Qenter a vî 'emrî gelek sekinî li Asîtanê
Digrîm ez, hêstir ji tilyê min rêz dibin her yek fenanî pelgên payîzê
Bê wefayî jimin sadir e, di bîr tînim ez yekcar diweşim bi mehderî
Sal û zeman, ğerîbîyê kulilkê kerbê vegirtin
Bi gulyê xeyalê xwe ve radipeliqim bi 'înadek sengele
Mîna suwarê mihînek boz direvim ji xemên rojava.
Ew tim li serê kuçan dertên sivder û hawir ê min
Dixwazim nîhayet bidim pevrebûnê bi revek har û dîn
Li kuçeyên nabos 'esarge dibim her car dibînim...
...dibînim navê min bi reşnivîsan xemilandîye li ser bendan.
Bi pêjnek girtî dertê hemberê min bi gilî û gazin
Sewtek mezrûf tê ji eqlîma bendege di tarîya qernê de
Di nihirin ruyên dagirî roj û şev li pey mizgînê
Belengaz bi fîğanin nizanim giryan e an hande ye
Peya dibim ji rewşa zirwetê dibin nezerek vejînkar
Dimeşîm ez jibona evînê humêz kim seranserê 'alemê
Li qismê secdegahan desta vedigrim bi hêvîyek nûjend.
Ser pirêza di ponijim fek dibe bi xwunavek ewlemendî
Li bayê sehergahan ruxsar ger eşkere bûn,
Çi 'âşiq û Zîn perîşan bûn li devgehên meqberan.
Dilop û peşkik rastîyê besî çavên rawesin di tavan û qews û qezeh
'İşqê li beravê me xista, bikêşanda ser dil û cergê mey sotî ji zivistana Sîbirî
Çiqas me seqem xwar bi havînê em haş bûn û dil sincirî
Her ku tu dibîr me hatî beşer vebûn û ji çavan ğem hilatî.
Bi terennuma Qur'anî pêça me sebr û hedan heyam û demsal.
Şa'ir di nav ristikê hevrîşmî de te di nivîsin bi hîkmet...
...hîkmet li wir bû, nîşan kir gula berbiro raste rast min dît.
Xwîya bû di navbêna xeyala qencî û seraba meznantîyê.
Yan jî min ewha zen kir tîrijên 'ilm û 'irfanê îhtîmal.
Xeyal û serab bi bal min dikeve şewq û şemal a lîyaqetê
Di nuqutîne 'ilmê ser pela hifzê di efsûn de
Di nîv alavê nemrûdî de gulê Îbrahîmî dê vebin
Ger piçk û kurtêla diser kitêba bilind re negrin zanefiroş
Belê...
...agir nabînin bi koranî hucûmî pêtîya dikin ters
Bîn dikin axa mezelên xwe nagrin 'êbret û dîrok û ders
Dilîzin bê kul û xem di nava sergoyên xwe sersem û kawik bi hers
Hey loo!..
Li Şam û Beğda û Yemenê ketîyê zulfa tene em.
Êşa dil, bizarê kul "îyyake n'ebud" اياك نعبد وايلك نستعين
Pîr bû, İxtîyarî pêde hat ser Ehmed ê Muxtar ê herî muhterem.
SÛRETÊ HÛD, (قل آمنت بالله ثم استقم)
Asîtane (Sîyasûn)
Mehderî (İxtîyarî)
Bendege. (İşxal kirî)
Dagir. (Îstîla)
Hers. ('Adî)
Vejînkar. (SaĞ bûn)
Qews û qezeh: Keskesor
Sîbirî: (Ji Sibirya)
Fethullah YALÇIN