Çi hebû çi tunebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.
Di zemanên berê de pîrejinek hebû. Miheke wê pîrê hebû û şîrê wê mihê jî pir zêde bû. Piştî ku pîrê şîr didot, dixiste sîtilê û didanî ber ban.
Bi şev roviyek dihat şîr vedixwar û diçû. Ev bûyer her şev wilo tekrar dibû. Şevekê pîrê li ber şîrê xwe nobet girt. Dema ku rovî hat şîr vexwar pîrê bi bivirê di destê xwe de li dêla[1] rovî xist. Li ser vê derbê dêla rovî qut bû. Rovî bi lez û bi tirs ji wir bazda.
Pîrê, dêla rovî bi zêr xemiland û bi dîwarê mala xwe ve kir. Roviyê bêdêl dema hat nav hevalên xwe, hemû kesî henekê xwe pê kirin. Ji bê çaretî rovî vegeriya mala pîrê û ji pîrê dêla xwe xwest.
Pîrê ji rovî re got:
– Ger tu şîrê min ji min re bînî, ez ê jî dêla te bidim te.
Li ser vê gotinê rovî ji pîrê pirsî:
– Ez ê şîrê te ji kû bibînim?
Pîrê ji rovî re got:
– Tê şîrê min ji mihê bistinî.
Rovî çû ba mihê, ji mihê şîr xwest. Mihê got:
– Ji bo ku ez şîr bidim divê tu gîha ji min re bînî. Dema ku ez gîha bixwim ez dikarim şîr bidim te.
Rovî diçe ba koma gîha. Koma gîha dibêje:
– Here ba ewran da baranê bibarînin. Ku baran were wê gîha şîn bibe. Ku gîha şîn bibe ezê gîha bixwim û şîr bidim te.
Rovî berê xwe dide ber ewran, ji ewran baranê dixwaze. Ewr ji rovî re dibêjin:
– Ji bo ku baran bibare divê ba hebe. Heta ba neyê baran jî nayê.
Li ser gotinên ewran, rovî berê xwe dide ber bayê. Ba dema ku daxwaza rovî dibihîse û xwe serbest berdide. Ba bi awayekî xweş tê. Ba ewran kom dike. Ku ewr giran bûn baranê dibarînin. Ku baran barî gîha şîn dibin. Ku gîha şînbûn mihê gîha xwar. Ku mihê gîha xwar şîrê wê çêbû. Ku şîrê mihê çêbû şîr da rovî.
Rovî şîr anî ji pîrê re. Pîrê dêla bi zêr xemilandî da rovî. Bi vî awayî rovî gîhişt dêla xwe, pîrê jî giha şîrê xwe. Rovî di nav hevalên xwe de bû bi qîmet ji ber ku dêla wî bi zêr bû.
Hevalên rovî ji rovî pirsîn:
– Te ev dêla zêrîn ji kû derê anî?
Rovî ji bo ku heyfa xwe ji hevalên xwe yên qerfok bistîne berê wan da bîrekê nezî gund. Rovî got:
– Min ev dêla zêrîn ji wê bîrê derxist. Ku hûn jî bixwazin dikarin ji xwe re jê derxin.
Rovîyên ku ev gotin bihîstin ber bi bîrê ve bazdan. Ê ku giha bîrê xwe bi ser serkî avête bîrê. Her roviyê ku xwe avêt bîrê di bîrê de xeniqî. Bi vî awayî roviyê ku henekê xwe bi roviyê me kiribûn di bîrê de xeniqîn.
Çîroka me çû diyaran, rehmet li dê û bavên guhdaran, ji xeynî şeytan û fesadên li ber qulên dîwaran.
[1] Terrî, dûv