Milletê Kurd, piştî ‘Ereban yek ji wan milletên pêşî Îslam qebûl kirine. Îslam ji dil qebûl kirine û ji bo Îslamê fedekârîyên mezin kirine. Wê heta îro bi rengekî saf Îslam xistîye heyata xwe. Kurd, îro li dinyê, yek ji wan milletên ku herî dindarin tên qebûlkirin. Ev wesfên Kurdan, bi saya medresê Kurdan û bi saya ‘alimên ji van medresa derketine.
Kurdan qedr û qîmeteke mezin dane ‘ilm û ‘aliman. Kurdan li bajarên ku lê jiyane, medresên mezin ava kirine û di van medresan de ‘alimên ku xizmetên mezin dane Îslamê, perwerde kirine. Ji xeynî van medreseyên mezin, hin medreseyên biçûk jî hene ku tê de perwerdehîya dîn tê kirin. Ev medreseyên piçûk, wekî "suffe"ya li kêleka Mescîda Nebewî, avahîyên biçûk in.
Ji wan medreseyên biçûk re "hucre" dihate gotin, ku ew li tenişta mizgeftan, yan jî li hewşa mizgeftan bûn. Ev hucre, cîhên ku feqîyan lê hem dixwendin, hem xwarin dixwarin û hem jî lê radizan. Di van hucreyan de, zarokên ku nû ketine rêya ‘illmê û her wiha mezinên ku kitêbên wan hatibûn ber qedandinê, bi hev re diman.
Gelek malbatên Kurdan dixwestin kurekî xwe, bidin rêya ‘ilmê. Feqîyên, ji cihên medrese lê heyî, eğlebî li medresê nediman razanê; piştî dersên xwe yên rojê distendin pêve, diçûn malên xwe. Feqîyên ku ji derveyê cî dihatin medresê, bi tevê rojê li medresê diman. Carna medrese pir qelebalix dibûn, carna jî di medresê de çend feqî tenê diman. Ji ber ku jiyana medresa, gelek zehmet bû; gelek xwendekaran, tehemmûl nedikirin ku di van şertên zehmet de bijîn; di ber zehmetîyên rêya ‘ilmê de, sebir nedikirin û rêya ‘ilmê diterikandin.
Di medresê de, li gorî dereceya ‘ilmê feqîyan, rêza meqaman hebû. Feqîyê medresê yê ku jê re dibêjin “mîr”, mes’ulê herî bilind bû. Ji nîzam û tertîba medresê ev kes berpirsyar bû. Li cihên ku mirov bi hev re dijîn, nîzam û zeptûrept nebe nabe. Ji ber vê sedemê di medreseyan de nîzamek hişk hebû. Hinek qaîdeyên hişk hebûn ku herkes mecbûr bû rî’ayeta wan bike.
Ne ji xeynî sedemeke mecbûrî ba, mirov nikarîbûn ji medresê derketana derve. Pêncşemê piştî nîvro û înê tehtîla medresa bû. Di van deman de, ders nedihate kirin; feqîyan hew dewrê xwe tenê dikirin. Feqîyên medresê, di van demê tehtîl de, derdiketin dervî malan û bi lîstikên texlît texlît dilîstin û kêf dikirin. Yên ku dengên wan xweş bûn, qesîde û dîlok digotin.
Debarê jîyana medresa, bi alîkarîya xêrxwazan û bi alîkarîya hin xwendekarên ku îmkânên wan ên aborî hebûn dihat kirin. Ji ber ku piranîya feqîyên medresê feqîr bûn, nikarîbûn tevkarîyê li medresê bikin. Her hewceyîyê van feqîyan, bi alîkariyên ji medreseyan re dihatin dîtin. Xêrxwazan, sedeqe didan feqîyan. Kefaretê mirîyan ku jê re “îsqat” tê gotin û sedeqê ji bo xêra mirîyan dihatin dayîn gelek caran didane feqîyên medresan. Mislimanên ku zekata wan heyî, hinek ji zekata xwe didan van feqîyên ku ‘ilm dixwendin. Feqîyên balixbûyî karî bûn bi serê xwe zekatê qebûl bikin.
Di medreseyên biçûk de, ji xeynî taştê, xwarinên din li medresê nedihatin çêkirin. Firavîn û şîv ji alîyê malbatên xêrxwaz ve dihate dayîn. Van malbatên ku ji berê de bellî bûn, ji xwarinên xwe hinek ji bo feqîyan diveqetandin. Ev xwarinên ku jê re dihate gotin "ratip", di wextên mu’eyyen de, bi taybetî ji hêla feqîyên biçûk ve dihate berhevkirin. Derketina feqîyan nav gel ne ji ‘adet bû, lê bi danheva ratiban, têkiliya feqîya rasterast bi millet re çê dibû.
Di danheva ratiban de adabek hebû. Ji bo ku malî bêhizûr nebin, ji bo şiteğalî çênebin û hin pirsgirêkên exlaqî dernekevin, qaîdeyên hişk hatibûn danîn. Dema ku feqî, ji bo berhevkirina ratiban derdiketin derve, cilê munasib li xwe dikirin; kum didan serê xwe; di rê de li derdora xwe mêze nedikirin û serê xwe bera ber xwe didan û diçûn malan. Piştî ku li derî dixistin, li ber derî nedisekinîn, li kêleka derî disekinîn û li bendê diman. Dema ku derî vedibû, sênîka vala didane xwedîyê malê û li wechê wan nedinerîn û sênîka tije ji dest wan digirtin.
