Gelî Xwendevanên delal û bi rûmet! Eger Rebbê me Ellah Te‘ala destûr bide emê di vê jimara Kovara Kelhaamed biçin newala xwînê yanî emê biçin Gelîyê Zîlan û behsa lehengekî navdarê Gelîyê Zîlan bikin. Di vê nivîsê de lehengê me Reşoyê Silo ye.
Reşoyê Silo bi eslê xwe ji binemala Kalê ye. Ev binemal beşek ji beşa ‘Eşira Bekira ye. ‘Eşîra Bekiran ‘eşîrek mezinê Kurda ye. Ferdên vê ‘Eşîrê bi giranî li Batman, Wan, Agirî, Erdîş, Bazid, Mûş, Qereqoçan, Exlat, Tetwan, Diyarbekir, El‘ezîz, Melazgir û Qersê belav bûn e.
Reşoyê Silo li gundekî Erdîşê ê bi navê Komurkoy hatibû dinê û jiyana xwe li wir didomand. Navê wî yê eslî Reşît e. Navê bavê wî jî Suleyman e. Ji ber ku gelê Kurd wek adeteke xweyê kevnar giranîya navan di nav xwe de bi awayeke belexwarî bilêv dikin Reşîtê lawê Suleyman di nav gel de wek Reşoyê silo hatiye bilêvkirin û wilo maye.
Li gorî agahîyên di derbarê wî de Reşoyê Silo di Medresa Hesen Evdal de xwendîye, keseke xwenda û zanayê dema xwe ye. Piştî ku dewleta Osmanîyan hildiweşe û damezrînerên Komara Cumhûrîyetê polîtîkayeke nû û sekuler dimeşînin wek gelek gelên herêmê Reşoyê Silo jî nerazîbûna xwe ya li dij vê rewşê nîşan dide. Wexta ku serhildana Şêx Se‘îd li dar dikeve Reşoyê Silo jî nerazûbûna xwe ya bo vê serhildanê aşîkar dike bes derfeta tevlêbûna qiyamê nabîne. Piştî ku serhildan bi mudaxleyek hovane têk diçe rayedarên Komara Cumhûrîyetê gelek mal û malbatên Kurd ê navdar sirgûn dikin. Gelek şêx, mela, axa û pêşîvanên Kurda jî an bi dar da dikin, an dixin zîndanan an jî sirgûn dikin. Di birayara sirgûnê de ji herêma Bazid 1400 kes digel 80 malbatan tên sirgûnkirin. Di vê siyasetê de para Reşoyê Silo jî sirgûn e. Rayedarên komarê dixwazin ku wî sirgûnî Anadola Rojava bikin. Lê ew vê biryarê qebûl nake û wek Hesikê birê Têlî, Şêx Zahir, Bekirê Qulîxan axa û gelek kesên dî dibe mehkûm û pişta xwe dide çiya.
Piştî ku Hesikê Birê Têlî û hevalên wî agirê serhildana Agirî da didin û Îhsan Nûrî paşa û hevalên xwe tên reveberîya serhildanê werdigrin, Reşôyê Silo jî tevlî vê serhildanê dibe û wek wezîfedarê herêma Gelîyê Zîlan tê tayînkirin. Reşoyê Silo di Herêma Erdîş û Gelîyê Zîlan de derbên dijwar li neyarên xwe dixe. Gelek caran êrîşê dibe ser hêzên dewletê û zayîatên zêde dide wan. Yek ji wan jî êrîşa Qereqola Çaqir Beg e. Reşoyê Silo digel hêzên serhildana Agirî êrîşê dibe ser Qereqola Çaqir Begê û temmamê leşkerên ku di wir de ne dikujin. Ev bûyer tesîrek zêde li rayedarên komarê dik e. Je lew rayedarên Komarê hêzeke gumrah dişînin herêma Gelîyê Zîlan.
Hem zayîata Komarê a di Qereqola Çaqir Begê de, hem jî gumrahîya leşkerên êrîşker tirs û zelzeleyek dijwar dixe dilê gelê Gelîyê Zîlan. Gel di vê endîşa xwe de neheq nîne. Lewra hêzên dewletê di êrîşa xwe de li ser gelê Agirî nexasim xelkên herêma Gelîyê Zîlan her heq û hiqûqî binpê dikin. Çi dijraber, çi biçûk, çi mezin, çi kal çi pîr, çi jin çi mêr kî bi ber wan bikeve bi sosret dikujin. Gelîyê Zîlan dibe gelîyê xwînê. Bi hezaran însan tên qetilkirin. Hêvîya dijraberan dişkê û ji naçarî dijraber biryara derketina ji welat didin. Birayara wan ewe ku derbasî Îran û Sûrî bibin.
