Şêx Marûfê Qazanqayeyê ku yek ji seyyidên Huseynî ye, mêrê meydana muruwwet û sexawetê ye. Şêx Marûf kurê Şêx Mihemed Emîn e. Di wextê xwe de rûniştevanê gundê Qazanqayeyê bû. Zatekî xwedî kerem, rûgeş, mêvanperwer û xwedî îhsan bû. Di dema xwe de zilamekî yekta bû. Menaqib/çîrokên qencîyê yên wî pir in. Wek mînak ezê li vir çend menqîbeyan binivîsim.
1. Rojekê li bazara bajarê Silêmanî li ser dikanekê rûniştibû, selteyeke/ceketekî kurdîyê kurtê nû yê Diyarbekirî li ber bû ku di wê demê de pir navdar bû û bi xêzên zêrîn hatibû çêkirin. Zilamekî ji Êla Caf di ber re derbas dibe û çavê wî li selteyê dikeve, jê hez dike. Tê pêşberî Şêx Marûf û dibêje: "Kake, te ev selte ji kîjan dikanê kiriye?" Ew jî dibêje: "Min ji Şabaz kiriye, dikana wî li Qeyseriyê ye." Mirov diçe dikana Şabaz dibîne lê selteya wisa nemaye. Dîsa tê cem Şêx Marûf û dibêje ku di dikanê de nemaye. Şêx Marûf jê dipirse: "Ma te pir ji vê selteyê hez kir?" Zilam dibêje: "Belê." Şêx Marûf di cih de fura selteya xwe ji xwe dike û dide wî mirovî û dibêje: "Here bila li te pîroz be, tu pereyan jî nede." Mirovê Cafî selteyê li xwe dike û diçe. Paşê jê re dibêjin: "Ma tu wî zatî nas dikî?" Dibêje: "Na wele!" Dibêjin: "Ew Şêx Marûfê Qazanqayeyê bû." Piştî salekê, ew mirovê Cafî hespeke pir baş wek diyarî ji Şêx Marûf re tîne Qazanqayeyê û dibe mirîd û xizmetkarê wî.
2. Carekê zilamek ji Germiyanê tanciyekê/kûçikê nêçîrê wek diyarî jê re tîne. Şêx Marûf li ber çavê wî mêrikî pir pesnê tanciyê dide da ku dilê wî xweş bibe. Dema vegerê, kincên pir baş û sedqiran dide wî. Jê re dibêjin: "Ma mirov ji bo tanciyekê ewqas tiştan dide?" Ew jî dibêje: "Ew mirov ji Germiyanê bi hêvî û bi rêyeke dûr ve hatiye, divê ez dilê wî xweş bikim."
3. Her sal şêxên Silêmaniyê ji bo ger û seyranê diçûn Qazanqayeyê. Salekê dema ku li mizgeftê mijûlî sohbet û henekên xwe bûn, xizmetkarek tê ber guhê Şêx Marûf û jê re dibêje: "Kurê te mir." Şêx dibêje: "Dengê xwe meke, bila tu kes nebihîse. Herin mela agahdar bikin bila bişon û veşêrin, lê bila mêvanên me nebihîzin da ku kêf û şahiya wan xera nebe." Şêx heta êvarê neçû malê û her bi mêvanan re ma, heta ku şêxekî din pê hesiya û sersaxî da wî.
4. Carekê dema ku şêxan henek bi hev re dikirin û hevdû diavêtin nav hewza mizgeftê, mêvanekî Kurd hatibû û diyarî anîbû. Şêx Mistefa Neqîb ew mêvan avêt nav hewzê. Şêx Marûf gava dît mêvan şerm kir, wî jî xwe bi selte û kincên xwe ve avêt nav hewzê û ji mêvan re got: "Kake aciz nebe, Neqîb ez jî avêtim nav avê." Bi vî awayî bi henek û lîstikê şerma mêvan bir. Paşê kincên xwe yên şil da wî mêvanî û ji malê kincên nû ji xwe re anîn.
5. Şêx Marûf pir hez ji nêçîrê dikir, bi taybetî nêçîra berazan. Ji ber wê her dem gelek kûçik û tanciyên wî hebûn. Mesrefa wan kûçikan û xizmetkarên wan bi qasî dîwana Hatemê Tayî bû. Çimkî mêvan her dem li ber dergehê wî bûn. Bila rehmeta Xwedê li ser wî be.
Neqîb Şêx Marûf
Ji nifşê Hezretî Kaka Ehmed, Neqîb Şêx Marûf zatekî biqîmet, xwedî hîmeteke bilind, bikerem, sexawet û muruwwet bû. Salê ji du sedî zêdetir eba û selte wek xelat didan wan kesên ku berê xwe didan dergehê wî. Êvar û sibehê, tu wextî dîwanxaneya wî ji mêvanan vala nedima. Ji bilî mêvanên biyanî, xelkê bajêr, bi taybetî fermanber, bazirgan û karker piranî li dîwanxaneya wî firavîna xwe dixwarin. Ew bi xwe jî pir şa dibû ku bi wan re rûne, yan na bi qasî zarokekî salekî xwarina wî tune bû. Ji bilî xizmeta mêvanan, bi taybetî ji bo mela û hafizên Mizgefta Mezin û gelek feqîr û hewcedaran xwarin dihat çêkirin; her kes diçû beşa xwe ji metbexê werdigirt. Bi xelat, bi pereyê neqd û bi zexîreyê bi her awayî destê xelkê digirt.
