Rêwîtiyê rêyan ji bo naskirina heqîyê û gihîştina heqîqetê su’udeke bêhempa ye, ev nabe nesîbê herkesî. Hinek hîkmet hene di paş sebeban de veşartîne, ji bo mirov bigihêje wan pêşî lazim e meriv dest bavêje wan sebeban. Li dinyayê tu tiştek ne tesaduf e, her tişt, her bûyer li gor hikmetekê hatiye amadekirin.
Çima mala Eba Eyûb (Xalid b. Zeyd) el Ensarî? Belê, heger em vê pirsê bikin lazim e em herin serdemeke pir dûr ya 700 sal berê.
Nîşan û ‘elametê pêxemberê dawî di kîtabên fileh û cihûyan de derbas dibû. Xweyê kîtaban neslan bi neslan hevûdû ji hatina wî agahdar dikirin. Nêzî 400 alimên Yehûdîyan bi hêvîya dîtina Pêxemberê dawî çûbûn li Yesrîbê (Medînê) bi cîh bibûn. Berî Pêxemberê me were dinê bi 700 salan Qiralê Yemenê Ebul Kerb (Tûba) ji bo Yesrîbê îşğal bike, bi artêşeke xurt ji Yemenê bi rê ket. Artêşa wî dema nêzî bajêr bû Ebul Kerb wiha biryar da: “Bajarê Yesrîbê sero bin xira bikin, kevir li ser kevir nehêlin, hemû însanên wê bikujin, malê wan xenîmet bigrin.” Hinek ‘alimên cihûyan çûn cem qiral û gotin:
- Ey Qiral! Li gor me bihîstîye cenabê te ji bo tunekirina Yesrîbê biryareke wiha daye artêşa xwe. Ey Qral! Yesrîb bajarekî hefidandîye, tu nikarî wê tûne bike.
Qral ji ber van gotinên alimên cihûyan wiha ji wan pirsî:
- Çima ez nikarim wê tûne bikim?
‘Alimê cihûyan jî ji ber vê pirsa wisa bersiv dan wî
- Ey Qiral! Di pêş de dê Xweda pêxemberekî bişîne, Yesrîb ciyê hatina wî pêxemberî ye. Heger tu zerarê bide Yesrîbê, di dirêjîya tarîxê de xelkê bajêr dê lanetê li te bîne. Ya baş ew e ku tu ‘eleqaya xwe ji bajarê me nîne.”
Ev agahî bala Ebul Kerb kişand, Ebul Kerb derbarê pêxemberê dawî de hinek pirs ji alimên cihûyan kir û derheqê wî de lêkolîn kir. Agahîyên der heqê pêxemberê dawî de bandoreke girîng li ser Ebul Kerb kir. Tuba (Ebul Kerb) ji bo Resûlê pêşhatî rabû xanîyek li Yesrîbê kirrî û ji bo wî amade kir, paşê wiha biryar da û biryara xwe wilo ‘eyan kir:
- Gelî Yesrîbîyan! Ez dixwazim hûn du xortên jîr û zana bi min re bişînin Yemenê, da ku derheqê Ehmed (pêxemberê pêşhatî) de min zanîdar bikin. Ev pêxemberê pêşhatî kî ye, dê kengî were? Nîşanê wî çine? Ez dixwazim hîn bibim.
Yesrîbîyan du xortên jîr, zana û bedew bi Ebul Kerb re şandin Yemenê. Cara yekem li Yemenê bi destê van her du xorta dînê Semawî (Yahudîtîyê) belav bû û cîh girt. Bi demê re rewşa Ebul Kerb hat guhertin. Ebul Kerb di xewna xwe de dît ku Yemenî bûne perdedarê Kabê. Yanî perdeyên ku kirasê Kabê ne Yemenî amade dikin. Û mişwarek derbas bû eşqa pêxemberê dawî ew xist riya Yesrîbê. Ebul Kerb terka textê xwe, qesra xwe, welatê xwe û hemû welatîyên xwe kir, çû li Yesrîbê bi cîh bû. Xanîyê Eba Eyub ji xwe re kirrî, bi salan li vî xanîyî jiya û li hêvîya Ehmed (Muhemmed) sekinî. Bes ew serdem ne wextê hatina pêxember bû. Du zarokên wî li Yesrîbê hatin dinyayê. Her duyan bi eşq û ewîna pêxemberê dawî mezin kir. Gotarek ji bo pêxemberê dawîn li ser kevirekî şayik nivîsand, paşê wefat kir.
