Mehfûz BADAYÎ
1. Me Soro li Gewro Kir, Me Reşo li Beşo Kir
Kurê Mîrê Botan, li ba walîye Sêrtê mêvan e. Tu nabêjî ‘esker jî çûne zozanan û li zozanan çend kesan xwestine tolazî bikin. Tebayê mîr û ‘esker, her çi qewimîbe, bihev ketine, şerr kirine. Mîrê Botan, qasidekî digire û jê re dibêje:
“Tu here xwe bigîjîne meclîsa walî, kurê min xilas bike. Wî ji destê hikûmetê derxe, hêj ku walî bi şerrê me nehesîyaye. Tu kurê min ji wir dûr bikî, ezê bîst mî dîyarî bidime te.”
Qasid xwe digîjîne civata walî, dixwaze ku bi şeklekî veşartî bûyerên li derve çêbûne, ji lawê mîr re bêje û walî fam neke. Peyîkê û xeberbirê mîr, piştî li derî xistin û silav û hal pirsînê, dest bi axaftina xwe yê şîfrekirî dike û ji kurê mîr re dibêje:
Seh hatine nav malan, em rabûne hevûdû bi qetê gopalan,
Me soro li gewro kir, me reşo li beşo kir,
Me derbasî ava mezin kir, em çûne warê xwe yê her salan.
Gedeyê mîr, têdigihijê ku hal û kar hîç ne baş e; pir xirab e. Rengê wî diguhere; ma’dê wî xira dibe.
Walî ji van xeberdanan tu encamekê dernaxe; lê dîsa jî fêm dike ku hin tiştên ne esayî çêbûne. Walî, xwe di meraqê de nahêle û xwe dispêrê dostanîya berê, ji lawê mîr dipirse: “Xêr e birazîyê min, çi bûye?”
Kurê mîr, meseleyê eşkere dike û dibêje:
“Eskerê we û xelkê me bi hev ketine. Xwîn rijîyaye. Zilamê me, konê xwe li heywanan, li hesp û qantir û gayan bar kirine. Xwe li çem dane û derbasî alîyê dinê avê bûne. Qesta çûna ‘Îraqê kirine…
2. Ê Dila Dîsa Di Dila De (Simo Teyro)
Rojekî ji rojan kurê Simo Teyro, nexweş dikeve û roj bi roj nexweşîna wî zêde dibe. Lê ji sedem feqîrtî û timatîyê, dilê Simo qabil nade ku kurê xwe bibe ba hekîmekî.
Simo Teyro û jina xwe li ber serê zaroyê xwe rûdinin. Simo, destê xwe vedike. Bi dengekî bilind hewara xwe bi Xwedê dike û dibêje:
Ya Rebbî! Ku kurê min baş bibe, gayê belek nidir, hezar polik nidir, kêlek genim nidir dikim.
Jina wî wexta van du’ayan seh dike, bi ‘enîşka milê xwe li kêleka Simo dide û jê re dibêje:
Kuro te çi got. Te mala me xira kir. Qey ji xeyrî wî bizina qîq û qels tiştekî me yê din heye?
Simo, rûniştandina xwe xira nake. Bi dengekî nizm ji pîreka xwe re dibêje:
Hurmetê, kezî kurê..! Dengê xwe neke. Ka ez lawik ji nav lepê mirinê derxim; ê dila dîsa di dilan de!
3. ‘Elîyo Dibin Sêdarê, Nûrikê Dibê: “Ji Min Re Kil û Kildana Bîne!”
Mîrê Botan, dema seh dike ‘Elîyo tinazên xwe bi ‘eqlê mîr kirîye, li ‘Elîyo tê ğezebê. Dibêje:
“Bi lez ‘Elîyo bînin, daleqînin!”
Bendeganên Mîr diçin mala ‘Elîyo, wî li hewşê diqefêlin û dikevin bin çengên ‘Elîyo ji bo wî bibin sêdarê.
Haya jina ‘Elîyo Nûrikê, ji bayê felekê tune ye. Ew li odeyeke xwe, di dest de mûçing û ‘eynik rûniştîye.
Wexta hin dengan ji hewşê seh dike, Nûrikê bang li mêrê xwe ‘Elîyo dike û dibêje:
“Wa ‘Elîyo..! Ku tu çûy sûkê, ne ku tu jibîr bikî ha, ji min re kil û kildana bînî.” ‘Elîyo wê demê dîn dibe. Nizane têkeve heyra canê xwe an derdê bêğembûna jina xwe û dibêje:
“Ha aqlê jina min û ha aqlê mîrê min.”
‘Elîyo tînin ber pîyê mîr, bendeganek ji mîr re dipispise û dibêje:
“Mîrê min, bêurtê ‘Elîyo, wexta me ew girt, ji te re wiha wiha got.”
Mîr bêtir hêrs dibe û dibêje:
“Dev ji sêdarê berdin; ‘Elîyo li qazoxê bixin!”
Zilamên mîr bilez qazoxek tînin û li ‘Elîyo rast dikin. Mîr wexta ku dibîne ‘Elîyo rep bûye, hîç dengê xwe dernaxe, nake qareqar, wê hingê dibêje:
“Wey li mino! Heyfa mêrekî weka te ‘Elîyo!”
Wê demê ‘Elîyo, êşa canê xwe jibîr dike. Nizane têkeve heyra çi. Dema wî dibine bin sêdarê ji boy kuştinê; jina wî kil û kildana dixwaze. Dema wî li qazoxê dixin, gunehê axa bi ‘Elîyo nayê; lê heyfa wî bi mêrantîya ‘Elîyo tê. Di nav van ehmeqî û teretûreyan de ‘Elîyo, gotina xwe yê malê tevlî çêran dûvedirêj dike û dibêje:
“’Eqlê jina min ‘eqlê mîrê min, ‘eqlê mîrê min ‘eqlê kerê min.”