Ji eqrebayên Reşoyê Silo Memoyê Bedir teklîfa derketina ji welat li Reşoyê silo dike. Îdîa Memo ew e ku îdî li welat îmkana jiyanê nemaye. Lazime ew jî ji bo debara xwe derbasî derveyê xetê bibin û biçin bin xetê da ku jîna xwe bidomînin. Bersîva Reşoyê Silo ev e: “Birçîbûna li welatê me ji têrbûna welatê xelkê çêtir e. Ez bi tena serê xwe jî bimînim biryara min domandina berxwedanê ye.” Piştî vê biryarê nêzîkî 80 kesên dî jî dighên Reşoyê silo pişta xwe didin çiyayên asê û berxwedanê didomînin.
Di nav hevalên Reşoyê Silo de Xanima wî ya bi navê Zeyno jî wek şêrejinek cîhê xweyê taybet digre ku navê wê yê eslî Zeyneb e. Ew jî bi neseb ji mala kalê ye. Reşoyê silo, xanima wî Zeyno û hevalên wî yên din dighên hev û berxwedana xwe didomînin. Lê zivistanên Serhedê dijwar in. Çiya rê nade wan, şikeftê zinaran wan nahewînin. Birçîbûn û derdê debarê zorê dide wan. Mecbûrîyet dijraberan mecbûrî hinek karên ne li rê dike. Yek ji wan karan jî eve: Rojek hinek hevalên Reşoyê Silo diçin Aşê Gêra û dest didin ser arê xelkê. Gel zêde ji vê hereketê ‘aciz dibe û dilnexweşîya xwe nîşan dide. Lê dijraber ji naçarî mecbûrî vî karî ne. Reşoyê Silo li ser vê bûyerê hevalên wek xurûbên pênce pênc dabeş da ku her kes bi awayeke karibe xwe veşêre û debara xwe bike. Di encama vê hereketê de serleşkerên delwetê ji şopa Reşoyê Silo û hevalên wî hayîdar dibin û bi rêberîya mîlîsan êrîşê dibin ser gundê nêzîkî şikefta wî ya ku di herêma Devetaş de bû. Di nav mîlîs û hevkaran de hinek eqrebayên Reşo jî hene. Bes em naxwazin navê wan li vir rêz bikin. Dibê em li vir baş bizanibin ku zewala dar ji kurmê dar e.
Tu agahîyeke Reşo ji mîlîsên hevkar û leşkeran nîne. Loma du birayên bi navê ‘Emer û Mihemmedê Xalit bo temînkirina xwarinê dişîne nav gund. Ev her du bira bi dev diçin ser kemîna leşker, şer derdikeve di encamê de her du jî tên kuştin. Piştî demeke dûvdirêj Reşôyê Silo çek û sîlahên xwe digre û li pêy wan diçe. Ew jî ji kemînê xafil bi dev diçe ser kemînê. Daxwaza teslîmbûnê bê encam dimîne. Di navbera Reşoyê Silo û leşkeran de şer derdikeve. Lê vê carê oxira wî naşxule. Gula wî di devê tivingê de asê dibe. Leşker newêre biçe ser wî loma ji eqrebayên wî Feto dişînin cem wî da ku wî bo teslîmbûnê qani’ bike. Di encamê de Feto Reşoyê silo bo teslîbûnê îkna dike. Reşo teslîm dibe. Hayê Zeyno ji bayê felekê nîne destê wê li ser tetikê ew di şikeftê de ye.
Dotira rojê serleşker soz dide Reşoyê Silo eger ew Zeyno bo teslîmbûnê îkna bike têkilî herdûka jî nabe û dê wan azad bike. Barê namûsê girane li ser vî sozê nesoz Reşoyê Silo digel wan diçe.. Dema leşker diçe serşikeftê Zeyno ji ber xwe naxwe, mirina xwe dide ber çavê xwe û gula li leşker direşîne. Barê namûsê girane Reşo ji naçarî ban li Zeyno dike:
- Qedera me wiha bû. Tivinga min qelp derket. Gule di devê tivingê de asê bû ez dîl hatim girtin. Teqdîra îlahî ev e tu jî teslîm bibe. Serleşker soz daye têkilî me nabe. Zeyno wihareng gazinê xwe ji Reşo dike:
- Te digo: “Ez berxê mala ‘Emer im. Mêr bi ser min re tunîne. Tirsa min ji Romê tunîne. Ev çi hal e. Bersîv Eynî ye:
- Qedera me wiha bû. Tivinga min qelp derket. Gule di devê tivingê de asê bû ez dîl hatim girtin. Teqdîra îlahî eve tu jî teslîm bibe.
