Qewmê min ê mezlûm û jar
Îslam e rêya ‘izzetê
Qewmê min ê bêhêz û war
Îslam e rêya rûmetê
Dozên kufaran valan e
Bendên di wan bê ewle ne
Tev pûç û xap û hîle ne
Îslam e rêya murwetê
Ev fikr û rêzên kafira
Ev tevgerên xap û virra
Qet ji me re nabin çira
Îslam e rêya quwwetê
Ev sazumanên kafirî
Ev partiyên bêbawerî
Şahî nebirine tû derî
Îslam e rêya izzetê
Em dûrî van fikran herin
Em xwe bi dînê heq girin
Ya rast ev e şîret werin
Îslam e dînê rehmetê
Ala Xwedê hildin milan
‘Eşqa Xwedê bêxin dilan
Mizgîn bidin qewm û gelan
Îslam e rêya nusretê
Dînê Xwedayê alem e
Şer'a Nebiyyê Xatem e
Mizgîn û roja her dem e
Îslam e rêya cennetê