Selam bajarê navdar
Silav ey Dîyarbekir!
Xwedî dîroka kevnar
Silav ey Dîyarbekir!
Li te dinêrim kengî
Xweş û şêrîn û rengî!
Li cîhan b’ nav û dengî!
Silav ey Dîyarbekir!
Warê mêrxwas û merdan
Xwedî nîşan û destan
Şêrê daîm li meydan
Silav ey Dîyarbekir!
Fetha pîroz bû mizgîn
Ji gel ra jîyan û jîn
Xemilî b’ ala rengîn
Silav ey Dîyarbekir!
Azad bûyî ji derdan
Ji zulm û zor û qeydan
Neqş bûye li te Qur’an
Silav ey Dîyarbekir!
Sehabîyên Pêxember
Di dewra Îmam ‘Umer
Kirin welat tu ji mer
Silav ey Dîyarbekîr!
Di paşila te de pir
Veşartî ne gelek durr
Can dan jibo bibî hur
Silav ey Dîyarbekir!
Medenîyet û ‘îrfan
Nêv te geş bûn her zeman
Me’dena ‘ilm û zanan
Silav ey Dîyarbekîr!