Agir berda canê me
Hêsir berda çavê me
Jan daye kezeba me
Derdê te Qudsa Şerîf
Derdê wê em kuştine
Canê me biriştine
Em di ğema hiştine
Dilê min Qudsa Şerîf
Dermanê dilê me ye
Gula li baxê me ye
Him xan û mala me ye
Ax li min Qudsa Şerîf
Nêrîna te bi tenê
Dilopek ava jînê
Hêja ye malê dinê
Bêkes e Qudsa Şerîf
Dema çav lê dinêre
Ğemê min pêre dere
Vî dilê min dihêre
Ax halê Qudsa Şerîf
Ji hala ketim hala
Hêsîrtîya bi sala
Ez kirme mîna kala
Ax derdê Qudsa Şerîf
Girtî me ji çar hêlan
Eşqa te ez dam pêlan
Ez kirim Memê Alan
Eşqa te Qudsa Şerîf
Sitêrka şeva tarî
Berfa ser çayê sarî
Ez kirim dîn û harî
Şewqa te Qudsa Şerîf
Wek barana nîsanê
Xeml û rewşa cîhanê
Dîsa derkev meydanê
Gula min Qudsa Şerîf
Xunava li ser gulan
Gula ‘eşqa bilbilan
Dilê min kirye kovan
Jana te Qudsa Şerîf
Ev hêsirê ji çavan
Hate xwarê bi salan
Ji axa ter be derman
Dermanê Qudsa Şerîf
Ew gerdena wek zêr e
Nikar bikire pere
Ew xelata ‘Umer e
Biha ye Qudsa Şerîf
Di nêz de leşkerê te
Wê bên Selheddînê te
Dîsa azad bikin te
Mizgîn be Qudsa Şerîf
Ev bi tenêtîya te
Ev şîn û ev huzna te
Kanî xeml û rewşa te
Ez kuştim Qudsa Şerîf
Qibla ewwel tuyî her
Derd û derman tuyî her
Taca sera tuyî her
Her dema Qudsa Şerîf
Ken nemaye l-wechê me
Kêf nakeve dilê me
Tev rabûne kulê me
Ax li min Qudsa Şerîf
Dergûşa wun bihejîn
Bi lorînê Selheddîn
Bidin ‘Eqsayê mizgîn
Mizgîna Qudsa Şerîf
Xeyala me tuyî her
Mirada me tuyî her
Evîna me tuyî her
Eşqa me Qudsa Şerîf
Bê hêz û taqet ketin
Ji qam û piya ketin
Ji ber em bihev ketin
Hêsîre Qudsa Şerîf
Siyonîstê kelbê har
Heroj xwîna me vexwar
Feryad û qîr û hewar
Hewara Qudsa Şerîf
Zikra Dawudî tuyî
Muhra Suleyman tuyî
Dewleta cîhan tuyî
Hêja ye Qudsa Şerîf
Ey nevîyê Selheddîn
Dîsa ava gula bîn
Li mîhrabê bireşîn
Mîhraba Qudsa Şerîf