Heta tu xwe nas dikî, tu emir xelas dikî. Dibe ku tu bi hemû tiştê xwe nehisî û bimrî. Zanîna mirov li bal ya rastîya nepenî ne tiştek e. Mirov ji tahma nezantîyê têr nabe. Jixwe nikare bêtir raje zanîneke girantir. Ev qas zanîn zêdeyî serê mirov e, lewra bêtir nikare raje pirsîyarîya zanînê.
Agahîyên veşartî, li gorî pîvanekê dikevin destê hinekan. Kê bixwaze dide wan ji ber ku ew şayeste ne. Ji wan kesan ên herî şayeste -ku ji alîyê Ellah ve tên bijartin- Nebîyên Ellah in.
Ji bilî Ellah em nizanin bê kî bi rastîya nepenî dizane. Wehya ku Ellah ji resûlan re şandîye agahîyên nepenî ne lê ku bahwerî nebe ew jî nabe qismet. Wehya ku hatiye daketin, ji bo bahwerîya rastîya nepenî derfet e.
Tiştên nepenî hêja ne ku mirov li wan bigere. Agahî û rastîyên veşartî, piştî kedekê ku mirov bi ser wan vedibe bêtir hêja dibin. Ji ber ku ew mirov bi keda xwe hînî wê rastîya nepenî bûne, weke malê xwe lê xwedî derdikevin.
Agahîyên pêşerojê, ji rastîya nepenî ne û ji bo ku mirov pêşerojê nizane, ew rastî mirov kelecan dike lewra tu nizanî bê wê çi bê serê te. Ev rastî weke pirsên azmûnê veşartîne. Heta dema wê hat tu li gorî rewş, bahwerî, hişmendîya xwe dibersivîne.
Rastî her çiqas eşkere be jî hest û tevgerên mirov ji dîtina rastîyê re gelek caran astengîyê derdixin. Lewma dinêrin lê nikarin bibînin. Ji ber ku bawerîya vala û pûç hevalê neheqîyê ye û ew jî nahêle ku tu bigihê rastîyê. Ew rastî, bawerîya rast e lê ji ber berjewendîyên demborî û hestên neheq tu naxwazî bibînî.
Artêşên Ellah hene ku herkes wan nabîne. Dibe ku ti kes jî wan nebîne, lê ti şer winda nekirine. Eger tu ji bo rêya Wî tevbigerî, wê ew jî pişgirê te be û dibe ku artêşên nepenî bi ser te de daxe.
Xweşiktîya ku di ser têgihiştina me de ye, di rastîya nepenî de ye. Lewra xweşiktîya ku me dîtiye wisa xweşik e, bê kanî ya ku em nabînin çawa ye? Ku me xweşîkîyek dît, peywira me ku em wê û kahnîya wê pesend bikin, lê yên ku xweşiktîya ber çavan naxwazin bibînin wê çawa ji rastîya nepenî bahwer bikin?
Başîya ku em nikarin bi van çavan bibînin, di rastîya nepenî de ye. Lewra mizgînîya herî tiştên xweş û baş di Qur’anê de hatine sewirandin ku ew jî şibandine nîmetê vê jiyanê.
Gelek mirov hingî nezanê rastîya nepenî ne, ew dibêjin qey falker û cin xwedîyê wê rastîya nepenî ne û li derîyê wan dixin. Navnîşana rast, teqez nakeve destê wan, lewra xwedîyê rastîya nepenî bi dilê wan dizane, bi tiştên ku ew diveşêrin dizane. Eger wan bi rastîya veşartî zanîba, eger wan bi xwe zanîba ku Rebbê wan bi wan dizane, bi derewan nedigotin : “Em bi agahîyên veşartî û nepenî dizanin.”
Li vê jiyanê her çiqas guneh bi tevayî veşartî be, çewtî bên nixumandin, tewanbar bi dizî tevbigerin û neheqî bi xemla mafdarîyê bê kirin jî, rastîya van li bal Allah eşkere ye. Yên ku hê rastîya axretê, rastîya dawî ku li hêvîya me ye, li gorî xeyal û hestên xwe wê disewîrinin xwe pirsiyar nabînin, lê wê çawa hesabê xwe bidin?
Divê em jî bi rastîya nepenî nizanibin, lewra em nikarin rahijin barê wê. Eger pêdivîya wê heba û guncan ba, wê Ellah ew eşkere kiriba. Ellah bi xwe jî rastîyeke nepenî ye. Nîşan û wehya ku ji me re şandîye, besî me ye. Ne divê em bi van çavan Wî bibînin û ne em dibînin.
Bahwerîya rastîya nepenî, dike ku dilê bahwermend bi dilgiramîyeke kûr û hezkirineke berz bilerize. Bi dilgiramî ditirse ku hezkirina Ellah winda bike.
Mifteyên rastîya nepenî, li bal Wî ne. Nahêle ku herkes bi ser wan remzan vebe. Erd û asîman tijî nîşan in, lê encex evîndarên Wî û şopînerên Resûl bi ser wan vedibin. Qambaxîya mezin ev e ku li ber çavan be, lê tu rastîyê nebînî. Yên ku rastîya ber çavan nebînin wê çawa ya nepenî bibînin?
Barê xwe giran neke, ka tu pêşî kêrî van agahîyên ber çavan were hela!