Çîya ji çîyayan.
Newal ji newalan,
Gelî ji gelîyan,
Deşt ji deştan,
Mezin ji mezinan
Biçûk ji biçûkan
û
Fêkî ji fêkîyan hesûdî dikirin.
Reqabet û çavnebarî roj bi roj nû dibû li vê dinyaya fanî...
Kî mezin û bilind e û asê ye.
Kî direj û fire ye.
Kî kûr û dûr e.
Kî zer û zerya ye.
Kî kesk û keskesor e.
Kî xweşik e û şebbab e.
Kî bi tehm û lezîz e.
Di rewşekê wanî da...
Li başûrê rojhilatê Enadolê.
Bi navê kevneşopî li Mezopotamyayê!...
Li navîna Riha, Mêrdîn û Amedê.
Li başûrê Sorekê, li biranîya Qerejdaxê welatek hebû.
Jê re digotin Wêranşar…
Ew Wêranşara kû Baqî jê re dibêje “Wêranşarê Şewîtî...”
Ew Wêranşar;
Welatê 'Eşîr û 'Egîdan e...
Navîn û qelbê dûnyayê ye.
Bi deh hezar salan berî dema kû Qerejdax biteqe kevir û axa wê mîna ava sor herikî. Axa wê mîna xwîna kevroşkê sor, geş û berhemdar e. Bi başûr de dirêj dibe û firehîjî dikşîne û dikşîne... Hettanî binê Serê Kanîyê berdewam dike.
Hemû şivanên heremê ji vê derê re dibêjin: Berrî...
Ji demsalan havîn.
Ji mehan tîrmeh.
Ji rojan roja înê.
Di kela kela nava rojê de.
Germ ji german.
Germahî 44 derece.
Naveroka pir û pir germ.
Mêjiyê peyê dikele li ber wê germê...
Ji berbangê sibeha Xwedê da avdana bostên dikirin Sîno û Seydo.
Di bostanê wan da de şamik/freng, îsot, be'can, garis, bamî/okra, zebeş, pirpar, kundir, xitî, xiyar, ancur, Şelengo û Petêx hebûn.
Di berbangê de, di honakîya sibê de av têr vexaribûn û şax û pelên wan bi coş bûn û dibiriqîn.
Însan aşiqên wan dibû. Ji alîyên din ve wexta limêja înê hatibû. Sîno û Seydo xwa amade kirine da ku herin limêja înê. Wexta ku ji malê derketin û bi rê ketin, dengek bîhîstîn. Dengê hatî bala wan kişand û vegerîyan û gûhê xwe dane ser wan.
Dîtîn û bîhîstîn ku kire kira Şelengo û Petêxê tê.
Di nav vê kêf û şahîyê de her yek ji wan bi dorê wûsa dibêjin:
Petêx tê ziman:
-Cihê ku ez lê hebim ma tu kî yî? Şax û pîyê min kin in; lê belê ez ji te mezintirim. Dost û merivên min li her derî hene. Rengê min mîna Zerê Zêr e. Xwarina min zêde zêde xweş e. Li bîna min! Wexta ku bîna min tê, gelek însan hişê wan ji serê wan diçe. Û bi taybetî ciwanên dilovan li ber wê bîna min dilê wan dikele û 'eşqa xwa tînin ser ziman. Lo lo lo ka tu çi me'şî Şelengoyê min ê şîn!..
Şelengo ji ber van gotinên Petêxê tê ziman û wisa li wî vedigerîne:
-'Esl û fesla min ji ya te çêtir e. Şiklê min mîna qelbê însanan e. Hûndirê min sipî ye mîna qelbê zarokan e. Rengê min keskekî tarî ye ku mîna hinnekiroşê[1] ye. Şaxê min zêde zêde dirêj e. Xwarina min gelekî nerm û xweş e. Wexta ku xwarina min tevî xob e. Tu fêkî û sebze fena min bi tehm tunne ne li ser rûyê dûnyayê. Ji xwe li ser rûyê dinyayê xeynî Wêranşarê merivê min tunne ne...Ez bi serê xwe eşîrek im. Ji xwe bedena min efendiyê wan e. Xeynî wê peyvê qet tu tiştekî nedihat bîhistîn...
Berî berî Sîno vegeriya ser wanan û got:
-Bê guman wûn nîmetên Xwedayê Dilovan in. Û gerek e wûn bi hezkirin, rêz û hurmet li hevdî bînihêrin.
Gava ku Sîno van gotinan kir; Şelengo û Petêx hike hike wan hat û bi hevdûra keniyan. Dûvre jî dengê xwe bilind kirin. Û deng li Sîno kirin.
-Ey rûsipîyên me, ey camêrên poz bilind! Qey wî tiştî em ji we hîn dibin.
Ew gelê herêmê ji berbanga da hetta ‘evarê îş û kar û gotinên wan bê guman ev bû:
-Kî ji kê mezintir e…?
Dûvre jî Sîno dîsa vegeriya ser Seydo û got:
-Ey Seydoyê bi şelwar û çefî te dît /te bihîst?
Bi Xwedayê ‘Ezîz ew rast dibêje. Axa însan û însan fenna hevdû ne.
Ji dîrokên vir da li herêma Mezopotamyayê her roj ji nûde ew exlaq çilo davêje...
Dawî dawî û xweş dawî.
Li limij ma bi vî avî.
Em jî man bi vî navî.
Bimînin di nav xêr û xwaşî
[1] Cureyeke hineyê ye ku ji kevzên li ser latan tê çêkirin. Ev kevz li alîyê latê ya ku tavê zêde nabîne mezin dibe. Gelê herêmê hinek dermanên din tevlî vê kevzê dikin pê hineyeke gewre û spehî çêdikin.