Pesn û hemdên bêjimar ji rebbê me Xwedayê ‘aleman re bin.
Teknoljȋ ji huner ȗ zanȋnê pêk tê. Li gorȋ hewcedariyên ȋnsanan bi destxistina zanyarȋ ȗ qabilȋyetê ye. Ev zanyarȋ ȗ qabilȋyet bi hev re dimeşin ȗ hev dȗ temam dikin. Bi awayekȋ kurtasȋ em dikarin bibêjin Teknoljȋ, di pêvajoya mirovahiyê de çalakiyên mirovan e. Ango Teknoljȋ sepandin ȗ tetbȋqkirina zanistê ye ȗ çalakiyek ȋnsanȋ ye.
Di Teknoljiyê de ji zanistê wêdetir pratȋkbȗn hȋn pêştirê. Ji bo berhemeke teknoljȋk derkeve holê divê berȋ her tiştȋ em di derbarê vê berhemê de agahȋ ȗ zanyariyên zanistȋ dest bixin. Ango pêşȋ li ser mijarê lêkolȋn tê kirin ȗ piştre zanistek derdikeve holê. Di şewqdayȋn ȗ pêşengiya vê zanistê de jȋ berhemek teknoljȋk derdikeve holê.
GIRȊNGIYA TEKNOLOJIYÊ
Teknolojȋ di jiyana me ya rojane de cihekȋ girȋngtirȋn digire. Di roja ȋroyȋn de di gelek alȋ ȗ mijaran de gelek daxwaz, hewcedarȋ ȗ pirsgirêkên mirovan hene. Ji bo van pirsgirêkan çareser bike ȗ hewcedarȋ ȗ daxwazên me bi cih bine teknolojȋ derdikeve qadê ȗ vê armancê hildigre ser milê xwe.
Gava ku em li jiyana xwe ya rojane dinihêrin em dibȋnin ku gelek amȗrên em bikartȋnin bi saya teknolojiyê ketine dinyaya me. Ji bo em girȋngiya teknolojiyê fam bikin, divê em tunebȗna wê bihesibȋnin ȗ piştre lê binihêrin ku ka gelo bi awayekȋ neyȋnȋ çawa bandor li jiyana me kiriye. Wê gavê emê têbigȋhêjin ku îro teknolojȋ bȗye perçeyek jiyana me. Jiyana me hêsantir ȗ xweştir dike. Heman awayȋ ji bo welatek pêş bikeve ȗ ji aliyê pȋşesaziya hilberȋnȋ ve bê asteke baş divê teknolojiya wȋ welatȋ jȋ serkeftȋ be.
SȖDÊN TEKNOLOJIYÊ
- Teknolojȋ, ji bo famkirin ȗ zelalkirina qanȗnên Xwedayê Teala amȗrek e.
- Bi saya teknolojiyê danȗstandinên agahȋ ȗ zanyariyan hêsantir bȗne.
- Bi navgȋna teknolojiyê gȋhaştin ȗ peydakirina zanyarȋ ȗ agahiyan hȋn leztir ȗ hêsantir bȗye.
- Jiyana ȋnsanan bi taybeti jȋ ya rojane hêsantir bȗye. Mȋnak em dikarin ȋro li ser malpera ȋnternetê jȋ danȗstandinê bikin. Ev rêbaz jiyana ȋnsanan hêsantir ȗ rengȋn kiriye.
- Ȋnsan hest, fikr, raman ȗ daxwazên xwe bi şêwazek nivȋskȋ ȗ bilez dikarin ȋfade ȗ parve bikin.
- Di çarçoveya tenduristiyê de di teşhȋs ȗ çareserkirina nexweşiyan de hȋn zȗtir ȗ hêsantir rol dilȋze.
- Niha bi saya teknolojiyê em dikarin di demeke kurt de ji cihekȋ derbasȋ cihekȋ din bibin. Ango veguhestin hêsantir ȗ kurtir bȗye. Mȋnak bi navgȋnên wek wesaȋt, otobus, trên, balafir ȗ her weki din cihê ku em dixwazin bigihêjnê bi awayekȋ hêsan ȗ hȋn zȗ em digihêjin. Xulase ji bo veguhestinê teknolojiyê cihê dȗr nêzȋk kiriye.