Weke ku tê dîtin, medreseyên Kurdan bi temamî avahîyên sivîl in. Tu alîyê wan ê fermî tune. Quwweta xwe bi tevahî ji xelkê xêrxwaz girtine. Kêmasiyên medresan gelek caran bi fedekarîya seydayan dihate telafîkirin.
Seydayên medresê muderrîstî dikirin, ye’nî dersa feqîyan didan. Pir caran medrese, di bin sîwana van seydayan de bûn. Van seydayan, xwe dabûn xizmeta ‘ilmê û perwerdekirina zarokên xelkê. Pirî wextê xwe, li medresê, di nav feqîyan de derbas dikirin. Seydayan, xwendina feqîyan yek bi yek dişopandin. Li gorî sewîya hevdû, feqîyan di nav xwe de ders didan hev. Feqîyên qabîlîyeta wan heyî ku dersê bidin, dersa ê dibin xwe re didan. Bi vî awayî barê seyda sivik dibû û hem jî feqîyên di dersa de li pêş, dersê xwe bi dûbarekirinê rewa dikirin. Lewra rêyek ji rêyê ‘elimandinê, ji ê herî baş dersdayîn bû.
Di medresê de, feqîyên kitêbên bilind dixwendin, ji seyda bi xwe ders digirtin. Feqîyên di ‘eynî sewîye de bûn, bi hevre li dora seyda dibûne xelek û bi hev re ji seyda ders disitendin. Lê ê di sewîya xwe de, bi tenê bûn, wan bi tenê ji seyda ders disitendin. Feqîyan, bi vî awayî tedrisata rehlê dikirin; ku tedrîsata rehlê rêbazek pir bi te’sîr e. Ew wekî dersên taybetî ne ku îro telebe ji mû’ellimê xususî dibînin.
Di medresên Kurdan de, feqîyan alîkarîya melayê mizgeftê dikirin û Qur’an hînî zarokên xelkê dikirin. Zarokên ku Qur’an xilas dikirin, ew di ‘elimandin Mewlûda Kurdî. Piştî mewlûdê jî, “’Eqîda Îmanê” didane xwendin ku ew berhemeke helbestî bû ku ji teref Ehmedê Xanî ve, derheqê esasên îmanê de hatiye nivîsandin.
Feqîyên medresê, berîya fêrbûna ‘Erebî, fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî dibûn. Ji bo fêrkirina Erebî, ji zarokên Kurd re, “Nûbihara Biçûkân” dihate xwendin. Ev berhem, ji teref Ehmedê Xanî hatibû nivîsandin ku ferhengeke ‘Erebî-Kurdî bû. Ji xeynî vê, hinek berhemên Kurdî yên dî jî, ku di derheqê zanîna esasên dîn de bûn, wekî “Nehcul Enam” a Mela Xelîlê Sêrtî, dihatin xwendin.
Em bi rehetî dikarin vê bêjin; digel gelê Kurd bi pirî ne xwendekâr e jî, lê zimanê Kurdan, bi saya medreseyan, bi nivîskî heta îro hatîye parastin. Berhemên klasîk ên ku di destê me de ne, bê îstîsna, ji alîyê kesên ku ji medresan derketine ve hatine nivîsandin. Dîwana Cezerî, Mem û Zîn, Mewlûda Batî… ji bo vê dikarin mînak bên dayîn.
Ji bona xwendin û fêmkirina kitêbên bingehên Îslamê, di medresên Kurdan de kitêbên rêzimana ‘Erebî dihatin xwendin. Digel kitêbên rêzimana ‘Erebî, kitêbên şerî’etê (fîqh), hedîs, tefsîr, mentiq û belağetê jî dihatin xwendin. Feqîyên, kitêbên rêzê ên derheqê van ‘ilman de xelas dikirin û digihîştin; bi merasîmekê "îcazet" didan wan. Kesên ku “îcazet” distendin, ji wan re dihate gotin "mela” yan jî “melle".
Zarokên ji malbatên dewlemend, bi giştî nikarîbûn vê jîyana dijwar û perwerdehîya medreseyan ragirin. Ji ber vê sedemê, ji xeynî hin îstîsnayan, ji zarokên malbatên dewlemend kêm melle derketine. Lê belê yên ku di medreseyan de man û bi ‘eşqekî xwe bi terîqetekî girê dan û ji dinyayê bûrîne, ew di van şertên dijwar re bi serkeftî derbas bûne.
Kesên malbatê yên feqîr ên ku ji medresan mezûn dibûn, bi navê melle diketin nav gel û di berdêla hinek zekatê de melatîya mizgefta kirine. Melayan di nav gel de, her cûrê xizmetên dîn kirine. Ji ber ku mela, bi zekatê bi gundîyan ve girêdayî bûn, di bin minneta gundîyan de mane gelek caran. Vê girêdanê, mela xistine rewşên dijwar. Lê belê ew melayên bi zanîn û jîyan û rêberî û ‘eleqeya xwe ya ji bo gel gihaştine rêzdarîyekê; wan ev asêyî derbas kirine û bi salan bê pirsgirêk xizmeta gellê xwe kirine.