Qudsa şîrîn, Qudsa pîroz,
Ketye bin destê zulm û zor!
Şerm e ji mer, ey xwedî doz;
Nexwya ye kes, ji me li dor!
Hedîgara pêxembera,
Bindest maye îro bira!
Ka mu’minên xwedî ğîret,
Werin, rabin bi hevdûra!
Qudsa şîrîn, dike nalîn;
Hêstra ji çe’van dibarîn!
Dibê bese, ev hêsîrî;
Qey dernayê yek Selhedîn!
Birîndar e, pir maye jar,
Li mu’mina dike hewar!
Ma kes nîne, xelas bike;
Wê ji Yehûdîyê xwînxwar!
Quds û Mescîda ‘Eqsayê,
Cîyê Mî’rac û Îsrayê,
Erda mubarek hêsîr e;
‘Eyb e ji mer, li dinyayê!
Qudis ‘ezîzya ummet e,
J-pêxemberan emanet e!
Ger Qudsê em xelas nekin,
Ev ji mer ‘âr û zîllet e!