Di ilmê de çukûstiyê nekin, ji rêdana ‘ilmê xwe nedin paş. Çimkî îxaneta bi ‘ilmê re, ji xayintiya bi mal hê girîngtir e.
‘Alim, sultanê Xweda yê li ser ruyê erdê ne, kesê zimanê xwe dirêjî ‘aliman bike hîlak dibe.
‘Alim û ‘ilim her du di cennetê de ne. Dema ‘alim li gor ‘ilmê xwe nemeşe diçe cehennemê, bes ‘emel û ‘ilim diçine cennetê.
‘Alim warisê pêxemberan e. ‘Alim, qendîlê ser rûyê erdê ne. Melaîketê asîmanan baskên xwe yê rehmê ji ehlê ‘ilmê re vedike, jibo xwendekarê ‘ilmê li ser bimeşe. ‘Alim, piştî dimrin temamê zîruhan heta masîyê binê behran jibona wan efûyê ji Xweda dixwazin.
Roja mehşerê hubra qelema ‘aliman û xûna şehîdan li miqabil hev têne wezinandin.
Saetek mizakeraya ‘aliman qenctir e ji heftê sal îbadeta cahilan.
‘Alim sê qism in:
Qismê yekem: ‘Alimê bi ‘ilmê xwe emel dikin û însan ji wan îstîfade dikin.
Qismê duyem: ‘Alimê bi ‘ilmê xwe emel nakin însan ji ‘ilmê wan îstîfade nakin. ‘Alimê bi vî şiklî xwe mehû kiriye.
Qismê Sêyem: ‘Alimê emîndarê pêxemberan; riya pêxemberan bêkêmanî dişopînin.
Gelî ciwanan! Bixwînin fêr bibin. Lewra fêrbûna ‘ilmê wek rojî û nimêjê li ser temamê zilam û pîrekên musluman ferz e.
Gelî şêx û ‘aliman! Bi hilm û silmê ‘ilmê Îslamê pêş însanan bikin. Ne zixtok û hişkolek bin. Çimkî muellimê nerm ji yên zixtok bêtir bandorê li ser xwendekaran çêdike. Her tiştek û riya wê heye riya çûna cennetê jî ‘ilim e.
Xweda ji Pêxemberê xwe Suleyman (a.s.) got ku ji ‘ilim, mal û seltenetê yekê ji xwe re tercîh bike. Hz Suleyman ilim neqand, Xweda paşê hem mal û hem seltenet xelatî wî kir.
Bidine pey ‘aliman, bi ya wan bikin. Çimkî ew qendîlê dinyê û şewqa axretê ne.
Di dema perwerdehîya ‘ilim de, rihet bikin, zor nekin. Mizgînber bin ne nefretkar bin. ‘Ilmê neyê fêrkirin û emel pê neyêkirin wek wê xezîneyê ye ku nayê xerçkirin.
Gelî bawermendan! Ji Qur’ana pîroz sûretê Nûr rêy pîrekê xwe û sûretê Maîde jî rêy zilamê xwe bidin.
Berîya ‘ilim ji ser rûyê erdê wunda bibe bielimin. Mamoste û xwendekarê ‘ilmê di mukafatê de beranber in, şirîk in. Yê bi şûnde dimînin bêxêr in.
‘Alimê feyda ‘ilmê wî li însanan bibe, ji hezar sofiyê îbadetkar bixêrtir e. Hubra qelema wan ji xwîna şehîdan bi qîymettir e.
Şair (Mamosteyê hêja Mela Mizgîn) di vî warî de di şi’ra xwe de çiqas xweş gotiye:
Naskirina zaliman e ewwelê ‘ilmê
Kesê biçûk dema ‘ilim fêr dike mutekebir dibe, yê mezin bi ‘ilim fezîleta wî zêde dibe û yê rêzê jî şaş dike.
Hz. Elî dibêje: “Pişta min du kesan şikandiye: ‘Alimê xapînok û cahilê noqî îbadetê bûye. Cahil bi îbadeta xwe û ‘alim jî bi bêexlaqiya xwe însanan dixapîne.
Bexçê ‘ilim bexçê cennetê ye. Dawîya ‘ilim îtîrafa cehlê ye. ‘Ilim xezîneyek e, bi parkirinê zêde dibe.
