Em dixwazin di vê nivîsê de bi Kurtî beḥsa şairekî Kurdistana Başûr bikin ku şahidê du qirna û jihevhilweşîna ‘alema Îslamê û perçebûna gelê Kurd û welatê wan e di nav pênc welatan de. Eger em Dewleta Ûris nejmêrin her çar dewletên dî ji xelkên Musluman pêk tên. Ew dewlet jî dewletên wek Sûrî, ‘Iraq, Îran û Turkîye ne.
Navê Şairê me Mele Xelîlê Mişextî ye. Peyva mişextî di zimanê Kurdî de bi mana “penaber, terkewelat, mihacir, perîşan û hejar e” Mele Xelîl ev mexles layiqî xwe dîtîye û bi zanîn di berhemên xwe de bikaranîye. Lewra hem jiyana wî hem jî jiyana gelê wî li gorî mana peyva “mişextî” domîya ye.
Tarîxek qet‘î ne diyar be jî ji ber ku wî bixwe di jiyannameya xwe de tarîxa wîladeta xwe wek sala 1888 weyaxud 1890ê miladî diyar kiriye ev dîrok wek dîroka wîladeta wî hatiye qebûlkirin. Ji ber ku di derbarê tarîxa wîladeta Mele Xelîl de di agahîyên ku li nufûsa qeza Şêxan hatine peydakirin de tarîxa wîladeta wî wek 1902yan hatiye qeydkirin hinek lêkolîneran ev dîrok bêtir nêzî rastîyê dîtine û dîroka wîladeta Mişextî wek sala 1902yê miladî qebûl kirine. Lê bawerîya me ew e ku beyana şair ji qeydên resmî bêtir hêjayî pejirandinê ye. Lewra em baş dizanin ku di serdema wîladeta şair de gelek kes wek ketm bêqeyd mane. Kesên ku di daîreya nufûsê de hatine qeydkirin jî gelek sal piştî wîladeta xwe hatine qeydkirin û ‘emrê wan piçûk hatiye nivîsandin. Wek mînak kalikê min ku hevçaxê mişextî tê ḥesibandin di bîst salîya ‘emrê xwe de wek yek salî di daireya nufûsê de hatiye qeydkirin. Ji ber vê dibê em bêtir pişta xwe bi beyana Mişextî ve girê bidin û dîroka wîladeta wî wek sala 1888 weyaxut 1890ê miladî qebûl bikin.
Mele Xelîlê Mişextî li gundê Belaweta bajarê Musil hatiye dinê. Navê wî yê eslî Xelîl Silêman Xabûr e. Navê bavê mele Xelîl Silêman e. Melel Xelîl piranîya jiyana xwe di gundên Kurdistanê de buhurandîye. Ji ber ku malbata wan naçare Silêmanê bavê Mele Xelîl bi gavantîya gundan debara xwe kirye ku yek ji wan gundan gundê Bazîce ye. Mixabin teqdîra îlahî bi Mele Xelîl re nakene û bavê wî di zaroktîya wî de li gundê Bazîce wefat dike. Êdî jîn barê xwe dide ser milê Mele Xelîl û Mele Xelîl dike golikvanê gundê Bazîce. Dijwarîya şert û mercên jîna dinê li alîkî Mele Xelîl mecbûrî xebata aborîyê dikin li alîyê din dilê wî bi kela xwndinê dikelije. Mele Xelîl ji bo vemirandina agirê xwndinê dest bi feqîtîyê dike. Wexta ku diya wî wefat dike îdî Mele Xelîl temmamê jiyana xwe bo xwendinê terxan dike û li gelek gundan li cem gelek seydayan dixwîne. Wek mînak li gundê Bêrsîya Mele ‘Emerê Bêrkî, li gundê Bêşîrî Mele Şeref, li gundê Nepaxa devera Zêbarê Mele Nûrî, li Berzan Mele Se‘îdê Akreyî ji seydayên wî çend seydayên navdar in ku wî li cem wan xwendiye.
Mele Xelîl xwendina xwe ya medresê di bist sala de temam dike, îcaza melatîyê werdigre û dibe mela. Mele Xelîl di hengama melatîyê de gav bi gav gelek gundên Kurdistanê dipîve û li gelek gundan melatîyê dike. Di hengama Melatîyê de Mele Xelîl sê cara di zewice. Bes zewaca wî ne wek pirjinî ye. Jinek wî mirîyê hê wî ya din aniye. Li gorî beyana naskiroxên Mele Xelîl; Mele Xelîl kesek ji te‘essubê dûr bû. Lewra hem mesîḥî, hem êzîdî hem jî muslumanan rêza wî girtine û qîmet dane wî .
Mele Xelîl di warê siyasetê de li Kurdistana Başûr bi ḥereketa Kurdistanî ya Mele Mustefayê Berzanî re têkilî danîye û bo wê bizavê tevgerîyaye. Piştî vemirandina serhildana Mele Mustefa Berzanî ew jî wek gelek koçberên Kurd tê girtin û dikeve ḥebsê. Paşê jî wek mihacir diçe Îranê û bi salan li wir dimîne. Bi qasî ku tê zanîn jîna Mişextî ya li Îranê di bin şert û mercên zor û dijwar de derbas bûye. Mele Xelîl ji naçarî bo debara dinê li Îranê li ser meqberan bi heq Qur’an xwendiye da ku debara xwe bike.
