Di zemanekî berê de li daristanekî, mirovekî aqilmend ku jê ra digotin Pîremêrê Zana hebû. Ev pîremêr ji bo ku zana û xwedî hîkmet bû ji her alîyê daristanê ve heywan û çivîk dihatin cem wî û ji wî re pirsgirêkên xwe digotin û aqil distandin.
Rojekê ji rojan Pîremêrê Zana, serê sibê çûbû nava daristanê da ku kûr bifikire, xwe dabû ber sîya darekê.
Di vê navberê de, wî li ser çiloyê darê qîrîna qijikekî bihîst.
Pîremêrê Zana bi dengekî dilovan pirsî:
-Gelo tu çima digirî?
Qijikê bi dengekî bêhêvî nalîya û got:
-Ez di nava hemû mexlûqan de yê herî bêbext im. Zarok keviran davêjin min û kûçik her derê devê xwe dirêjî min dikin. Rengê min wek nîşana mirinê tê zanîn. Dema ez ji bo xwarinê diçim nava çopa xelk car dê tehmê nade min. Xwezî ez qet tunebûma. Xwezî ez winda bibûma.
Pîremêrê Zana ji ber van gotinan keniya. Piştî bîstekî bêdeng ma dûvre wiha axivî.
-Lê ez ê alîkariya te bikim, qijika delal. Ez dikarim dawî li xemgînîya te bînim. Ji min re bêje, eger hêza te hebûya da ku te karibûya xwe biguheranda te dixwest bibûya çi?
Qijik bi lez bersiv da:
-Qazquling! Her kes ji qazqulingên sipî yên wek berfê hez dike. Qazquling paqij, xweşik û delal in.
Pîremêrê Zana got:
-Ji bo vê yekê ez dixwazim ku tu bi qazquling re bipeyvî û dûre biryara xwe bidî, ew xwesteka te rast e an ne rast e. Ka em bibînin tiştên ji mirovan ê derve xuyadike bextewarîyê çidêke, an tiştên hundirê wan çiye? Here fêr be kanî ew bextewariya ku tu lê digerî çavaye.
Qijik bi kêfxweşî firiya bilind bû û çû cem qazquling. Qijik dema ku gihaşt golê dît ku qazquling li ser avê avjênîyê dike…
Qijik silav da û got:
-Silav qazqulênga delal, ez li bextewarîyê digerim. Divê tu bextewariya ku ez lê digerim zanibî. Perrên te wek berfê pak in û helbestvan li ser xweşikbûna te beytan dinivîsin. Ez zen dikim ku tu bextewartirê çûkê dinyayê bî.
Li ser vê gotinê stûyê qazqulengê hinekî daket û bersiv da:
-Lêbelê ez ne kêfxweş im, li dinyayê gelek rengên xweş hene, lê ez tenê spî me. Ger xwezî te bizaniya ez çiqasî çavnebarîyê ji rengên tûtîyan dikim. Tevahiya rojê ez li hember ewrên spî me. Wekî din ne tiştekî din im. Ez kêm têm dîtin, kêm têm bîranîn. Tûtî, ew teyrê spehî ye ku bi perrên keskesorê hatiye xemilandin... Tenê ew di nava bextewariya rast de ye.
Li ser vê yekê qijik berê xwe da tûtîyo û firîya. Piştî demeke kurt, wî tûtî di nav dara bi kulîlk de dît.
Li kêleka wî venişt û derdê xwe got:
-Tu pir rengîn û bedew î, divê tu bextewartirê çûkê dinyayê yî.
Tûtî bêdeng li qijikê nihêrî û perrên xwe yên ronî hejand û bersiv da:
-Ev reng laneta min e. Mirovan ji ber bedewbûna vî rengê min, dema ku firsendê dibînin min digirin dixin nava qefesê. Heta di vê daristanê de jî ez di nav tirsa dafikan de dijîm. Lê tawîs ne wek me ye, bi dîtina min tu çûk tune ku bextewarîyê ji wî çêtir nas bike. Ew qas bi heybet e ku ne tenê xweşik e, mirov jê re îbadetê dikin.