- Bi saya kompȋtur ȗ ȋnternetê em dikarin bigihêjin çardorê dinyayê. Bi pêlêkirina bişkokekê em dikarin bigihêjin mȋlyonan kesan.
- Di qada perwerdehiyê de jȋ sȗdên teknolojiyê dixuyin. Hem perwerdehiyek hȋn bi bandor hem jȋ perwerdehiyek hêja ȗ mayȋnde tê dayȋn.
- Em ȋro bi navgȋna teknolojiyê karên xwe hȋn zȗtir dikin ȗ heman awayȋ ew qas jȋ nabetilin.
- Bi destxistina zanyarȋ ȗ agahiyan hȋn hêsantir bȗye ȗ em dikarin li ser ȋnternetê pirtȗk, rojname, kovar ȗ hwd. jȋ peyda bikin.
- Bi saya teknolojiyê nexweşȋ hȋn zȗ tê dȋtin ȗ li gorȋ vê zȗ dȋtinê jȋ tedawȋ hȋn zȗ pêk tê.
- Bi riya teknolojiyê ȋnsan hȋn pir bi hev re dikeve têkiliyê ȗ hȋn zȗ digihêjin hev.
- Mixabin ȋro dewletên cȋhanê jȋ bi amȗrên teknolojiyê bandor ȗ serdestiyê li hev dikin. Ev jȋ tê wê wateyê ku ji aliyê teknolojiyê ve kȋ hȋn bi pêştir be ew kes an jȋ hêz, li gorȋ der ȗ dora xwe ew qas serdest e ȗ rişma wan kes ȗ hêzan jȋ dike destê xwe. Ev heqȋqetek rastȋn e ku li pêşberȋ me sekiniye. Divê em bawermend jȋ ji bo di bin bandora wan de nemȋnin ȗ li ser wan serdest bin, divê em teknolojiyê li gorȋ berjewendiyên baweriya xwe bi kar bȋnin.
- Xulase teknolojȋ ji jiyana me bê derxistin gelek kesên bi teknolojiyê bȗne hemhal wek ew masiyên ku ji nav avê derketiye ewê biperpitin ȗ heman awayȋ jiyan ji wan kesan re bê wate ȗ dijwar bibe.
XISARÊN TEKNOLOJÎYÊ
Mixabin çi qas başȋ, xweşȋ ȗ sȗdên teknolojiyê hebin, ew qas jȋ xisarên wê hene. Ev xisarên teknolojiyê em dikarin wiha rêz bikin:
- Ȋnsanan dike nava helwestek tebatȋ ȗ teral.
- Ȋnsanan hȋnȋ hazirbȗnê dike.
- Ȋnsan bȗne wek kesên serfkar ȗ tenê xerc dikin.
- Gemar ȗ qirêja hawirdorê zêde bȗye.
- Xweza, ji fitrata xwe hatiye dur xistin ȗ her wiha hatiye herimandin.
- Bi sedema teknolojiyê gelek nexweşiyên nȗ yên cȗr bi cȗr peyda bȗne.
- Ȋnsanan, bi çalakiyên xwe yên cȗr bi cȗr “Germahiya Gerdȗnȋ” pêk anȋne. Germahiya gerdȗnȋ ji xisarên teknoloiyê ya herȋ bi bandor e ȗ her diçe hȋn xeternak dibe.
- Amȗrên teknolojiyê yên ku em li mala xwe, li cihê karê xwe ȗ der ȗ dora xwe dixebitȋnin exlebê wan bi karebayê(Elektrȋk) dixebitin ȗ ev rewş li ser ȋnsên bandorek neyȋnȋ çêdike.
- Ji bo kar ȗ barên pȋşesaziyê bi destxistina maddeyên xam siruşt tê wêrankirin ȗ daristan tê talankirin.
