Rojekê em li civatekî rûniştîbûn. Rehma Xwedê lê be, hevalekî ji me re behsa meseleyekî kir. Mesele di navbeyna wî û dîya wî de derbas dibe. Jibo mesele bê fehmkirin, ez bi çend gotinan behsa wê demê bikim.
Min wê demê di radyoyê de pêşkêşvanî dikir. Me demekî berê di radyoyê de dest bi ‘Xeberên Kurdî’ kiribû. Ez bi derdora xwe re, di mala xwe de, bi dê û bavê xwe re bi Kurdîya Kurmancî xeber didim. Xeberdana zimanê dayîka me ji me re ne zehmet bû. Wê demê jî rêveberên radyoya me gotin, “Emê di radyoyê de dest bi xeberên Kurdî/Kurmancî bikin. Milletê me Kurd e, bila bi zimanê xwe jî medyayê te’qîb bikin, ji meseleyên navxweyî û derva hayîdar bin. Nexasim kal û pîrên me yên ku bi Tirkî nizanin bila guhdarîya zimanê Kurdî/Kurmancî bikin.”
Di vî warî de di destê me de metnê xeberan tunebûn. Wekî îro ajans jî tunebûn ku bi Kurdî/Kurmancî metnên xeberan parve bikin. Em çûn û hatin, me fikrekî wiha dît. Emê rojê 7-8 metnên xeberan bi zimanê Tirkî hazir bikin û berîya danê nîvro ji seydayekî xwe re, ku di vî warî de namdar e, bişînin. Ewê jî bi qederê 3-4 se’etan wergera metnên xeberan bike û ji me re bişîne. Emê jî bixwînin û di radyoyê de bi navê ‘Xeberên Kurdî’ weşanê bikin. Li ser vê fikrê me li hev kir û me dest bi ‘Xeberên Kurdî’ kir.
Em dîsa vegerin ser meseleya xwe. Hevalê ku di navbeyna wî û dîya wî de mesele derbas dibe, wiha got: “Ez rojekê hatim malê, wekî her car dîya min guhên xwe tûj kirîye û li ber radyoyê rûniştîye û lê guhdarî dike. Çend deqe derbas bûn, di radyoyê de xeberên Kurdî destpê kirin. Hema dîya min li min fetilî û wiha got: “Kurê min, vana jî xerifî ne!” Li ser vê gotina wê, min kire hirehir û ez kenîyam. Min meseleyê fehm kiribû, lê dîsa min xwest ku li dîya xwe guhdarî bikim. “Dayê tu çima wisa dibêjî, kî xerifîye?” Wiha got dîya min: “Kurê min ez ji bilî Kurmancî bi zimanekî din nizanim, heta êvarê jî em bi hevdû re bi Kurmancî xeber didin. Lê bi Kelamê Qedîm ez vê Kurmancîya radyoyê fehm nakim.” Min derdê dîya xwe fehm kiribû, ez li ber çoka wê rûniştim û min dilê wê xweş kir”
Di ser damezrandina Komara Turkîyê de sed sal zêdetir derbas bû. Zext û zordarîya li ser zimanê Kurdan gelekî texrîbat çêkir. Em gihîştin astekî wiha ku me xwezîya xwe bi kesên bi zimanê Tirkî xeber didan dianî. Axaftina bi zimanê Tirkî xweştir dihate ji me re. Me ji xalê xwe re digot “dayı”, me ji apê xwe re digot “amca”, xalê me digotin “yeğenim”… Hêdî hêdî zimanê me terka me dikir. Îro halê ku em tê de ne, nexasim li bajaran kesên ‘emrê wan di binîya 20 salî de, nikarin 3 gotinên Kurmancî birêz bikin. “Anlamiş dikim lê qonişmiş nakim” û ‘Basmîşî dugmê bike’ rewşa me aşkere dike.
Zimanê axaftinê û zimanê medyayê ji hevdû cudatir in. Belkî gazinên dayîka me ku ji bo xeberên Kurdî digot “ew jî xerifî ne” ji ber vê cudatîyê bû. Zimanê medyayê li gor zimanê rojane bêtir teknîkî ye. Ji her çar herêmên Kurdan, di vî warî de yên herî li paş mane bi ya min Kurdên Turkîye ne. Piştî zextên li ser ziman sivik bûn, Kurdên Turkîye jî careke din vegerîyan ser zimanê xwe û di vî warî de şîyarîyekî dan destpêkirin. Nexasim ku di medyayê de zimanê Kurdî/Kurmancî hate pêk anîn, hêdî hêdî guhên me jî hînî zimanê medyayê bû.
Carinan ku em li civatan rûdinin û xeber didin, kesên derdora me ji me xweş fehm dikin, zimanê me li wan giran nayê. Lê wiha jî gazinên xwe dikin: “Em a niha ji te fehm dikin, lê di televizyonê de em ji te fehm nakin.” Bi rastî di tevê zimanan de, zimanê medyayê ji yê rojane cudatir e. Ev ne tiştekî ecêb e. Belê jiber ku medyaya Kurdî karwanê xwe paşepaşê bi rê kirîye, milletê Kurd jî vê mijarê xerîb dihesibîne.
Di medyaya Kurdî de jî yekdengî tuneye bi rastî. Hinek şaxên medyayê, dixwazin zimanekî ‘orîjînal’ derxin holê. Jiber vê yekê, carinan gotinên wisa hişk bikar tînin, tu kes fehm nake. Ew li gorî xwe dibêjin, bila zimanê me xera nebe, bakir bimîne. Ev yek jî dibe sedemê nefehmkirinê. Hinek şaxên din jî wiha dibêjin, bila zimanekî ku milletê me fehm bike, zimanekî sivik be. Ev yek jî carinan dibe sedemê jêdûrketina ji zimanê medyayê. Wekî me gotibû, zimanê medyayê zêdetir teknîkî ye.
Welhasil, ji alîyê ziman ve em di dema fetretê de ne. Hişyarîyekî bi qîmet heye rast e, lê ne bes e. Divê em zêdetir guhê xwe bidin “Xeberên Kurdî”.