Ebul Kerb berî Pêxemberê dawî were dinê bi 700 salan nameyek nivisand û bi mohra zêr name mohr kir, piştî ku name emanetî herî zanayê cihuyan kir ji wan re wiha got:
- Ez nizanim ev pêxember dê kengî were, her qirnek berî vê nameya min bigihîne qirnê li dû xwe, ev name bi veguhezî miheqeq dê rojekê bigihêje destê Ehmed.
Xelkê Yesrîbê ev nameya Himyer ya ji bo Resûlê Xweda nivîsandibû veşartin û neslan bi neslan muhafeze kirin.
Qiral, piştî name teslîm kir zivîrî Yemenê bes dilê wî û hişê wî li Yesrîbê ma. Li gorî rîwayetan Eba Eyûb El Ensarî (Xalid b. Zeyd), nevîyê Ebul Kerb e. Mektûba Himyer gelek dest guhertin û di encamê de gihîşt destê Eba Eyûb El Ensarî. Eba Eyûb El Ensarî ew name li cem xwe veşartibû. Naveroka wê nameyê ev bû:
“Ez şehadetîyê tînim Hz. Ehmed pêxemberê Xwedê ye. Heger ‘umrê min têra dîtina wî bike, ezê bibim heval û hogirê wî. Ezê bi dujminên wî re şer bikim û barê wî sivik bikim.”
Dema Resûlê Xweda ji Mekkeyê hicret kir û gihîşte Kubayê, Eba Eyûb fêm kir ku Muhemmed ew pêxemberê bavpîrê wî behs kiribû. Heyecan û kelecanek mezin wî girt. Kê dizanî Pêxember dê were bibe mêvanê wî.
Teqdîra Xwedê, pêxember dê bihata Medîneyê û 7 heyvan bi mêvantî li mala Eba Eyûbê Ensarî bimana, ew mala ku berîya 700 salan, Ebul Kelb ji bo pêxember ava kiribû. Hikmeta Xweda çiqas mezin e. Projeyên tu însanî nikare hesabekî wiha bike.
Resûlê Xwedê (sallallahû ‘eleyhî wesellem) dibêje: “Ji Tûba re gotinên kirêt nebêjin, lewra ew Misluman bû. Ji Esed el Himyerî re xeberan nedin lewra ew perdedarê Ke’bê yê yekem e.”
Dema pêxember gihîşt Medîneyê û li mala Eba Eyûb El Ensarî bi cîh bû, rojekê Eba Eyûb jê re wiha got:
- Ya Resulellah ez dixwazim helbestekê ji te re bixwînim.
Eba Eyûb helbesta Ebul Kerb ku berî 700 salan nivîsandibû ji Pêxember re xwend. (Ev helbesta ku ji 8 bendan pêk dihat û Ebul Kerb di helbesta xwe de digot min Îman bi Ehmed anîye) Pêxemberê me ew guhdar kir, pir kêf xweş bû, paşê sê caran li dû hev silav jê re şand got:
- Selam li ser te be Ey Ebul Kerb! Selam li ser Melikê Tûba be! Selam li ser Esedul Hîmyerî be (Ebul Kerb piştî ku hat Yesrîbê navê xwe kir Esedul Hîmyerî.)
Resûlê Xwedê li wê mala bi qîymet bi cîh bû. Sedema teweccuha Pêxember ji bo wê malê di bingeha wê de ev rewş hebû. Ebul Kerb bi hişmendî di demeke tarî de ji bo hatina Cenabê Pêxember terka textê xwe û welatê xwe kiriye, tevgera wî bûye hêvîya gihîştina heqîyê ya pêşerojê. Ji bo salên dûr û dirêj û zehmetî, tekane ev hêvî hertim nobedarê azadî, aştî, lêborîn û pêkvejiyanê ye.
Di tînet û siruşta Ebul Kerb û yên wekî wî de heyecan û kelecana xelaskarekî hebû, lê di dîrokê de dem û dewranên ezîz û pîroz encax Xweda diyar dike. Yê dûrî wê demê, bi hêvî û muhebbet meyldarîya pirûsk û çirûskên wê dikir. Ebul Kerb berîya bigihêje wî xelaskarî ew bi xwe bûye xelaskar û tevgerîya ye.