‘Ilim teyrekî şermok e, tu girê nedî dê baz bide. Fêrbûna ‘ilim ji îbadetê sunnet bixêrtir e.
Dujminê ‘ilim yê herî mezin bêsebirbûn e. Riya bi ‘ilim meriv neçê dawîya wê tarîtî ye.
‘Ilim ancax bi edebê fêr bibe û bi edebê bê hîn kirin. ‘Ilim di feqîrîyê de serwet û di dewlemendîyê de ziynet e.
Yê ‘ilm û îmanê bike yek, dê bigihêje heqîqetê. Bi ‘ilim pêşveçûn, bi dîn riya rast û bi sunnet jî meriv dighêje başî û qencîyê.
Her tiştek riya wê heye, riya çûna cennetê jî ‘ilim e. Elimandina ‘ilim li ser temamê jin û mêrên musluman ferz e. Maldar û dewlemendê bê ‘ilim di heqîqetê de feqîr in.
Şîrheram û bêeslê bielimin ‘ilim wek tu şûr têxe destê eşqîyayan. Şevek fêrbûna ‘ilim qenctir e ji hezar şevê îbadetê.
‘Ilim ji îbadetan efdeltir e, nimêja dîn ‘ilim e. ‘Ilim yê li jêr bilind dike, cahilê li jor jî nizm dike. Meriv bi ‘ilimê heddê xwe nas bike, bi tesewwufê jî dilê xwe paqij dike.
Heger ‘ilim bi hêvîya fêr bibûna, însanên li dinê hemû dê ‘alimbana. Her kî têkeve riya ‘ilim û lê bigere, cennet jî dê lê bigere.
‘Ilim ne ew e ku meriv gelek tiştan bielime û rîwayet bike, ‘ilim ew e ku meriv bi heqqî ji Xwedê bitirse. Kesê bielime ‘ilim û bi ‘ilmê xwe emel neke, wek cotkarê erd cot bike û tov lê nereşîne.
‘Ilim ne elimandin e, ‘ilim jiyanbarî ye, ‘ilmê nejiyanbar wek perê ji tedewulê rabû be.
‘Ilim û hîkmet dema dibe wesîte ji dinê re winda dibin. ‘Ilim di demên fireh de serwet, di demên zor û zehmet de sitargeh û rahşaneke zîrek e. Hişê bê ‘ilim wek saeta xirabe ye, geh li pêş e, geh li paş dimîne.
Ewelê ‘ilme nîyet, encama wê fam kirin, paşê emel kirin, paşê muhafaza kirin û paşê jî belakirin e.
‘Ilim xezîneyek e, kilîta wê pirskirin e. Bipirsin, çimkî bi pirsînê çar kes mukafatê distîne: Yê dipirse, yê bersivê dide, yê guhdar dike û yê ji wan hez dike.
Di reşayê û behrê de xwe bi sitêrka ‘ilim ya dê riya we ronî bike bigirin. Çimkî ‘ilim însanan ji jîna heywanî wî derdixe bilind dike bi bal ya însanî ve.
Dujminê ‘ilim yê herî mezin bê sebirbûne. ‘Ilim bi sebrê tê qezenckirin.
Dînê bê ‘ilim seqet, ‘ilmê bê dîn kor e. ‘Ilim navê Ellah tê de tunebe, bê feyde ye. Piştî ‘ilim ancax cehalet heye.
Pêxemberê me dibêje: Ji dergûşê heta qebrê ‘ilim fêr bibin. ‘Ilim û hîkmet malê Muslumanan ya winda ye, hûn li kî derê bibînin bistînin.
Kesê ‘alim di pey mirina xwe de jî sax e. Bes yê cahil di saxbûna xwe de jî mirî ye.
‘Ilim û ‘Emel
‘Alimê bi emel, wek mûmê ye, xwe dişewitîne bes însanan ronî dike.
‘Ilim bê emel webal, emelê bê ‘ilim reşahî ye.
Roja qiyametê ezabê herî girîng jibo ‘alimê bi ‘ilmê xwe emel nake.
Imamê Rebbanî dibêje: Jibo xelasîya ebedî pêwîstî bi ‘ilim , emel û îxlasê heye.
Îman îqrar û emel e, Îslam hew îqrar e.
Emelê herî bi xêr; meriv ji gunehan xwe biparêze û ferza pêk bîne û pişt re nîyeta sadiq e.