Di jiyana me ya niha de bi her hawî çand û dîroka Îslamê ji teref oryantalîst û musilmanên sekuler tê niqaşkirin. Niqaşekî wisa têkirin ku tu dibê qey ji hêla felsefî û teolojiyê ve alimên îslamê qet tiştekî negotine.
Alimên Îslamê bi hezar salan berya niha meseleyên ku niha di zanîngehan têne niqaşkirin li ser wan ramanên xwe nîşandane û di nava xwe de çareser kirine. Hin mesele hene ku ew qas di nav xwe de hêsan dîtine ku li ser wan zêde mijûl jî nebûne.
Yê pêşiyan gotine; xeberdana dûdirêj ji ehmeqan re tê gotin. Ji aqilmendan re gotina kurt bes e. Yek meseleyek jî he ye ku li ser vê meseleyê mînakek gelekî xweş e.
Tê rîwayetkirin ku hinek feylesof ji bo sualên xwe bipirsin hatine cem Mewlana Celeladdînê Rûmî. Tê zanîn ku Mewlana zilamekî ‘alim û mutesevvuf bû. Evan feylesofan jî dixwestin ku bi sualên xwe Mewlana têxine zorê.
Lê Mewlana ji ber ku niyeta wan fêm kiriye, wan ji ser xwe davêje û wan dışîne cem Şemsê Tebrîzî. Mewlana hem sualên wan meraq dike û hem jî meraq dike ku ewê Şems çawa xwe ji bin sualên wan derbixe.
Şems jî ew çax li mizgeftê bi telebeyên xwe re behsa teyemmumê niqaş dikir. Ji ber ku mesele kûr û dirêj bû kerpîçek jî danîtibûn ber xwe û li ser vî kerpîçî dersa xwe pratîk dikirin.
Evan feylesofan hatin cem wî. Ji xwe feylesofan, berya ku werin cem wî di nav xwe de mijûl bûbûn û sê heb sualên qerase di nav xwe de neqandibûn. Û berdevkek jî ji xwe re bijartibûn.
Berdevkê feylesofan sedema ziyareta xwe bi kurtasî ji Şems re got.
Şems jî got:
“Keremkin sualên we çi bin bipirsin!”
Berdevk wiha got:
“Madem Xweda he ye, em çima nabînin? Keremke rêyî me bide bira baweriya me jî zêde bibe.”
Şems hinekî fikirî lê qirar da ku ewilî sualên din jî bibhîze û dûvre bersiva wê bide.
Got:
“Ka suala xwe yî din jî bipirse.”
Berdevk wiha got:
“Hûn dibêjin şeytan ji agir hatiye xuluqandin. Û dûvre jî hûn dibêjin ewê bi agir ezab lê bê kirin. Ma gelo agir bi agirtiya xwe kare ezab li agir bike?”
Şems:
“De ka tu suala xwe yî din jî bipirse, Xweda ji me re mezin e.”
Berdevk:
“Hûn dibêjin li axretê ewê hemû mirov heqê xwe ji yê din bigre. Madem hemû kes çi heq kiribe ewê wî bibîne hûn çima bela xwe ji mirovan navegerînin. Dev ji wan berdin! li gor baweriya we, ji xwe ewê her kes heqê xwe li dinya a din bigire.”
Bi rastî evan feylesofan jî bawermend bûn. Lê ji ber ku di van meseleyan de tiştekî çareser nekiribûn xwestin evan sualên xwe ji Mewlana bipirsin. Mewlana jî wan şandibû cem Şems.
Şems, li ser van gotinên wan gelekî hêrs bû û kerpîçê ku li ser wê te’lîma dersê dikirin rahiştê û di serê berdevkê feylesofan de hûr kir.
Bêguman Şems karibû li gor lîteratûra feylesofan bersiv bidana lê wî xwest ku dersekî baş bi wan de.
Berdevkê feylesofan li ser vî halî hew îdare kir ku benda bersivê bisekne. Hema di cî de rabû û bihêrs çû cem qadî. Şems û feylesofên din jî dan pê wî û çûn cem cenabê qadî.
Berdevk, ji qadi re wiha got:
“Min sê sual jê pirsî, wî jî ji ber ku nikarîbû bersiv bidana rabû kerpîç li serê min da.”
Qadî ji Şems pirsî:
“Çima di bedêla bersivê te li serê wî da?”
Şems:
“Min tiştek nekir. Tenê min xwest ku ez bersiva sualên wî bidim.”
Qadî:
“De ka meselê xweş bide fêmkirin. Te çi kir?”
Şems:
“Cenabe Qadî! Ewî ji min re got, Xweda rê min bide ku baweriya min zêde bibe. Ez jî dibêjim bira êşa serê xwe rêyî min bide ku ez jî Xweda rêyî wî bidim.”
Berdevkê feylesofan:
“Serê min diêşe, lê ka ez çawa êşê rêyî te bidim.”
Şems:
“Hah ‘eynen wisa Xweda jî weke êşa serê te he ye, lê ka ez çawa rêyî te bidim. Suala te yî din jî te got; ewê agir çawa şeytan bişewitîne? Çawa ku tu ji heriyê hatî xuluqandin û kerpîça ji heriyê çê bûye jî serê te êşand ewê agir jî şeytan bişewitîne û biêşîne.”
Qadî êdî dev ji dawê berda û meraqa sual û bersiva din kir. Û got:
“Suala din û bersiva wê çi bû?”
Şems:
“Sula din jî wiha ji min pirsî; madem axret he ye û neheqî li tu kesî nabe dev ji daw û dozên xwe berdin û bihêlin axretê. Ez jî niha li ser vê mijara wî wiha dibêjim; dev ji vê dawa xwe berde û bi dû nekeve, ji xwe li dinya a din tê heqê xwe bigrî.
Berdevkê feylesofan û hevalên wî li ser van bersivan heyirî man û dev ji doza xwe berdan.
Belê xwendevanên hêja, gere em li dîrok û baweriya xwe ji hercar bêtir xwedî derkevin. Çimkî ev meseleyên ku pûç in û têne şitexilandin alimên me bi yek kerpîçekî cawabên wan dane.