Ji ber vê gotinê qijik bi lez firiya heta ku di nav baxçeyekî perestgehê de tawus dît. Lê nêrî ku ziyaretvanên perestgehê kulîlk û fêkî pêşkêşî vî teyrê birûmet dikin.
Di dawiyê de qijik fikirî û got:
-Min di dawiyê de çûkekî kêfxweş û bextewar dît.
Dema xelk çû, qijik nêzîkî tawus bû û got:
-Tawusê delal, tu ew qas xweşik î ku bi hezaran kes ji bo dîtina te tên vir. Li aliyê din dema mirov min dibînin yekser ditirsin û direvin. Divê tu bextewartirê çûkê dinyayê bî.
Lê dema ku girse belav bû rastî derket holê. Tawûs li pişt dîwaran dijiya, lingên wî bi zincîrên zêrîn ve girêdayî bû. Gava ku ber bi qefesa xwe ve çû bersiv da:
-Min jî carekê digot qey ez herî xweşik û bextewartirê çûkên dinyayê me. Lê belê ez dinêrim ji ber bedewbûna xwe ez di vê qefesê de girtî me. Dema mirov tên vir, ji tiştên ku ji bo min dikin jêre dibêjin îbadet. Lê ev girtîgeheke heyranokê ye. Perrên min ên rengîn jê dikin û pir diêşe. Û zorê didên min ku ez ji bo wan dansê bikim. Ma tu dizanî ez çi xewnê dibînim qijika delal? Ez xeyal dikim ku bi serbestî bifirim, riya xwe bi xwe hilbijêrim. Dilê min ji çavnebariyê dişewite dema ku ez dibînim ku tu li ezmên diçûrisî. Xwezî ez jî wek te azad bûma.
Bi bihîstina van gotinan qijik ecêbmayî ma û nizanîbû çi bibêje. Demekî bê deng ma û got:
-Lê herkes ji min nefret dike!
Tawûs axînek kûr kişand û got:
-Ev bedela azadiya te ye. Ji bo vê yekê kes ji bo xweşikbûnê te nake nava qefesê. Ji bo kes heyranê te nîne kes te girê nade. Perrên te yên reş û baskên te, yên azadiyê ne.
Ji ber van tiştên ecêbmayî qijik xwast ku bi lez vegere ba Pîremêrê Zana. Û ev tiştên ecêbmayî jê pipirse. Dema vegerîya daristanê dit ku Pîremêrê Zana di bin siya darê de rûniştîye.
Qijika ku li bextewrîyê digerîya axivî:
-Ez niha nû fêm dikim. Bedewbûna qazquling wî dixe kemînê, rengên papaxanî wî di nav tirsê de dihêle. Spehitîya tawusê wî bi zincîrên zêrîn girê dide… Ez her dem azad im. Bi rastî, ez azad im ku bifirim, azad im ku di hilbijêrim. Têkoşîna min berdêla azadiya min e…
Qijik li paş van tiştan careke din li sûretê xwe yê di gola baranê de mêze kir. Wî perrên xwe yên reş wek diyarîya Xwedê dît.
Û wiha got:
-Xwedê ez çawa çêkêrime ez wiha xweşik im û ez ji bo wî şûkur dikim.
Pîremêrê Zana:
“Feqîrtiya herî mezin ne hebûna hindik e; ew e ku mirov bi berdewamî bêtir dixwaze. Girtîgeha herî kûr ne ji polan e, ji berhevdanan e û zincîrên herî xurt jî ji zêr nayên çêkirin; ji ber nerazîbûna me hatiye çêkirin.”
Pîremêrê Zana gotina xwe ya xweş wiha domand:
“Tiştê ku gelek kes fêr nabe tu fêr bûyî, qijika delal. Dema em dev ji xwestinê xwe yê ku bi destê me nakevin berdin, bextewarî wê deme dest pê dike.”
Ji wê rojê û pê de, gava qijikê li sureta xwe dinihêrî, êdî çûkekî reş û gemar nedît. Wî mexlûqek bi qasî ezmanê bêsînor ku tê de difiriya, bi qasî bayê ku ew hilgirtibû azad û bi qasî jiyana ku wî hilbijartibû hemêzkirî dewlemend dît.