Tu kukîlka l-gulistana
Tu xezala li zozana
Tej bîr nakim tu zemana
Îslama min tu gula min
Tu perçek ji kezeba min
Tu gurmîna ser dilê min
Wer dermanke birînê min
Îslama min tu gula min
Şevê dirêj nayê razan
Dikşînim ax û keseran
Were li min bike eman
Îslama min tu gula min
Nav şêrîn e ziman xweş e
Li ser dilê min dimeşe
Gelo çima bextêm reş e
Îslama min tu gula min
Wer li dilêm bib mêvan
Warê xerab dibe zozan
Ji eşqa te ez bûm hozan
Îslama min tu gula min
Ji nav gula min te neqand
Ji nav yara min te heband
Min ev dil li ser te heland
Îslama min tu gula min
Ey delalê heb hinarê
Xwîn şêrînê lê kubarê
Gulyê te new'ek biharê
Îslama min tu gula min
Rû li kenê rewşena min
Bê te sar e jiyana min
Tuyî xemla ber mala min
Îslama min tu gula min
Tu weke navê xwe gulî
Him rihanî him simbilî
Di nav gula da sorgulî
Îslama min tu gula min
Kolan bi kolan digerim
Nizanim bi kîder herim
Li sorgula xwe digerim
Îslama min tu gula min
Navête l-ser zimanê min
Hezkirna te li dilê min
Dîsa tev rabûn kulê min
Îslama min tu gula min
Hey lê gulê gula minê
Şêrîna ber dilê minê
Gulê nadim b-malê dinê
Îslama min tu gula min
Gula min weke kevokê
Şamşekirê şêrînokê
Şêrîn û xemrevînokê
Îslama min tu gula min
Jibo te hêsra dirjînim
Dil bijan û dil birîn im
Ez sebra xwe bi te tînim
Îslama min tu gula min
Ji gulîstana dilê min
Nêrgiz çîçek rihanê min
Bi te xweş in birînê min
Îslama min tu gula min
Tuyî yara ber vî dilî
Da’w û doza hezar salî
Bi xortanî heta kalî
Îslama min tu gula min
Leyla û Zîna min tuyî
Eşq û evîna min tuyî
Ber dil şêrîna min tuyî
Îslama min tu gula min
Ez dibêjim qey tu gulî
Na na belki tu jî dilî
Yan şê’ra devê bilbilî
Îslama min tu gula min
Dengê ‘Elyê Herîrî ye
Xeyala Şêxê Xanî ye
‘Eşqa Melê Cizîrî ye
Îslama min tu gula min
Helbesta Feqiyê Teyran
Nalîna Tahirê ‘Uryan
Yan Mela Mizgîn û diwan
Îslama min tu gula min
Ji Adem û heta Ehmed
Hezkirna te da bi sermed
Bite xweş in her kul û derd
Îslama min tu gula min
Wek kaniya ava zelal
Weka çira şîrê helal
Li ber dila tuyî delal
Îslama min tu gula min
Edalet bingeha te ye
Xelasî l-ber sîya te ye
Seadet fêkîyê te ye
Îslama min tu gula min
Navê tey xweş aşîtî ye
Selamet û biratî ye
Sitara xelkê ketî ye
Îslama min tu gula min
Tu rehmeta îlahî yî
Ji bindestar xelasî yî
Mizgîn û kêf û şahî yî
Îslama min tu gula min
Gula heqîqî her tuyî
Yara herî delal tuyî
Dilê Ezîz de yar tuyî
Îslama min tu gula min