Bangaheq Bangaheq
E-DERGÎ
TÊKETIN
Bangaheq Bangaheq
  • Sazûmanî
    • Derheqê Me de
    • Kûnye
    • Hesabên Banqayê
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
    • Hevpeyvîn
    • Bexçeyê Zarokan
    • Meqale
    • Çîrok
    • Helbest
    • Portre
    • Kitêb
    • Xeber
    • Zanist | Tenduristî | Teknolojî
    • Reçeteya Kurdan
    • Ên ku ji We Hatine
    • Lêkolîn
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî

SÊ MERSELE

Mahmut Kılınç Mahmut Kılınç
02.07.2024
Meqale

Paylaş

Icon

NÎŞANÊN TIRSA JI XWEDA

NÎŞANÊN TIRSA JI XWEDA

Ebû Leysê Semerqendî dibêje: Nîşan û elametên tirsa ji Xweda heft şiklin. Evana:

1—Tirsa ji Xweda di ziman de ye: Mirovên tirsa Xweda pê re hebe, zimanê xwe ji derewa, ji paşgotiniyê, ji fesadî û gellacîyê, ji bêbextîyê diparêze. Zikrê Xweda dike, Qur’anê dixwîne, însana dawetî bi bal başî û qencîyê ve dike.

2—Di dil de ye: Mirovên tirsa Xweda ketibe dilê wî, di dilê xwe de ji kesekî naqehire,  kîn, bûxd û hesûdîya kesekî nakeve dilê wî, neyartî û berberîyê bi kesekî re nake. Lewra Resûlê Xweda (s) wiha dibêje: “Agir, çawa darê hişk dişewitîne, kîn û hesed jî wiha xêra dimehîne.”

3—Di ça’va de xuya dibe: Mirovên tirsa Xweda pê re hebe, li heram mêze nake. Li malê kesekî li namûsa kesekî nanêre. Bi ça’vê birçîyan li dinê nanêre, bi îbret li hedîse û bûyerên dinê dinêre. Resûlê Xweda (s) dibêje: “Her kî ça’vê xwe bi heram tijî bike, Xweda jî roja qiyametê ça’vê wî bi agir tijî dike.”

4—Di zik de xuya dibe: Mirovên tirsa Xweda di dilê wî de hebe, zikê xwe bi xwarina heram tijî nake. Resûlê xweda (s): “Ademzade dema zikê xwe bi heram tijî dikin, li erdê û li asîmana melek le’netê lê tînin. Û Heger wê xwarinê biserifîne û bimre, ciyê hêwiriya wî cehennem e. Lewra Xweda di Qur’anê de dibêje: Kesê heram dixun, ji bil agir tu tiştek nexistine zikê xwe.

5—Di desta de xuya dibe: Kesê tirsa Xweda di dilê wî de hebe, destê xwe dirêjî heraman nake. Hew tiştê Xweda jê hez dike dipelîne.

6—Di linga de xuya dibe: Kesê tirsa Xweda di dile wî de hebe, di rê û rêçên şaş de nameşe, di riyên Xweda jê razî de dimeşe. Gavê xwe jî herdem bi yê ‘alim û salihan re davêje.

7—Di ‘Emel de xuya dibe: Kesê tirsa Xweda di dile wî de hebe, îbadetê xwe hew jibo razîbûna Xweda pêk tîne, ji nimayişê direve, bi îxlas ‘emel dike.

 

TU NIMÊJA XWE JÎ QEZA BIKE

Mirovekî gelek zahid hebû, lê rîyakar bû. Rojekê diçe mêvanê Paşê. Paşa xwarineke rewşedar îkramî mêvanê xwe dike. Mêvan diqedime ser sifrê, lê hindik xwarin dixwe.  Dema nimêjê tê, mêvan nimêja xwe dirêj dike, jibo paşa qîmetê bidyê û wî bipesinîne.

Mêvan lehzakê dimîne diçe mala xwe,  ji kevanîya xwe re dibêje “ez birçîme, ji min re xwarinê bîne” Kurê wî dibêje;  bavo ma tu mêvanê paşê bû, çima te têr xwarin nexwar?

Bav:  Kurê min! Jibo paşa min nelomîne, min hindik xwarin xwar.

Kur: Bavo! Pêwist e ku tu nimêja xwe jî qeza bikî, çimkî te li mala paşê nimêja xwe dirêj kiriye.

