Doza ehlê Xwedaw pêxembera
Xwezîya hemî Seydaw rehbera
‘Eşq û evîna dilê dîlbera
Gul û gulîstan Îslama pîroz.
Ji bavê Âdem heta Mûhemmed
Her kî pêxember tu pê ra rehmet
Ji ba Xweda ve şahîw ‘edalet
Kîtaba şer’ê Îslama pîroz
Îslama pîroz, Îslama delal
Wek dengê Dawid û Bîlal zelal
Qenc dide zanîn heram û helal
Rê û rêzanî Îslama pîroz
Can û cananî, yar û yaranî
Gul û kulîlkê bexçê Qur’anî
Ketîw bêkesar xweşîw seyranî
Çarew dermanî Îslama pîroz