Payîz bû ji mahsera xwînê direviyan
Çivîkên bask şikestî
Cûmkerên cawên nazenîn bûn wextekî
Reva wan ji taxekê ta taxa din bû bi tenê
Gêra garanê bi wan dihate kirin êdî
Rim rima dilekî ye aniha di navkûtka dilê min de lê dixe
Pêlîstokên te berhev dikim ji nav van kavilan
Min tu li ser dilê xwe dihedidand
Tu mîna befşeke xezalê yî
Di nişivên bihiştê de bi çargavî dibezî
Zalim in û têr in heta tu bêje
Yek ji sixletên wan jî zêdegavî ye
Tim bi Xwedê re dikşînin qayişê
Ax guhên wan risas kiriye
Nabihîzin qîrînên li dor xwe
Bi hêvî me
Wê rojekê bê
Mêşek di pozên wan de jî bang bide
Û wê wek seyan xatir bixwazin ji vê dinyayê
Ax mirin û jîyan li hev dibedile
Awirên te mîna rimekê dibihurin
Di navkûtka dilê min de
Min tu li ser dilê xwe yê wêran bigor kir