Bo Kurdê bê rê û hejar herdem tu semyanî[2] Mela
Yanî ji bo yê bendewar teşbîhê sihwanî[3] Mela
Rojî li ‘esmanî welat serdarê karwanê xebat
Bo geştina mafê rewa[4] serkêşê Kurdanî Mela
Roja hewar heyheyê şêr bûy li meydana belek
Pêşî neyarê dev bixwîn dil rengê şêranî Mela
Ev lat û şax û daxê[5] Kurd tev deşt û gul û axê Kurd
Ew yek bi yek dengî diken şêrê li Barzanî Mela
Bo pehlewan û fêrisan serdefter û pêşahiyê
Elheq di nîva pêşewa[6] her dem tu nîşanî Mela
Zanim ji derdê ez ezê bê ser û jêkbûna gelî
Îro-l mezarê nemriyê[7] wek min bi êşanî Mela
Kevne xebata milletî bo me xuyakir ev yeke
Ku piştî vî derdê giran têtin peşîmanî Mela
Meyze dikem dor û rexa gel şûbtî lehya radibin
Êk peyv û êk dil lew li ser wan bûye erzanî mela
Îro neyara hê teva ceng e li ser Kurdîniyê
Daxwaz e ew xaka ji ber canê xu te danî Mela
Çaxe gelê Kurdê çeleng em tev bibin yek dest û deng
Êketî[8] dermanê me ye ne ku perîşanî.. Mela
Ev çende mah û çende sal rencberye Kurdê bê heval
Bê hûş dikir vîna welat wek şêxê rûhanî Mela
Heyf e birîndar tim dibê em kirmê[9] dara xo bibin
Ba[10] tev bizan in em yek în ta çerxê gerdanî Mela
[1] Bi munasebeta salvegera wefata Mela Mistefa Barzanî em vê şi’rê îthaf dikin –Kelhaamed-
[2] Semyan: Sermiyan
[3] Sihwan: Sîwan
[4] Mafê rewa: Heqê meşrû’ (Meşru hak)
[5] Dax: Çiya
[6] Pêşewa: Pêşkêş (lider)
[7] Mezarê nemriyê: (Ölümsüz mezar)
[8] Êkîtî: Yekîtî
[9] Kirm: Kurm (Kurt)
[10] Ba (tev bizan in): Bira tev bizanin (Hepsi bilsin ki). Em yek în: Em yek in (Biriz)