Mele Xelîl di sala 1994ê miladî ji bajarê Yezd ku bajarek Îranê ye vedigere welatê xwe û li komelgeha Çirey niştecîh dibe.
Roja ku li İraqê Seddam tê ser text ta dawîya selteneta wî Mele Xelîl jî wek hemû Kurdan dijberîya wî dike. Zulm û qetlî‘amên Seddam dibin kul u keder û dikevin dilê Mele Xelîl. Ḥesreta wî ew e ku mirina wî bi çavê xwe bibîne. Xweda pê re dibe serî ew mirina Seddam û ḥalê wî yê perîşanê dawî bi çavê xwe dibîne û di sala 2007ê miladî de wefat dike.
Mele Xelîlê Mişextî li pêy xwe gelek berhemên hiştiye. Çend berhemên wî ev in.
- Dîwana wî ya bi navê “Bihara Dila” Ev berhem ji helebestên Mele Xelîl pêk hatiye. Di mewzûbehsên cûrbecûr de gelek helbest di vê berhemê de hatine civandin. Ev berhem bi edîtorîya Newzad Emîn Mişextî û Kamûran Îbrahîm mişextî di sala 1012an de wek 564 rûpel di nav weşanê weşanxaneya “Sipîrêz” de li duhokê hatiye çapkırın.
- Ferhenga Merg û Jî: Ev berhem di warê ferhengnasî yê de berhemek giranbiha ye. Di serê vê ferhengê de wek lêkolînek taybet gelek peyvên Kurdî, Zerdeştî û Avestayî yê hevwate cîh girtine. Ev berhem di sala 2006an de li Hewlêrê hatiye çapkırın.
- Ferhenga Şikeftan: Nehatiye çapkırın.
- Çarbendê Xeyam î: Di vê berhemê de rûba‘îyên ‘Umer Xeyam ji zimanê Farisî bo zimanê Kurdî hatine wergerandin
- Çarbendên Baba Tahirê Hemedanî: Di vê berhemê de ruba‘îyên Baba Tahir ji Kurdîya lorî bo Kurdîya Kurmancî hatine wergerandin
- Tefsîra Qur’anê: Tefsîrek bi Kurdî ye. Ta nuha nehatiye çapkırın
- Fiqhê Muḥemmedî: Ev berhem jî berhemek fiqhî ye. Ji zimanê Farisî bo Kurdî hatiye wergerandin û ta nuha nehatiye çapkirin.
- Mewlûdname: Mewlûdeke Kurdî ye. Bi devoka Behdînî hatiye amadekirin. Ev berhem digel latiniza wê ji teref Hêmin Omar Xoşnav ve di nav weşanên Zanîngeha Soran de hatiye weşandin.
- Mentîqut-teyr: Di vê berhemê de Mentîqut-teyra Ferîdud-dîn ‘Etarê Nîşabûrî ji zimanê Farisî bo zimanê Kurdî hatiye wergerandin. Ev berhem Ev berhem digel latiniza wê ji teref Hêmin Omar Xoşnav ve di nav weşanên Zanîngeha Soran de hatiye weşandin.
Ji bil van berheman wek “Erebname, El-‘Ewamîl El-Menzûme û…hwd” çend berhemên Mele Xelîlên dî jî hene. Ji bo ku ev berhem ne bi zimanê Kurdî ne em li ser wan nasekinin. Li vir emê cîh bidin du helbessteke Mele xelîlê
WERE DIKTOR
Were diktor binêre vî birînî
Birînek zor kirête tu dibînî
Birînê min genî bûne rizîne
Gelek kûr in ne pirse tu berînî
Xew û xwarin me nîne roj û şevgar
Leşê min pirr ji êşe derd û kînî
Berî bêjî dizanim min çi derde
Çi kovan û çi jane pirr nehînî
Xudê derman ji bo min ger ne rêket
Neşî sax ke evî zam û birînî
Ne derman in çi toz û dendik û derzî
Ne derman e ji ber pîrî w zebînî
Ne derman e hemî malê cîhanê
Ne derman e hemî genc û xezînî
Ne derman in hemî diktor û lenden
Ne Mosko yê kulavsor û ne çînî
Piçek ava welatê kurdewarî
Li nişkavê bi ser min da bi reşînî
Mişxet ev ro ji bo te dûr e derman
Çi noşdar e bi zeḥmet tu bibînî
Bi xu diktorê xwe yî ey qelender
Tu êşa xo dizanî û dibînî
Te êş nîne belê derdê welat e
Ji êşek dî bi gazinî, tu dînî
Hezar loqman li te xir bin ji xo ye
Tena naken li te jan û birînî
Bi derdê xo bi nale roj û şevgar
Bi zêmar û bi giryan û ḥezînî
Kesek nîne li hawaret diyar bît
Ku aram ket li te zam û bifrînî
Birîna kevn û kûr û heftê salî
Tu nabînî we zax û kesk û şînî
[1] Di amadekirina vê nivîsê de ji Dîwana Mele Xelîl a bi navê “Bihara Dila” û agahîyê Hemîn Omar Xoşnav hatiye îstîfadekirin.