Demekê di taxekê da mirovekî maldar dijîya. Du gedên wî hebûn. Belê zarokên wî, nehewî, bêcir û xerab bûn. Ji cîranê wî, mirovekî pîr ‘aqilmend, xweşexlaq ku gelekî jê hez dikir hebû. Rojekê vî pîrê hêja jê re got: “Cîran, tu van zarokên xwe bişîne ber mellê, terbîyekê bide van zarokê xwe û ‘ilmên dînî pêş wan ke jibo te wê pir bixêr be. Lewra zarokên ‘ilmên dînî di’elimin, exlaqên wan xweş dibe. Li min guhdar bike, tu xortî, belê ez ixtîyarekî roj û dewran derbaskirî me. Bila melle dersên edeb, terbîye, dîn û exlaq pêş wan bike. Piştra tê re’het bikî, gelek dua ji min re bikî û bixêr yad bikî.”
Bavê zarokan kesekî zêde bêtecrube bû, pêre jî jibo maldar bû kûr û dûr nedifikirî. Lewra xort bû. Hebekî jî zêde biser dinyayê ve bû. Jiber wê hem qîmet neda gotina cîranê xwe yê aqilmend û hem jî jê ra wiha got: “Ezê ji zarokên xwe re serweteke mezin bihêlim. Ev mal û milk besî wane, ne muhtacî dersên dînî û exlaqî ne.”
Di ser vê xeberdana wan da dem herikî, deh sal buhurîn. Rojekê zilam di firavînekê de ji kurê xwe yê biçuk re dibêje: “Berxê min, tu karî qedeheke av bidî min?” Kurê biçuk, ji bavê xwe re dibêje: “Bavo! Wa av li wire, qedeh li wire, sura‘hî li wire, avê ji xwe re dagir û vexwe.” Kurê wî yê mezin li gor aqlê xwe di‘hezine û xwe davê nav gotinê. “Bavo! Ma tu wî nasnakî, exlaqê wî nizanî. Çima tu jê avê dixwazî, sura‘hî wa li wire, deste xwe bavêjê, ji xwe re dagire, vexwe û hinekî jî bidîyê.”
Belê çîroka me li vir qedîya. Ka em binêrin bê ji vê çîrokê em dikarin çi ders û şîretan ji xwe re derxin:
Yekemîn: Zarok fêkîyên malbatê ne. Mirov di pêş de bixwaze wan çewa bibîne, wan wilo bigihînin.
Duyemîn: Zarok sermaya dinya û axretê ne. Ê ku li dinyê wan bidest bixe, yan jî bi gotineke din ê ko dinya wan têxe bin xizmeta axîreta wan, di dinya û axretê de wan bi dest dixe.
Sêyemîn: Maldarîya mezin ewe ku mirov karibe exlaq û edebê bide zarokan. Zarokên bê edep û exlaq mezin bibin, jibo dê û bav xisarin.
Çaremîn: Zarok îmtihanin, ya emê bi zarokan wenda bikin, ya emê bi wan biser kevin.
Pencemîn: Zarok di mesulîyeta mirovan dene. Barê berpirsyarîyê girane, divê em jê haydar bin û heqê wê bidin. Em şirîkê qencîya wan, xerabîya wan jî ne.
Îca divê berî her tiştî em li xwe binêrin, piştra li zarokên xwe, li terbiye û edeba wan, rewşa wan binêrin. Wesselam.
Fatih Akman