Mela Ehmedê Nalbend
Serê her behsekê hemda Xudayê quwweta mutleq
Ku zatê hamidê mutleq ew e ‘alem hemî muşteq
Ne cism û cewher û şekl e ne ewwel hey ne axir hey
Ne esl û fesl û hemkûf û şerîk û kes li Wî esbeq
Zewal û mewt û ‘ecz û xwarin û xew ew muhal in Wî
Bi qewlê “Kun fe kane”-j eslê ney ‘alem hemî kir şeq
Qedîm her Ew neba nedbû heba wacib bû sabit ken
Nebayna-d bû hebanya-d bû belê sanî hûwe-l ewfeq
Binê dara îradê rasixe-l ser qedrî ta zatî
Ji her dû ‘alema ‘ulya û suflî derketin ser heq
Çekûç kir kûn li ser sindanî kanê da hemî bê da
Çi xweş hosta ye amûrçî kirîn her çarekê kir teq
Bo hîkmet da hebîbek da hebaya day û da’îw ew
Ku bû wî kir teserrûf hîkmeta carî ne hêla req
Du car da’î bi çav dît hasilê derkê neket qelbî
Teheyyur ma bi destî hat û hêlan meşhed û mesdeq
Çû mexlûqa heqîqet jê nezanî qet heta da’î
Kelex fikr û tesewwur bûn gelek çûnê nedanê leq
Heqîqet behreka kwîr e çû bin nîn in riya dwîr e
Nefis ya teng e ğewwas xendiqîn bê deng û bê beq beq
Çû bê esl û xudan nîn in wekî wî em xudan esl în
Kesê got ew xudan esl e direw kir kafir ê ehmeq
Bi ‘eksulxelq tû bizane sifat û zatê me’bûdî
Hebin wek wî nebin nîn in me ew me’bûd e her bîlheq
Hûner ew bê xudan daîm xudanê cumle mexlûqa
Fe qul xabellezî kezzeb we qul qed faze men seddeq
Çi wî got û hebîbî got me îmana-b hema hey her
Nekûn bît banê îmanê Îlahî lê ne derbin peq
Hilo ey Ehmeda rista vehûne-j durr û yaqûta
Bi vî ‘ilmî li qelbê te şemal helbûn veda rewneq