Pesn û hemdên bêjimar ji Rebbê me be ku ew Xwedayê aleman e. Damezirandina komeleyê, ji bo erdnigariya Îslamê, taristan bû. Gava ku em li dîroka komeleyê ya qirêj û stemkar dimeyzînin; em hîn dibin ku nexasim di qada perwerdehiyê de laş û giyan ji hev dû hatine qutkirin. Ango têkiliya rûh û beden ji hev hatiye birîn. Ji bo vê armanca şeytanî pêk bînin jî, projeyên nexwecihî hatine sepandin. Bi saya van projeyan dixwestin mirovên ku laş û bedenên wan biriqandî ne, lê rûhê wan pûç û vala derxin holê. Ev helwesta hanê hem di nav sekulerên Turk de hem jî yên Kurd de hate reng û dengvedan. Di nav Turkan de di sala 1924’an de û di nav Kurdan de jî di sala 1928’an de weke projeyeke neyartiya Îslamê hate rêvebirin. Lê jêdera van her du projeyan jî heman çavkanî bû. Bi vê armancê ji bo bingeha perwerdehiya Turkiyeyê bê avakirin û sazkirin, bangî yekî cihû kirin. Ev kesê cihû John Dewey bi xwe bû. Li ser bangewaziya Kemal, ev cihûyê hanê hate Turkiyeyê û ev projeya ku bîr û baweriyê li derveyî qada perwerdehiyê dihêle, ji aliyên rayedarên xwecihî û pêlîstokan ve hate meşandin û sepandin. Êdî zarokên ummetê ji bîr û baweriya xwe hatin dûrxistin. Mîna dar ji kokên xwe ve bê qutkirin. Medreseyên ku di heyama Îslamê de weke navenda ‘ilm û hîkmetê bûn û weke nasnameya gelê Misilman nîşan didan, êdî qedexe bûn. Pêşeng û alimên ku li ser xaka Turkiye û Kurdistanê nûnertiya Îslamê dikirin, dihatin darvekirin. Xwendin û fêrbûna ‘ilmên Îslamî hatibû astengkirin. Êdî Misilman li welatê xwe bûbûn xerîb û perîşan û stembar.
Di vê qonaxê de gelek kesayetên navdar û qedirbilind li hember vê rewşa hanê serî hilda bin jî; ev serhildanên birûmet û giranbiha mixabin hatine tefandin. Heke tîna Îslamê gihaştibe roja me, bêguman ked û têkoşîna wan kesên serok û serdar tê de heye. Şehîd Şêx Seîd jî weke pêşeng û alimekî Îslamê li welatê Kurdistanê li hember vê tarîtiya komeleyê têdikoşe û hest û ramanên xwe wiha digihêjîne roja me: “Heya ku xîlafet hebû; pêwîst bû ku me pê îtaat bikira, lê niha xilafet ji holê rabû, êdî serhildan ferz û hewce bû.”
Fitret; dayîna Xwedayê Teala ye. Bêjeya fitretê, hewce û daxwaza bawerkirina bi Xwedayê Teala di xwe de dihewȋne. Hemû mirov gava ku tên dinyayê, vê cewhera hanê bi xwe re tȋnin. Heman awayî ev cewher, dayineke têkûz û bêhempa ye. Tiştê ku Şehîd Şêx Seîd hildabû qiyamê, fitreta Îslamê bû.
Pêxemberê me derheqê vê mijara fitratê de wiha dibêje: “Her zarok, li ser fitreta Îslamê diwelide, pişt re dê û bavê wî, wî an dikin cihû, fille an jî mecûsî.” Ev gotina Pêxember balê dikşîne li ser bandora der û dorê. Ango dibêje şert û mercên civakî û guhertinên der û dorê, dibe ku mirov ji rê derxîne û fitreta wî/wê xera bike. Divê mirov bi vê hedîsa Pêxember li hember vê xetereyê her tim hişyar û baldar be. Heke ne hişyar û baldar be; mixabin teqez ew ê têkeve nav xapînokên şeytên. Berevajî vê yekê gava ku însan ne li gorî emr û nehyê Xwedayê Teala; lê li gorî rêzik û mercên civakî û yên derdorê tevbigere, ew ê ji rê derkeve. Lê fitreta Xwedayê Teala daye mirov, heta hilma paşîn jî pê re dimeşe. Ji ber vê yekê însan sedî sed ji fitreta xwe dûr nakeve. Her dem riya tobeyê jê re vekiriye. Weke ku li cihekî agir ditefe jî, lê tîn û bandora êgir hîn didome. Fitret jî heman wiha ye. Heta hilma dawî pê re dijî. Ji ber vê yekê ye ku bi têkoşîn û serhildana Filîstînê, ji wan hinek niştecihên Ewropî li fitreta xwe vedigerin û dibin bawermendên Îslamê.
Derbarê vê mijarê de ka em li mînaka rihekê binêrin. Rihek ji tovekê tê afirandin. Ji bo ev tov bibe rihek û pişt re fêkî bide û bigihêje armanca xwe; hewcedarî pê heye ku şerd û mercên der û dora wê gûncav bin. Wek av, ax, tav û her wekî din divê gûncav be ku ev tov bigihêje armanca xwe. Ango ev tov bibe şitlek û pişt re fêkî bide. Weke ku ji vê mînakê jî diyar e; mirovê li ser fitreta xwe hatiye xuluqandin divê mîna vê mînaka jorîn bi wehyê bê tijekirin û xemilandin. Derheqê fitretê de mînakeke din jî wiha ye; arasa kompîturê bi xwe fitret e. Divê li gorȋ vê arasê an jȋ donanimê nivîsbariyek lê bê barkirin ku ev kompîtur li gorȋ armanca xwe bixebite û sûdê bide. Ev aras fitret e û nivîsbarî jî wehiy e.
Heger însan li gorî fitreta pak û paqij a dayîna Xwedayê Teala, jiyana xwe bi wehyê bênder bike; ew ê bibe evdekî ku Xwedayê Teala jê razî be bi îznîllah. Dawiya doza me her dem ji Xwedayê Rebbûl Alemîn re şikur kirin e.