Rojek ji rojan rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.
Hebû tunebû, li welatekî Qralek hebû.
Ev qral dinêre xulamê berdestê wî pir bextewar û gelek dilşad e.
Gazî wezîrê xwe dike. Dibêje:
-Heyra ev xulamê min feqîr e, tiştekî wî tune ye; lê belê pir bextewar e, ev ji bo çê wiha ye?"
Wezîrê wî dibêje:
-Qralê min! Qeyda 99 bikar bîne wê tu fehm bikî."
Qral ji ber bersiva wezîrê xwe wisa dibêje:
-Qeyda 99 çi ye heyra?
Wezîr pirsa qralê xwe wisa dibersivîne:
-Qralê mîn! 99 heb zêr têxe kîsekî, deyne ber derîyê xulamê xwe û li ser binivîse ev sed heb zêr xelat e ji te re. Dema serê sibê were cem te tu li halê wî binêre.
Qral bi ya wezîrê xwe dike. 99 heb zêr dixe tûr û datîne ber deriyê xulamê xwe.
Xulamê qral piştî limêja êşayê dinêre li ber deriyê wî kîsek heye. Devê kîs vedike dinêre 99 heb zêr hene, lê li ser kîs nivîsandiye 100 heb zêr ji tere xelat e. Ew û lawê xwe ji êvarê heta sibeha Xwedê li kuçe û li kolanan ji bo ew heba zêr digerin. Çi fêde zêr nabînin. Radibe bi zarokên xwe de diqehire. We çima ev zêra hanê nedîtîye. Dibe sibeh, bê mad e, betilî û bi haleke acizbûyî tê hizûra qralê xwe. Qral qeyda 99 xweş fêm dike.
Xulam qiymeta 99 zêran nabîne radibe li pey heba dinê dikeve. Hewce ye 99 caran bextewar be jibo yekê xemgîn dibe.