Jı Qal û Belayê heya îro
Difikirim şev û bi ro
Dostê mezlûm kiye gelo
Pirsiyam tu derketî
Di tengî û firehî da
Di heyat û di qebrê da
Alîkariya-d sîratê da
Pirsiyam tu derketi
Dostê ewil heta axir
Rebbê Ekber tuyî Qadir
Xelas bûna ji nav agir
Pirsiyam tû derketî
Dûrketîna-j hîlê şeytan
Xemlandina-b ‘ilmê Quran
Quwweta li ber zaliman
Pirsiyam tu derketî
Xaliqê-k me çêkiriye
Bi heyaw iman dagirtiye
Dostê vî Cîhadî ki ye
Pirsiyam tu derketî