Zeyno ji naçarî teslîm dibe. Rom bêbextîya xwe dîsa nîşan dide. Bi emrê serleşker ewil serê Reşoyê Silo li ber çavê Zeyno tê jêkirin da ku dilê wê bêtir biêşê. Paşê serê Zeyno jê dikin. Serê herdûka bi dar de dikin û bo ‘îbret gund bi gund digerînin. Piştî ger û nîşandina gel serê herdûka bi qasî bist rojan di Merkeza Agirî de li ber Qonaxa Hukumatê bi têlê ve daleqandî dihêlin da ku tirsa zordara bêtir di dilê gel de rûnê.Piştî vê buyerê ev peyv wek derbû mesel di nav gelê herêmê de dimîne: “Hay ji xwe hebe. Rom bêbext e, wê pişta te jî mîna pişta Reşo bikutin dîwaran û serê te bikutin qazixan.”
Ev cînayet di zihnê gel de elbet bi hevokek tenê cîh nagre. Elbet dengbêj jî li hember vê bûyera hezîn bê deng namînin û gelek sitranan li ser vê bûyerê dihûnin da ku ev bûyer neyê ji bîrkirin û lanetanîna li ser zalîmên bêbext ji devê gel qut nebe. De werin em bi hev re guh bidin dengbêjê xwe bê ka vê bûyera hezîn bi çi rengî dinuhurîne. Kerem kin.
SITRANA REŞOYÊ SILO 1
Ax li minê lê wayê
Liminê lê wayê
Liminê lê wayê, liminê lê wayê
Ez heyanî sax bim li dewrana dinyayê
Le derdê Reşoyê Silo
Berxê Mala Kalê girane
Gelo ji dilê min dernayê
Waaa……x
Hanayê dikire gazî
Digo: Lê lê Zeyno rebenê!
Derê mala bavê te şewitiyê
Le buhar e
Şerreke li me çê bû
Li wêrana Hurdê
Li Demirtaşê
Li Gulîçêmenê
Li Nikula Nedir Begê
Heyla lo bavo
Le payiz e xayin e
Berfeke lê kir
Pê da dewsê wara
Wayê wayê waaaa….x
Hela li min rebbenê
Eskerê Elîzê w Bitlîsê
Mifreza Qerekosê
Ordîya Gihadînê
Rabûbû li pêy Reşoyê Silo
Berxê Mala Kalê
Digerîne taqîbatê
Li min rebenê
Fenanî çeleng siwara
Wayê wayê waaa…..x
Zeyno dikire gazî
Digo:Lo lo Reşo!
Mala te mîrat be
Hela kanê
Te digo: Ez Reşo me
Reşoyê Silo me
Berxê Mala Kalê me
Heymanê Mala Welo me
Qaçax û fîrarê Gelîye Zila
Li serê çiyê me
Malmîrato hela rabe
Qasekî devê sustemê
Di mixarê de bigerîne
Fenanî xweyê cara
Waaa….yê waaa…yê
Wax û wax wayê
Le Reşo dikire gazî
Go: Lê Zeynê Rebenê
Mala bavê te şewitiyê
Le bihare
Şerekî li me çê bû
Li wêrana Hurdê
Li Demritaşê
Li Gulîçîmenê
Li Nikula Nedir Begê
Heyla lo bavo
Payiz e xayin e
Berfekî li lê kir
Li dewsê wara
Pê da bi me ra bişidîne
Ax eskerê Elîzê w Bitlîsê
Mifreza Qerekosê
Ordîya Gihadînê
Teqîbata Sitewrê
Rabûbû li pêy Reşoyê Silo
Berxê Mala Kalê
Taqîbatê Digerîne
Zeyno dikire gazî
Digo: Lo lo Reşo!
Mala te mîrat be
Le kanê
Te digo: Ez Reşo me
Reşoyê Silo me
Berxê Mala Kalê me
Heymanê Mala Welo me
Qaçax û fîrarê Gelîye Zila
Li serê çiyê me
Malmîrato tu rabe
Ka devê sustemê
Di mixarê de bigerîne
Wax û wax wayê
Bê Reşo dikire gazî
Go: Lê lê Zeyno rebenê!
Le mala bavê te şewitiyê
Kesekî hay ji halê kesî tunîne
Malmîratê heft mêrê Mala Kalê
Li wêrana Edenê girtî ne
Zeko di mal de di qebrê da dimîne
Ûsivê apo pişmêrê min nîne
Hela rabe
Qasekî li derê mixarê mêze ke
Nale nalê birîndara
Di mixarê de bibîne
Xwedê xirav bike
Îro heftê min temam bû
Ez birçî me
Xwirê min hina keviran e
Hewara xwedê
Ji birçîna qidûmê çokê min tunîne
Le çavê min qiran da
Mîrata modolyê nabîne
Sibê cendirmeyê bên
Serê min û te jêkin
Li darê darrima bixînin
Li ser pişta qatira w bêkana
Welat bi welat bigerînin
Cendirmê bikevne nava gunda
Bêjin:Me jêkirye serê Reşoyê Silo
Berxê Mala Kalê
Qaçax û Fîrarê Gelîyê Zîla
Bira li dinyayê
Xelq ‘îbretê xwe re jê hilîne
SITRANA REŞOYÊ SILO 2
De lo lo lo …..