SÊ KESÊN DI ŞIKEFTÊ DE ASÊ MANE

‘Ebdullahê kurê ‘Umer, ji Resûlê Xweda ev hedîs rîwayet kiriye. Resûlê Xweda (s) weha dibêje:

Di Zemanê berê de sê mirov bi hevra derdikevin rêwîtîyê. Li wan dibe şev. Jibo şeva xwe derbas bikin, dikevin şikeftekê.  Êvarî latekî mezin ji çiyê digindire ber devê şikeftê, devê wê bi carekî digre. Li pêşberî vê hedîsê ev her sê kes diheyirin, nizanin dê çibikin. Ji bil du’a tu çara wan namîne. Bi hev dişêwirin, dibêjin “Ka werin kê ji we jibo Xweda çikiriye bibêjin, hêvî heye ku Xweda derîkî xêrê ji me re veke”

Yê yekem dibêje: Ya Rebbî! Dayikeke minî pîr û bavekî minî kal hebû. Heta min xwarina wan neda wan, min nedihişt kesek xwarinê bixwe. Rojekê ez jibo êmê heywanê xwe ji mal derketibûm, êvarê berya razên ez vegerîyam mal, min heywan dotin û şîrê wan xiste tasekê, bir ji dê û bavê xwe re, bes heta min şîr bir, herdû jî raza bûn. Tasa şîrê min di dest min de heta sibehê ez li ber serê wan, li ser pîya sekinîm.  Dema hişyar bûn, şîr ji dest min girtin û vexwarin.

Ya Rebbî! Heger min ev kar jibo te kiribe, vî latî ji ber derîyê şikeftê bide alî.

Lat hinekî ji ciyê xwe leqîya, ronkayî xuya bû.

Yê duyem: Ya Rebbî! Dotmamek min hebû, dema qîz bû, dilê min tê de hebû. Bes nebû qismetê min.

Salek xelê bû, dotmama min jibo îhtîyacê xwe hate ba min, di miqabil 120 zêran xwe ji min re amade kir. Min xwest herme ba wê, di vê deme de dotmama min, ji min re weha got; “Pismam! Ji Xweda bitirse, dînê te vêya qedexe kiriye” li ser wê gotina wê, ez poşman bûm, min dev jê berda. Min zêrê wê jî danê û ew şand.

Ya Rebbî! Heger min ev kar jibo te kiribe, vî latî ji ber derîyê şikeftê bide alî.

Lat hinekî din ji ciyê xwe leqîya, ronkayî zêde bû.

Yê Sêyem: Wextekê gelek pale li ba min dixebitîn, yekî ji wan perê xwe nestend û çû. Min bi perê wî palî pez û dewar kirî û xwedî kir. Çend sal derbas bûn, bûne kerîyekî mezin.

Rojekê ev pale hate perê xwe ji min xwest, min gote wî “Ev kerîyê pez û dewara, tevlî şivanê li ber, hemî yê te ne”

Pale gote min “Ezbenî! Qerfê xwe bi min neke û perê min bide min.” Min gote wî; “Wallahî  ez qerfê xwe nakim, bi tehqîq ev tev yê te ne, bigre û here.” Pale ew kerî tev da ber xwe û çû.

Ya Rebbî! Heger min ev kar jibo te kiribe, vî latî ji ber derîyê şikeftê bi carekî bide alî.

Lat bi carekî ji ber derîyê şikeftê derket. Hersê mirov bi silametî ji şikeftê derketin.

Bûharî: Buyu’: 98, îcare: 12, Hers Wel Muzare’e: 13

 

Paylaş

Son Eklenenler

03.09.2025 Meqale

مانگی مەولود مانگی گۆران،بەدەستخستی مافەکان.

Nivîskar: محمد دارەتویی[...]
05.02.2025 Meqale

EW NE XERÎB IN…

Nivîskar: Elî Dogan[...]
05.02.2025 Meqale

MESELEYA CIXAREKIŞANDINÊ

Nivîskar: Bilal Kahraraman[...]
Bangaheq

Navnîşan û dergûşa edebiyat, çand û hunerê

Menü
  • Sazûmanî
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî
Kategorî
  • Hevpeyvîn
  • Ên ku ji We Hatine
  • Lêkolîn
İletişim
  • Göztepe Mah. Mahmutbey Cad. İstoç Oto Ticaret Merkezi 3. Cadde N Blok No:6/103 Bağcılar/İstanbul
  • 0212 562 60 06
  • bangaheqq@gmail.com

© Tüm Hakları Saklıdır | İNS AJANS