Piştî dagirkirina Qudsê ji aliyê Xaçperestan ve di 15ê Tîrmeha 1099an de, di Remezanê de, Kadî Ebû Se'd El-Herewî û komek Misilman ji Şamê derketin û çûn Beğdaya paytext. Tiştê ku hatiye serê Muslumanan ewilî ji meclîsa xîlafetê re dibêjin, digirîn, dilerizîn û bi giriyê xwe herkesî ğemgîn dikin. Ji ber ku dîtin hawara wan fêde nekir, li mizgeft û bazaran li dijî xaçparêzan ji xelkê alîkarî xwestin. Bi girî û zarîn gotin Misliman hatin kuştin, namûsa jinan hat herimandın, bajar hatin talankirin û ew gazî hawarê kirin.
Di çarçoweya van bangên alîkariyê de, Ebû Muzaffer el-Bîwerdî ew mersiya dîrokî ya ku me li jêr daye, dibêje. Her çend di hin çavkaniyan de ev mersiye ya Kadî Ebû Se'd el-Herewî xuya bike jî, ya Ebû Muzefer el-Biwerdî ye. Mersiye ‘Erebi ye, emê tercumeî Kurdî bikin û bidin:
Hêsirên me, mîna ta, tevlî xwîna me bûne
Kesekî ku hewcedarê rehmetê nebe nemaye
Ji bo mirov re tişta herî xerab rijandina hêsiran e.
Dema ku agirê şer bi şûran germ dibe
Zarokên Îslama belawela li pişta we ne
Bayekî wisa ku genim girt û belawela kir
Bi ewlehî di bin siyê de dijîn û çavnebar
Ji xemlên di nav bişgokên kulîlkan re
Çawa çav qapên xwe digire û radizê
Li hember felaketeke ku her xewtîyî hişyar dike
Birayên te di xewa qeylûla Şamê de serjê dibin
Dema ku aqilmend xuya dibin û bêaqil jî bêhiş dibin
Yewnanên xebîs wan serjêdikn û hûn
Dema ku li dû tiştên kêm ên, mîna karekî baş dikin
Ji xwîna namûsa me gelek xwîn mubah hat hesibandin
Ku di qesran de bedewiya xwe ji jiyana xwe vedişart
Bi şûrên tûj ê ku bi xwîna xezalekê sor kirin
Perdeya reş a jinên eşref xwîn lê ket
Di kêliya navbera kişandin û lêdana şûr de
Zarokên tên dinyayê jî pîr dibin
Şerekî ku kesê jê direve ji bo ewle be
Di laşê xwe de qîrîna diranên poşmaniyê hîs dike.
Serê me bi destên muşrîkan hat jêkirin.
Ji serên me bîna ava kirin û bi xwîna me hatin sewaxkirin
Trajediya me hewqas qat zêde kiriye
Em bi qîrîn bang dikin “Ya Benî Haşim (Ey Ebasî)”
Ez dibînim ku rimên ummetê nakevin nav dijminan.
Her çiqas stûnên olê hilweşin jî
Ji bo ku agir bi cilên wan nekeve ew xwe dûr digrin.
Ew nafikirin ku derbeya namûsê ji wê xerabtir e
Ey mezinên Ereban, ma gelo hûn bi derbeya çewsandinê razî bûn?
Bi nixumandina kumên Persan (Sultanan) li ser zillete
Di gel van qîrîn û hawara heyetê nekarî alîkariya ku dixwest bi dest bixe. Li ser vê yekê helbestvan van rêzan ji elejiya xwe zêde dike:
Hemiyeta wan têra parastina dînê wan nekir
Ji ber ku bi herama bûne ğîretkêşê çikûsiyê.
Heger ew ji mukafata axretê dudilî bin
Ji pêncan yekê ğenîmetê wê çi bike ji wan re?
Ger yekî pozê wî li hewa xwe xwar kiribe
Bê guman bersiva xwe bi pişkinînê pozêjêkirî girtiye
Dema ku awazên şer germ dibûn, me hûn gazî xwe kirin
Di ku qertel qels ketibû
Dema ku ew qertel li benda êrîşa Ereban bûn
Yûnanan wek heywanên kovî êrîşî me kirin
Û eger hûn tevî vanan hemûyan hêrs nebin
Emê xwe bavêjin bextê dijminên xwe, her wekî gunehên me li milan.
Wergêra ji Tirkî: Ehmed Farûq