Tarîxek nuh destpêka wê bû hicret
Hicreta wî ji cîhanêr bû berket
Berya bighên Medîneya pir şêrîn
Li Qubayê Ensarî hatin civîn
Pîrek, zilam, zarok û hem cuwan, pîr
Wan bi hevra kirin şahî dan tekbîr
Kirin şahî helbesta meşhûr gotin
Dil û cergê evîndara disotin
Mizgîn li we ji ser girê xatira
Pê dilxweş bin hîv derketî ey bira
Şukur ferz e li ser me vê zanibin
De’wetvanê xêrê heta ku hebin
Ey Resûlê ji nava me hat şandin
Ji bo emrê te wê ser bê tewandin
Belê bi te muşerref bû Medîne
Bajarekî çuqa xweş û şêrîne
Tu-b xêr hatî bi ser ser û çavar hat
Tu mezinî tuyî fexra kaînat
Li Qubayê çar roja man mêvanî
Li wir esasê mizgeftê wî danî
Ew mizgefta koka wê-lser îmanê
Hate danîn derbas dibe-d Qur’anê
Bi rê ketin ji wir çûne nav bajêr
Herkesî go were cem me, dixwest xêr
Ji wan re got dev ji deva min berdin
Ew pê zane-l ku meğelê neğeydin
Hat ‘erasa du yetama ji necar
Resûlûllah ji wan kirî bi bazar
Wan Mescîda Nebewî lê çêkirin
Li kêlekê xanyê Resûl çêkirin
Şeş meh çûne Resûlûllah bê xanî
Li cem mala Ebû Eyyûb mêvanî
Ey kulîlka Medînê bê hed selam
Li ser tebin heta dunya bib dewam
Li welatê xwe-b eşqa te evîn in
Ji vê derê em silava dişînin
Ronya çava Resûlûllah Mûhemmed
Sebra dila Hebîbullah nûr Ehmed
Ger dixwazin hûn ji agir bin berat
Ji can û dil hûn bibêjin esselat