Di sala 1332yê hicrî (1914) de, mizgefta li pişt mala wan ku bi navê "Mizgefta Biçûk" tê naskirin, ji binî de xira kir û dest bi nûkirina wê kir. Bi kerpîçên sor û gîçê wusa ava kir ku hêjayî wê bû wek mizgefta yekem a Silêmaniyê bê hesibandin. Yek ji nîşaneyên xîret û îradeya Neqîb ew bû ku wê salê dema mizgeft ava dikir, nexweşiya kolerayê ketiye Silêmaniyê. Her kesê ku xwe wek mezin didît ji bajêr reviyan û çûn gundan. Lê wî "esla" tirs û fikar nebir, bi roj diçû ser serê usta û karkeran û bi karê mizgeftê ve mijûl dibû. Fazilê Îrfan ji bo dîroka qedandina mizgeftê bi Erebî çend helbest nivîsandin, ev parçe helbesta dîrokê ye:
Emmerehu men bi’s-sexa mewsûf u
Tarîxuhu "Şeyxî ha Marûfu" (1322)
Neqîb Şêx Me’rûf ji bo lêqewimiyan/musîbetzedeya penageh bû. Di Şerê Mezin de dema ku artêşa Rûsyayê hemû Kurdên Îranê talan dikirin û ew dikuştin, her çi axa, begzade û gundiyên Îranê hebûn koçî Iraqê kirin û li gundên Iraqê belav bûn. Çend axa û nêzî pêncî malbatên gundî xwe spartin Neqîb. Wî jî bi mêranî ferman da ku gundê "Geredê" ku xaniyê wî yê taybet lê bû, ji bo wan bê valakirin. Gundî li gundên "Geredê, Kanîsard û Ehmedawa” hatin bicihkirin. Şêx Me’rûf dahata wan mulkan hemû ji bo wan penaberan terxan kir. Heta şer qediya û vegeriyan Îranê, yek quriş dahat ji wan gundan nexist berîka xwe, hemû ji bo penaberan bû. Ji bilî dahata gundan, bi taybetî ji bo kinc û xwarinê jî alîkariya wan dikir.
Bihara cûd û kerema Neqîb wusa şîn û geş bû ku ne tenê bi dayîna hesp, neqd û xwarinê, lê mulkên xwe jî bi temamî dibexşand. Mulkê gundê Qizlerê hemû kir weqfê Mizgefta Qizlerê. Gundê Başmaxê yê li Îranê bexşî Mela Ehmedê kurê Mela Ebdurehmanê Pêncwênî kir. Di nehiyeya Sûrdaşê de, gundên Teremar û Kanîçinar ku nîvê wan ê wî bû û nîvê din ê Salih Efendiyê Lawe wî bû, nîvê xwe bexşî Salih Efendî kir.
Heke ez yek bi yek behsa îhsan û qenciya rehmetî Şêx Marûf bikim, divê di vê xezîneyê de cih ji kesî din re nemîne. Hemû wesfên wî nayên nivîsandin. Xwedê wî di bin ala bapîrê wî de bihewîne. Her roja ku mêvanê wî tune ba, xemgîn dibû û bi xizmetkarên xwe re dixaivî. Dema mêvan dihatin, wî wusa dizanibû ku dinya dane wî. Ji ber mesrefan her dem deyndar bû. Li hember deynan pirsûle/senet didan. Dema deyn dihat dayîn û pirsûle nedihatin vegerandin, xwediyê pereyan dîsa bi wan pirsûleyan daxwaza pere dikirin, wî qet’en dilê xwe nedihişt û ew jî didanê.
Şêx Me’rûf li gel birayên xwe Seyîd Hesen û Seyîd ‘Umer gelekî dilovan bû. Bi hewes diçû mala yekî ji wan. Di vegerê de hêstir, du sê texar genim û texarek birinc ji bo wan dişand.
Şêx Me’rûf mulkê Memleheyê bi emanet da Şêx Seîdê Gogtepe; heta sax bû daxwaza dahatê jê nekir. Piştî wefata her duyan, zarokên Şêx Seîd îdîaya xwedîtiya Memleheyê kirin. Hefsexana keça Neqîb mecbûr bû serî li mehkemeyê bide. Piştî hewildaneke zêde û mesrefa sed dînaran, Memlehe ji kurên Şêx Seîd stand .


Têbînî: Ev pirtûka ku bi navê “Gencîneyê Merdan Û Yadaştê Rojanî Derbederî” ye li sala 1948 an hatiye weşandin ji bo mijara pexşan û xatîratê cihekê mezin di edebiyata me de girtiye.