Jibo yasîn borû
şanika te ma berxê min
şanika te
bi derbehişkan mixmixandîye
bejn û bala te
Ne ji şanika te bana berxê min
minê çawa çavê xwe yê kor
bi tiliyên te kil kiribana.
II
piştî çûna te berxê min
azadî û sîtemkari yek ma’ne ye
di dîwana sitêrkên rijyayî de
tu bi rengê xwînê tê ristin
û bi bayê kewserî re tu
dihilperike bi kuçeyên amîda reş ve
li parzemîna êşê aniha
tu bûye dilopek ji xwînê
li ser dilê min
û s(ş)ewta min li min vedgere
weke bajerekî rêpêneketî me
niha dimênim xirûxalî
di mezelan de
bengiyê şanika te me
berxê min şanika te
çaviyên dilê min diherhilin hêjî
di şînê de
nizanim
ew çend demsal bihurîn bêyî te