Rojekê ez li cem Seyda rûniştibûm. Du kes ji gundê derûdora gundê Seyda lê melatî dikir, hatin cem Seyda. Seyda herdu kes jî nas dikir. Paş malavahî û ikramê, Seyda pirs dike, dibêje:
- “We xêre?” Dibêjinn:
- "Seyda em hatine ji kerema xwe tu şerîeta me bike" Seyda dibêje: “Keremkin pirsgirêk çiye?” Yek dibêje:
- “Seyda ezbenî pereyê min hebû belê di ticaretê de ez ne şareza û serwext bûm. Hevalê min ticaret dizanî, belê pereyê wî tunebû. Vêca min pereyê xwe daye hevalê xwe bi şirîkatî ticaretê bike, sermaye ji min xebat ji wî, di karê de em herdû şirîk. Belê hevalê min ticareta xwe de ser nakeve û zirar dike.”
Seyda ji herdu kesan bi berfirehî pirs dike û bersiv distîne. Paş hingê seyda li wan şîret û nesîheta dike. Dibêje:
- “Ger hûn bi ya min bikin, hevûdu helal bikin û li hev biborin. Hûn meriv û gundiyê hev in. Her û daîm hûn muhtacê hevin û pedivîya we bi hev heye. Bila ev ticareta we biratiya we xira neke. Dibe ku di sermayê dinê de we xisar kiribe, belê lihevborîna we, di axîretê de kareke mezine bona we.”
Bi vî awayî seyda gelek şîret liwan dike. Herdû kes li hev diborin û hevûdu helal dikin. Belê dibêjinn:
- “Seyda em dixwazin ka şerîet çi dibê, ji kerema xwe tu wê ji mere bêje.”
Seyda dibêje: “Sermaye li aliyekê, ked û xebat li aliyê din, sermaye karê bîne hûn herdû şirîk in. Eger zirarê bîne, zirar ji sermaye, ked û xebat jî ji kedkarî dere.”
Paş hingê ev herdû kes bi dilekî xweş bi biratî xatir ji seyda dixwazin û vedigerine mala xwe.
Li welatê me her kes ewil pirsgirêk û mişkîleyên xwe li cem seydayên herêmê tanîne ziman. Û Seydaya jî li gor Şerieta Îslamê mesele û pirsgirêk çareser dikirin. Kesên bawermend berya her tiştê li helal û heramiyê mêze dike û çi helal û çi herame, ji Seydayan hîn dibe. Lewra kes ne diçûne mehkekemeyên dewletê û bawerîya kesekî jî bi mehkemeyên dewletê ne dihat. Diyar e, mehkemeyên dewletê li helal û heramiyê mêze nake.
Ew roj ev gotina Seyda zêde bala min ne kêşa. Belê îro ez vê gotina Seyda pur watedar dibînim. Diruste, malê meriv pîroze, lazime were parastin. Belê ked û xebata meriv jî pîroze ew jî weke malê meriv lazime were parastin.
Seyda ev gotina ha ji fîlozofiya xwe ne digot. Bes tenê ji ilmê ku bi salan di bin astengî û zilma dewleta dagirker, di hucreyên tarî de, bi tayîn û ratibên gundiyên feqîr, rojekê têr û sê ro birçî, di jiyanek timî asyeng, li ber çokên Seydayên xwe jî ‘ilmê Îslamê hîn bûbû, yanî ji şerîet û ji kitêbê digot.
Ji xwe heyîn tev bi Şerîeta Xuda li piya disekine. Bê jimar sitêrk, galaksî û sîstemên rojê, bi Şerîeta Xuda bi întîzam û bê kêmasî çerx û deweran dikê. Atom û molekul jî bê qisûr bi vê Şerîeta Xuda digere. Her wiha hatina şev û roja, bihar û havîn û payîz û zivistan li pey hev, barîna berfê û baranê bona heyatê, saxî û mirin tev bi vê Şerîetê watedar in.
Bona vê yekê ji dil û bi serfirazî ez dibêjim Şerîeta Îslamê di gel makeqanûn û hevpeymanên wan ên navnetewî, nikarim qiyas bikim. Lewra qanûn û hevpeymanên beynelmîlelî tev parêzvaniya sermaye û sermayedaran tenê dike. Ked û kedkar, ji dad û edaletê bê parin. Belê şerîeta ku Seyda nîşanê me daye, hem parastina ked û xebata insanî pîroz dizane û hem malê insanî diparêze.
Dewletên bi hêz û serdest, bona îdare û lihevhatina(!) gelên dinyayê, makeqanûn û hevpeymanên navnetewî bikar anîne. Ev hevpeyman, bûne bingeh û çavkaniya qanûnên dewletên dinyayê teva. Dinya me ya ku em lê dijîn, li derûdora evan hevpeymana digere. Ê evan qanûn û peymana serûber dike, tev sekûler û materyalîstin. Bi çavekê tenê li heyîna dinêre û di nêrîna wan de heyîn, tev pertal û sermaye ye. Bona vê yekê dewletên serdest, bi van qanûn û peymanên xwe ên (qaşo) dad-insanî û mafparêz(!) ketine kîjan welatî, ew welat wêran û talan kirine. Bi komkujiya, xûna jin û zarokên bê sûc, weke çema herikandine. Bi rastî sermayedar, li ser xûn û hêstirên mezlûma sermayê xwe roj bi roj zêde kirine. Xûn û xwêdan û keda kedkara mêtine.
Civakek li dijê evan kedxwar û mijoka bêje min pêdivî li qanûn û peymanên we nîne, şerîeta islamê besê mine; hemandemê ev civak, bi tometa terorê tête sûcdarkirin. Bi rastî evro fitne û gengeşiya li rojhelata navin, yanî li welatên Îslamê, tev bona berjewendiyên van mijok û kedxwara têne bi karanîn. Her wiha qanûn û peymanên wan jî, tev bona berjewendi û menfeetên lord û şirketên wan ên navnetewî têne sazkirin.
De werin em bi wezna dad û edaletê evan herdû sîstema qiyas bikin. Rêjeya li jor, tenê xalek ji şerîeta islamêye. Û rêjeya li jêr jî wateya sistema pur navdar, a demokrasiya xerbê ye.
Keremkin biwezinênin. Gelo makeqanûn û peyman û demokrasiya xerbî, ked û xebat û xwêdana eniya insanî diparêze? Yan şerîeta islamê?
Bê guman makeqanûnê wan tev, bi yek xalek a şerîeta islamê nikarim qiyas bikim. Belê hinek ‘urf û adetên me hene ew jî beşek ji şerîetêye; tenê bi van ‘urf û adeta ez qiyas bikim jî, belê ezê bi serfirazî bêjim ‘urf û adetên me, ji makeqanûn û hevpeymanên wan ên navnetewî li pêştire.
Gelo hûnê jî karibin bêjîn? "seyda ji kerema xwe şerîeta me bike."