Di şeveke wisa de ku heyv bi xwe jî ji xemgîniya xwe digirî, hêstirên wê dibin stêrk û li ezmanê reş belav dibin. Ez, di nav lepên tenhayiyê de, bûme nexweşxaneyeke kevn a terkewêran. Her pencereyeke min, çaveke birîndar e ku li benda kesekî/ê namîne. Di koridorên min ên dirêj de, dengê bêdengiyê dimeşe û dîwarên min ên spî, bi rengê bîranînên mirî hatine boyaxkirin. Dengên dengbêjên hezar salî olam dide di dev û deriyên min de: “Çiya bilind in ez te nabînim.” Munxenîqê xewn û xeyala me….
Hiş û dilê min bûne du ejderhayên hevdûxwir. Yek ji agir e, yek ji qeşayê ye. Di şerê wan de, ez dibim qada şerê Çaldêranê. Dema Behra Sor û Behra Reş li hev dikevin, ji dilê min çemê xwînê diherrike mulettex dibe. Dibim deryaya derdan her wekî Mela dinehwirînim hestên xwe; “Me di dil da heye narek, ku disojit seqerê.” Her birîna ku vedibe, kulîlkeke reş şîn dike. Ev kulîlkên reş, bi jehra evînê hatine xwedîkirin, mizdan, mezinkirin û bi hêstirên zarokekî sêwî têne avdan. Evîn ku jehra xwe bera nav kîjan bejayî, beyarî de, ew der ji nû ve dibe bihareke cennetasa weya baxek ji Baxê Îrem…
Di hundirê min de deryayek heye ku av û agir tevlihev dibin. Masiyên wê deryayê, ji xewnên min ên fetisî çêbûne. Bimre da ku vejînî… Mewlana Camî tê hewara min dibêje: “Qenciyê bike û bavêje behrê, eger masî nebînin jî Xaliqê wan dibîne.” Her masî, straneke nebihîstî dixwîne û her stran dibe kevirekî giran û diçe binê deryayê. Li wir, di binê wê deryaya kûr de, goristan heye ku hemû hêviyên min tê de veşartî ne. Ser her kêlekê, navê evîneke mirî hatiye neqişandin.
Bayê ku di nav porê min re derbas dibe, bîhneke ecêb tîne: Bîhna kulîlkên ku qet nehatine çandin, bîhna nameyên ku qet nehatine nivîsandin, bîhna ramûsanên ku qet nehatine dayîn... Ez bûme muzeya tiştên nebûyî û çênebûyî. Her tişt di min de dijî, lê bi awayekî mirî. Hetta ku qêrîn bi hesta nekeve, kes hay ji te û derûna te nîne. Gelek nexweşî hene ji ber negotinê biencam bûne. Lewra dema tu devê dil venekî ji jor de, wê piştî demekê bedena te, laşê te were zimên û wê bi nexweşiyan hucûmî te bike. Her elemek negotî dê wek şaxa elemê şax vede wê embara derdan ji dil biteqe bibe êş û elem te hilde û bibe. Loma mirin gelek caran metafora jiyanê bixwe ye...
Dengê min bûye qêrînek di nav berfê de. Kes nabihîze, lê hemû dar û ber bi wê qêrînê dihejin. Ez dikim nakim, nikarim xwe ji vê qêrînê rizgar bikim. Ew bûye perçeyekî min, wek ku çawa şev bûye perçeyê tariyê, çira bi roj vêketî çawa ku bêkêr e û ji erkên xwe dûr e, dûrî min in êdî hemû qêrînên awarte. Sing ku di nav kayê de ye, çi mifa? Mûm ku vêketiyê li orta nava rojê çi mifa? Em jî dem û stiriyên jiyanê yek bi yek badilhewa dikin, xwe ji rojê re, xwe ji oxireke ebedî re amade nakin. Em zemanê xwe didin ber gulla…
Di kolanên vî bajarî de, sîha min sê car e: Yek ji ya min re dibêje "here", yek dibêje "bimîne", ya sisîyan ji kûr ve dikene û bi min dikene. Ez di navbera van sîhan de, wek pelekî payîzê difirkînim, wek kerengê payizê bi ber bayê dikevim. Lê ez ne ber bi jor, ne ber bi jêr; ez ber bi hundirê xwe ve difirkînim. Hêza xurt a însên, di hundur de ye. Zahir gelekî caran xapînok e. Dibê em bikaribin bi hundurê xwe û karên hêja di wir de bikin. Yan na, eger her tişt eşkera bû, tiştekî veşartî nema, ma emê çi bibin roja mehşerê bi xwe re. Projeyên axretî piranî veşartî ne û di hundur de ne, piranî. Ev dinya çoleke bê ser û ber e, em di seraba wê de çiqa li avê digerin av hewqa dûr diçe, hêvî dişkên û mirov di nîvê rê de dimire, xeyrî emelê salih ê di tûrik de…
Xewnên min bûne dareke wisa ku şaxên wê ber bi binê erdê ve şîn tên, pelên wê ji şûşeyê ne û her pel, dema dikeve, bi dengekî din dişkê. Di bin vê darê de, zarokek rûniştiye ku ji roja bûyîna xwe ve digirî û hêstirên wî dibin morîkên reş, li stûyê min dibin gerdenî. Di vir de em dikarin tezatan jî bibînin. Lewra tişta ku di vir de tê gotin û tişta di zahir de tê dîtin ne li hev e. Di zahir de giran û siltan bî jî, illeh divê mîzanek hebe da ku xwe bigihînî rastiyê…
Pencereyên dilê min hemû şikestî ne. Ba tê û diçe, perdeyan dihejîne. Ev perde ji birînên min ên kevin hatine çêkirin. Li ser her perdeyekê, wêneyê kesekî heye ku min jibîr kiriye, lê birîna wî hê jî di min de dijî. Eger pencereyên dil şikestî bin û min hay ji vê hebe, ev xebereke xweş e. Lê eger ev gunehkarî û pejmûrdeyî ne xema min be, xirabtirîn kar êdî ev e. Eger em zanibin ku em xerab in ev deriyê tamîrê ji me re vedike.
Di vê şeva bêdawî de ku stêrk jî êdî westiyane û dixwazin bikevin, ez bûme saetek ku şûşeya wê şikestî ye. Toz û telaz di hundirê min de bêhedef dizivirin. Dem di min de sekiniye, lê ez di nav demê de diherim û têm. Li bendî saeta xêrê me. Li benda îlhamên sade me. Li benda rehma Xwedê me. Divê ez li ber deriyê şevê konê xwe vegirim û dest li hewa… çav bi hêstir, bi awazên ji dil bistirêm, dua û dua….
Şeva ji kê re vekiribe çavî, derî û şibakên xwo
Dê ew dem hestegan di hukmê ayetul kubra bit
Ruhê min bûye qesreke kevn ku cinnên wê jî jê reviyane. Di her odeyekê de, bêdengiyeke cuda rûniştiye. Yek ji wan dixwîne, yek dinivîse, yek digirî, yek dikene, yek dinale... Lê hemû bi hev re bêdeng in. Ev bêdengî, ji hemû dengan xurttir e û grantir e.
Ez nefesa Îsa, Meryema newala derdan
Bêjeyên min
Ji payîza bêdawî hatine kirêkirin
Di paxila şevek sêwî de
Avjenî dibin gunehên min
Qaqlîbazek birîndar im ez
Destê min ne spî ne
Jibo ku hiş be ev qêrîna sêwî
Di valahîyê de digerin çavên min
Bi zulfên te ve daliqandîye ev ruh
Car din jî têr nabe ji ‘işqê
Dilê natemir…