RONÎYA ‘ERD Û SEMA
Ronîya ‘erd û sema yî!
Fedl û îhsana Xuda yî!
Sed şikir jêr kû tu dayî!
Ey!..
Yar, ji hubba Zulcelalî!
Zêde bi husn û cemalî!
Daîma lew nêv xeyalî!
Qed jê dernayê!..
Şadî ya nêva dila yî!
Reng û bîna nêv gula yî!
Deng û zarê bilbila yî!
Ey!..
Medhê te ji cem Xweda ye,
Rehmeta ser ‘alema ye,
Lew di her tiştî xuya ye,
Fexra dinyayê!..
Boy xelasîya me hatî!
Bo me hêvî yû felatî!
Ser dinê sebr û sebatî!
Ey!..
Ser te dil, her dem dinali!
Xwe ji pey te nade alî!
Pirsê bik carna li halî!
Sebra wê nayê!..
Ehmedê yar, ça’vê me yî!
Mehbûbê her tiştê heyî!
Nêv dilê wan dağ û kewî!
Ey!..
Bo dilê me tu biharî!
Bo me tu mehbûb û yarî!
Naqetin ji te tucarî!
Hetta hetayî!..
M. Mustefayê Melâ ‛Elîyê Êzdarî