela û Bandên dengbêjan yekûneke mezin digirtin. Heta nuha di zanîngehan de bi sedan têz hatine çêkirin. Têzên ku li ser dîwan û dîwançeyên melayan hatine çêkirin bi sedan in. Di nav wan de bi dehan jî têz li ser Dîwana Mela bi Zimanê Kurdî hatine çêkirin. Dîwana Mela ji teref lêkolîneran ve ji hêla “estetîk, felsefe, tesewif, muzîk, kelam, tefsîr, mîtolojî, tarîx û… hwd” ve hatîye nirxandin û hêj tê nirxandin. Bes lêkolîner hêj jî jê têr nebûne. Bi qasî ku ez dizanim ta nuha ji teref xanimeke Kurd ve bi navê Şebçirax Romanek jî li ser Mela hatîye nivîsandin.
Çend Mijarên Muhîm ên ku di Dîwana Melayê Cizîrî de Hatine Zikirkirin.
Bi rastî mirov dikare ji hêla gelek babetê ilmê yên wek felsefe, kelam, astrolojî, tefsîr, felekîyat, hedîs û… hwd ve Dîwana Mela binirxîne. Lê ji ber ku sînorê nivîsa me mehdûd e em dikarin bibêjin ku di Dîwana Mela de mijarên wek “ Tewhîd, Nubuwet, Wehdetî Wicûd, Heşir, Zuhd, Teqwa, Sedaqet, Evîn, Cennet, Cehennem, Sema, Hor û Xilman, Îrşad, Murşîd û …hwd hatine zikirkirin. Lê ji ber ku sînorê vê nivîsê mehdûd e em dê li vir tenê gîrîzgaha helbesteke Mela teqdîmî we bikin û xatir ji we bixwazin. Lewra giranîya fikr û ramanên Mela di vê helbestê de mundemîc in.
Heta jimara din emanetî Xweda bin. Em ji we re duadar in û ji duayê we hêvîdar in. Fî emanîllah
Allah sehergaha ezel yelmumê ‘işqê şu’le da
Nûra cemala lem yezel zatê tecellaya xwe da
Zatê tecella bû li zat bê ism û asar û sifat
Sirra hurufên ‘alîyat xef bû di sitr û perde da
Zatê muqeddes bû wucûd coşiş neda bû behrê cûd
Wesf û îzafat û quyud yek jî tecellayê neda
Husn û cemalê xwest evîn vêkra di yek zatî cevîn
Nûra qedîm bu ‘işq û vîn wan lêki naz û ‘işwe da
‘Işqa ji nûra la yezal, husn û cemala bê mîsal
İysandi yelmûm û şemal dîsa xwe lê perwane da
Husn û mehebbet her hebû, Heq ‘aşiqê zatê xwe bû
Muhtacê husnek dî nebû, neql û rîwayet pê we da
Burhan-i ‘eql ew kir qiyas, ism û kemalatên di xas
Ewwel elîfê pê bi nas vê nûrê ew pertew veda
---------------------------------------------------------
Ehsen ji vî nezmê letîf, çendî subuk hatî xefîf
Mehbûb bi destê xwey şerîf, neqdê me muhr û sikke da
Ehsen ji vî wesfê refî,’ eşkal û ewda‘ên bedî’
Têtin ji nûrê wek reqî,’ bê‘eyb û nûqsan û rexne da
Ehsen ji vê wed‘ê Mela, eşkalû ewsafên hela
Lew dil bi wan bû mubtela cezbe w celale d’ sîne da