“Qelebalixî dil tarî dike, semîmîyet di tenhayê de pêşve diçe”
“Kesek hetanî bi herkesî re rabe û rûne, nikare ji rîyakarîyê xelas bibe.” – Fudayl bîn Îyad
Demek heye ku, dil ji çav baştir dibîne. Di wê kêliya pîroz de meriv bi her çi mijûl bibe, bi wê re meriv ji nû ve tê dinyayê.
Fudayl bîn Îyad, berî ku bibe "Zahîdê Mezin" û bibe ronahiya rûhê însanan, demekê bi tarîtîyan mijûl bû. Ew eşqiyayekî bi nav û deng bû; pêşîya karwanan û însanan digirt, malên wan xesp dikir û navê xwe bi tirsê li seranserê herêmê dabû hesandin. Herkesî jê ditirsiya, lê kesî nizanibû ku di hundirê wî de agirê wijdanekî hîn netemiriye.
Şevekê, gava ku ew ji bo armanceke nebaş bi ser dîwarekî hildikişiya, ji maleke nêzîk dengê xwendina Qur’anê hat. Ew deng mîna tîreke nûrîn li dilê wî ket û ew hejiya:
“Ma ji bo yên ku bawerî anîne hê jî wext nehatiye ku bi zikrê Xwedê dilên wan nerm bibe?...” (Hedîd, 16)
Ev pirs wekî birûskekê li rûhê wî xist. Wî got: "Belê ya Rebbî, wext hatiye û derbas dibe jî!" Ew di wê kêliyê de êdî ne eşqîyayek bû; di wê kêliyê de "ebdek" (bendeyek) bû ku ji nû ve hatibû dinyayê. Fudayl fêm kir ku deryaya rehmeta Xwedê ji gunehên wî mezintir e û jiyana rastîn ne di şerê bi mirovan re, lê di naskirina Xaliq de ye.
Fudayl, bi dilekî mehzûn û poşman tewbe kir. Lê tewbeya wî ne tenê bi ziman bû; ew ji însanan, ji çavên wan ên ku pesnê wî didan an jî jê ditirsiyan dûr ket. Wî fêm kir ku gava mirov di nav mirovan de zêde dimîne, rûyê mirov jî diguhere da ku xwe li gorî daxwazên derdorê nîşan bide. Ew bi tefekkur û zikrê hemhal bû û jiyana xwe ya nû bi van gotinên zêrîn vegot:“Kesek hetanî bi herkesî re rabe û rûne, nikare ji rîyakarîyê xelas bibe.”
Lewra dil di qelebalixîyan de şolî dibe, mîna deryayeke ku her heriyê radike. Gava tu bi her kesî re rûdinî, tu neçar dimînî ku hinekî li gor dilê wan bipeyivî, hinekî pesnê xwe bidî an jî hinekî heqîqetê veşêrî. Lê di tenhayê de, gava mirov bi tenê dimîne, ew dil zelal dibe.
Rîyakarî, di nava qelebalixiyê de şîn dibe; çimkî li wir "çavên kesên din" hene ku meriv dixwaze xwe li gorî wan xweşik û pîroz nîşan bide. Tenhayî ne tenê bi tenê mayîn e, ew "xwenasîn" e.
Li gor Fudayl bîn Îyad, her peyva zêde û vala di hundirê meriv de kêmbûneke manewî bû. Çiqas dengê derve bilind bibe, dengê wijdan û dil ewqas kêm dibe. Her hevalîya zêde û nehewce, sîyeke reş bû ku dil mijûl dikir û nûra îmanê hênik dikir. Lewra wî her gav bi fîrasetekê hişyar dikir:
“Hindik bipeyive, hindik bikene, hindik rakeve, hindik rûne. Lêbelê pir bifikire, pir behs bike û pir bigirî.”
Çimkî rîya (riyakarî), meriv mecbûrî jiyana li gor pîvanên kesên din dike.
Kesê ku li gor çahvên kesên din dijî, mîna lîstikvanekî li ser şanoyê ye; ew qethîyen nikare heqîqeta xwe ya rastîn û mebesta hebûna xwe bibîne.
Gava mirov tenê dimîne, maske dikevin, unwan namînin û tenê heqîqeta mirovî derdikeve holê.
Fudayl fêm kiribû ku rûmeta herî mezin ne naskirina ji aliyê mirovan ve ye, lê belê naskirina ji aliyê Rebbê mirovan ve ye.
Serdema Modern, Qelebalixiya Dîjîtal û Fîraset
Îroj, em di serdemeke wisa de ne ku însan ji bona bibin kesên ji teref civakê ve tên naskirin û "layk" kirin, dikevin nava pêşbirkeke dîn û har. Herkes bi herkesî re, herkes bi her tiştî re bi rêya ekranan û torên civakî mijûl e. Êdî qelebalixî ne tenê li kolanan e, di nava berîkên me de ye. Semîmîyet di bin tîrêjên kamerayan de dihele û cihê xwe dide "performansê".
Lêbelê Fudayl bîn Îyad ji kûrahiya sedsalan gazî me dike û dibêje:
“Heger tu dixwazî dilê xwe zindî bihêlî, ji sîya însanan dûr bikeve. Lewra dil encax dema bi Allah re rûbirû dimîne zindî dibe.”
Di sedsala 21emîn de, "tenhayî" êdî ne tenê çûna şikeftan e; ew parastina dilê xwe ye ji qelebalixiya pûç a rîyakarîyê. Mirovê ku nikaribe bi tenê bimîne, nikare bi rastî bi mirovan re jî hevaltiyê bike; çimkî ew her tim ji bo "çavan" dijî.
Li Rehmetê Bigere û Semîmîyetê Bibîne
Ne ji bona ku tu kes te ji bîr nekî, lê ji bona ku Allah te ji bîr neke bijî. Qîmeta meriv ne bi hejmara şopîneran û çepikan e, lê bi kûrahiya sekna li ber qudreta Rebbê xwe ye. Di qelebalixîyan de li pesn û çepikan negere; di tenhayê de li rehmetê û li "xwe" bigere û her tim vê pîvana Fudayl ji bîr neke:
“Kesek hetanî bi herkesî re rabe û rûne, nikare ji rîyakarîyê xelas bibe.”
Carinan xelasîya herî mezin, ne di serketinên li ber çavên xelkê de ye, lê di tenê mayîna bi xwe re û bi Rebbê xwe re ye. Li wê derê rûmet heye, li wê derê semîmîyet heye û li wê derê şîfaya dilan veşartî ye.
Bila her roj çend kêliyên we yên tenê hebin, da ku dilê we ji toza qelebalixiyê paqij bibe.