De Zeyno digo: Reşo!
Te malik xirabyo
Şereka li me çê bû
Daweka li me qewimî
Li Hûtê Demirtaşê
Li gula, li çîmmena, li Kurta Kesb e
Sibe ye
Dilê min ji dila dilekî dîne
De Reşo
Te malik xirab biyo
Eskerê Qerekosê, Erdîşê Gîhadînê w Bazîdê
Bi tevê Kurmancê xayîn
Îza Reşoyê Silo bi Zeyno va digerîne
De Reşo
Te malik xera biyo
Îro heftê me ye
Emê di Kula Kesmer da
Xwirê me xweyê û hine
Emê tî û birçî ne
De tu rabe
Fenanî cara
Mîrata bêşliyê
Li kêleka xwe da bîne
Le Roma reş bigerîne
De ca fenanî cara
Çawîş û yuzbaşiya
Dîl bigre ji min re bîne
Reşo digo: Zeyno!
Te malik xera biyê
Eva şer
Fenanî şerrê cara nîne
Le ca ba tê
Berf tê li ser çavê min direşîne
Mîrata tivingê
Fişenga wê qelbe nateqîne
Le ca heyfa min nayê
Li kuştina Reşoyê Silo
Bi Zeyno va
Le heyfa min tê li wê heyfê
Evê Roma reşe
Serê Reşoyê Silo
Bi Zeyno va
Le ca jêke
Bide ser qantiran
Bibe here
Li Bazidê, li Gîhadînê
Li Qerekosê
Li ber seraya walîpaşa bigerîne
Ê na wele bişîne
Nav dewêlek ji dewêlê ecnebî ne
Ay li minê lê wayê,
Li minê lê wayê
Li minê lê wayê
Felekê xayînê, qelpê
Çima hetanî serî
Bi Reşoyê Silo
Berxê Mala Kalo re nadomîne
Naçe nayê wê wê wêêê…y
De lo lo lo …..
De Zeyno digo: Reşo
Te malik xere biyo
Şereka li me çê bû
Daweka li me qewimî
Li Hûtê Demirtaşê
Li gula, li çîmmena, li Kurta Kesb e
Sibe ye
Nizanim li serê min
Çi bû, çi qewimî, çi jiriyayê
Eskerê Qerekosê, Erdîşê Gîhadînê w Bazîdê
Bi tevê Kurmancê xayîn
Dor li me birîne
Birako bi donzde ciyayê
Zeyno bi sê denga
Li Reşo dikire gazi
Digo: Reşo!
Mala te şewityo
Kevir û kuçikê Xwedê
Bi halê Reşoyê Silo
Û Zeyno da
Digot û digiryayo
Reşo digo: Zeyno!
Te malik xera biyê
Le ca heyfa min nayê
Li kuştina Reşoyê Silo
Bi Zeyno va
Le heyfa min tê li wê heyfê
Evê Roma reşe
Serê Reşoyê Silo
Bi Zeyno va
Le ca jêke
Bide ser qantiran
Bibe here
Li Erdîşê, Bazidê, li Gîhadînê
Li Qerekosa şewitî
Li ber seraya walîpaşa bigerîne
Ê na wele bişîne
Dewêlek ji dewêlê ecnebîyayê
Ay li minê lê wayê,
Li minê lê wayê,
Li minê lê wayê,
Felekê xayînê, qelpê
Çima hetanî serî
Bi Reşoyê Silo
Berxê Mala Kalo re nadomîne
Gelî xwendevanên delal û bi qîmet! Her wiha rêzenivîsa me ya bi navê “Tew Dinayê” beşa bist û duyem jî bi dawî bû. Eger Rebbê me destûr bide em dê di jimara dî de jî vê rêzenivîsa xwe bidomînin. Me di amadekirina vê nivîsê de ji pirtûka Kemal Subhandax a bi navê “Ağri Dîrenîşî Ve Haydaranlilar” û pirtûka Sedat Ûlûgana a bi navê “Ağri Kurt Dîrenîşî ve Zilan Katlîami” îstîfade kir. Bo agahîyên berfireh hûn dikarin wan berheman bixwînin. Di vê beşê de dengbêjê me “Dengbêj Apê Bekir û Mihemmedê Canşa” bûn. Dibe ku me di hengama deşîfrê de xeletî kiribe. Loma bo xeletîyên xwe em ji nuha ve ‘uzrê xwe dixwazin. Heta jimara dî bimînin di xêr û xweşiyê de. Em ji we re duadar in ji duayê we hêvîdar in.

Serê Reşoyê Silo daleqandî ye
.png)

Resmê Reşoyê Silo