- Bi riya teknolojiyê çekên kȋmyevȋ yên ji bo tevahiya ȋnsanan metirsȋyê di xwe de dihewȋnin tê hilberȋn. Mȋnak wek bombeya atomê ȗ bikaranȋna wê ya li Horoşȋma ȗ Nagazakȋ. Her wiha bikaranȋna çekên kȋmyevȋ li Hama, Hȗmȗs ȗ Halepçe ȗ hwd.
- Digel makineyȋbȗnê hewcedariya ji ȋnsên jȋ kêm bȗye ȗ hejmaran kesên betal, bêkar ȗ bêxebat jȋ zêde bȗne.
- Ȋnsanan ji xwezaya wan qut dike ȗ dibin mȋna robotan.
- Êdȋ zarok dibin wek zarokên teknolojiyê ȗ ew germahiya berê ya mal ȗ malbatê diçilmise.
- Têkiliyên ȋnsanȋ qels dibe ȗ diderize.
- Têkiliya civakê ȗ ȋnsanan ya rȗ bi rȗ gelekȋ kêm bȗye. Êdȋ ȋnsan bi saya medyaya civakȋ digihêjin hev ȗ mixabin ev helwest têkilȋ ȗ perwedehiyên ȋnsanan qels ȗ kêmnirx dike .
ENCAM
Teknoloȋ ȋroj li vê hevdema ku em tê de dijȋn bi awayekȋ leztir diguhere. Digel vê guhertinê hem jiyana me ya şexsȋ hem jȋ ya civakȋ bi xwe re diguhêre. Heman awayȋ hem kesan hem jȋ civakê manȋpule dike. Ev manȋpule li ser kes ȗ civakê car caran bandorek erênȋ ȗ carcaran jȋ bandorek neyȋnȋ çêdike. Teknolojȋ, li ser çanda civakȋ jȋ guhertin ȗ bandorê pêk tȋne. Mȋnak çawa ku heyamên berê em li ser xanȋ(banȋ)yan vediketin ȗ ev rewş bibȗ perçeyek ji çanda me. Lê belê piştȋ ku klȋma derketin êdȋ çanda me hat guhertin ȗ ȋnsanên me dev ji veketina ser xanȋ(banȋ)yan berdan. Berê xwe dan hundirê malê. Ji vê mijarê jȋ dixuye teknolojȋ li ser çand ȗ jiyanê bandordar e ȗ di dinyaya ȋnsanan de guhertinan pêk tȋne. Li ser vê dinyaya ku em li ser dijȋn teknolojȋ serdest e ȗ mora xwe lê xistiye. Ji ber vê yekê em nexwazin jȋ em nikarin ji vê rastiyê dȗr bikevin ȗ jiyana xwe dirust bikin. Ev derfetên teknoloiyê ji nȋmetên Xwedayê Teala ne ȗ divê em vê yekê baş bizanibin ku emê ji vê yekê jȋ bên ȋmtȋhankirin. Zarên Ademȋ hem evdên Xwedayê Teala ne ȗ hem jȋ xalȋfe ȗ nȗnerê Wȋ nin. Peywira ȋnsên ew e ku li ser rȗyê dinyayê bi nirxên manevȋ-rewanȋ pêşketina xwe ȗ ȋnsanan pêk bȋne. Ew tiştên ku ȋnsanan ji fitrata wan dȗr dixe ji holê rake ȗ teknolojiyê tenê wek amȗrekê bi kar bine. Bila armanca me bi saya van amȗrên teknolojiyê nȋmetên rebbê xwe hȋn baş pê têbigihêjin ȗ wek navgȋnekê bi kar bȋnin. Ango ji bo armanca sereke ya razȋbȗna Xwedayê Teala divê ev derfetên teknolojȋk em di cih de ȗ bi awayekȋ erênȋ, guncav ȗ helal bi kar bȋnin. Dawiya doza me her dem şikurkirina Xwedayê Rebbûl ‘Alemîn e.