Ma qey wê bê ji bîr kirin kula şehidê Sûsa
Her roj her dem nû dibe di qelbê me da dîsa
Her zaman le’net dibêjim li ser ehlê îblîsa
Wan kelbê dev bi xwîn wan necis û xebîsa
Dor li mumina girtibûn, çarali, hawîr dor
Şehîd kirin Musluman wan leşkerê zulm û zor
Vê wehşetê nabîne dunya lê maye kor
Hewara me ne li kesi, li Rebbê Rehmanê jor
Sûsa gundê Farqina bi şan û şeref û ‘izzet
Pir Huseyn rabûne li ber kufr û zillet
Bi xweyna xwe avdane dara jiyana ummet
Pir razayî şiyar kirin ew muslumanên bi ‘izzet
Şehîdî xweziya me ye lê nabe nesîbê her kesî
Xweda kire para we wî meqamê bi şerefî
Lew we dil neda de’w û doz û fikrê fani
Soz dabûn Rebbê ‘alem feda kirin wî canî
Mekkî û Medenî û Sa’îd û Zekî çar birayên ‘egîd
‘Ebdulxaliq û ‘Ednan û Ehmed û Muhemmed Emîn
Muhemmed ‘Elî û Huseyn ewan şehîdên şêrîn
Mezlûm û şehidin, şahidê Rebbul ‘Alemîn