Tu birayê feqîrabû
Tu neyarê zalimabû
Sitêrka ‘esra bîstabû
Selam li ser te ey rehber
Bilind kir ala doza xwe
Berneda riya Rebbê xwe
Heta diber da serê xwe
Selam li ser te ey rehber
Te hilgirt barekî giran
Te berda dunya û jiyan
Te şewqek vêxist li cîhan
Selam li ser te ey rehber
Ew meş’ela te hildabû
Ji me tevar xweş xuyabû
Hesreta te di dil dabû
Selam li ser te ey rehber
Te ‘umrek da de’wa Xweda
Heta xwe jê re kir feda
Lewra ji me bûyî cuda
Selam li ser te ey rehber
Xwedyê şeref û izzetê
Şûrê heq û ‘edaletê
Hilda heta şehadetê
Selam li ser te ey rehber
Te tirs dida her bêola
Te kişand pir derd û kula
Weka Huseynê Kerbela
Selam li ser te ey rehber
XWedyê daw û doza helal
Mêrxas û hêja û delal
Şehadet li te xweş helal
Selam li ser te ey rehber
Tej mer vekir deryê xêrê
Me qirik daye ber kêrê
Qîmettir ji zîv û zêrê
Selam li ser te ey rehber
Di vê roja sar û serma
Şehadet li hêvya te ma
Selam bike li Seî’da
Selam li ser te ey rehber
Şehadet rêya mêraye
Riya Hemzew Huseynaye
Gelek dûrî tirsokaye
Selam li ser te ey rehber
Em jî ji ter bûne leşker
Em bite her bûne bawer
Tu him rehber û him serwer
Selam li ser te ey rehber
Xwedî ‘ezm û bi qerarbû
Him bi sirr û wefadarbû
Bi sirra ‘Elyê Kerrarbû
Selam li ser te ey rehber
Bi hezara ewladê te
Soz û ‘ehdê her didin te
Em bernadin qet rêya te
Selam li ser te ey rehber
Te avakir xweş cemaet
Bingeh danî bi ‘edalet
Qebûl nekir zilm û zillet
Selam li ser te ey rehber
Xist rê karwanê şehîda
Gazî dabû her ‘egîda
Ketin rêya muwehhîda
Selam li ser te ey rehber
Canê xwe kir weqf û qurban
Ji bo xelasiya însan
Gihaşt karwanê şehîdan
Selam li ser te ey rehber
Me emanetê te hilgirt
Me her daw û doza te girt
Em ji tere bûne şagirt
Selam li ser te ey rehber
Ey hesreta nav û dila
Te sînga xwe da ber gula
Tu çûyî nav bexçê gula
Selam li ser te ey rehber
Ezîz nikare bibêje
Wesfê te gelek dirêj e
Hêsiraj xwinê dirêje
Selam li ser te ey rehber
BÊ SERPOŞ
Roj di beşera me de hiltê li heyama dewranê serpeyî, dem bi dem[...]
XUŞEXUŞA EFXANISTANÊ
Nivîskar: Cahît Zarîfoglu[...]
LOLO BIRA
Li însan û li heywanê bêcan mane bi hezara
Çi ğezeb bû b-destê Seddam li ser Kurda lolo bira[...]