Ger yektayê zeman be
Her yek ji me neqan be
Ewleyê cî û meqam be
Rojek madem qedan be
Teresî ne şayan be
Mirin zikrê zeban be
Layiqê du mekan be
Bi cehd û berxwedan be
Zeman ayetek ji ayatên Xwedê ye elbet
Şev û roj sa’et û an medar in belê...
Belê dewran ravekerê² însan e bi heqîqet
Ji bil şekwa³ me dişemite carina ji ziman
***
Xweş gotîye Şafi’î guhdar bin can û heq*
“Min ceriband kesên dinê sibeh û şeveq
Dimijin çermên tijî bi çikûsî yên ehmeq
Dîtir min ti car nedî, di pey re rastî el heq
Min kişand ji kalanê qena’et tenê yek şûr
Min birî hêvîya xwe ji wan bi alîyê sûr⁴”
***
“Çi rûken hene li ser wan dadigere mirin
Ger zanibûnan ğeybê ji kederê wê mirin”
***
“Çi zalim hene bi şol ji cenga wan tu bêzar î
Qeder dê wan bixîne tora xwe bi hêjarî
Îslam ji bo min dû’a û ‘îbadet e yekcarî
Dû’a têne bîra min, zirx nade wan sitarî
Ger xelas bin ji destan ew zordar bit firarî
Tîr hene ji dû’ayan pey zalim mislê tîra
Ji pişta xûzê ‘abid, tê berdan bi te’sîra
Perikê pey mijankên xemlandî bi sitêra
Mijangê çavê bê xew tim şilin şevbihêra
***
“Xwezî kûçik cîran bûna ji me re
Û xwezîya me nedîta ev dîtinan
Vedigerin seh lîsê xwe dîs di pey re
Belê şerê di însana bê qedan
Birev rûhê xwe xelas bike de here
Tenê bûnî dê rahet bî ji kesan
Şadîman û dilşad bî tê xwe sere”
***
“Ne dewlemendî zane lezzeta feqîrîyê
Ne rahetî hemkûf e jibona nexweşîyê
Nuxmandîne bi rûmet xweyê dil hêjarîyê
Çi zerûret windane dibin ê dilxweşîyê”
***
“Ger ne merd bin hûn dê çi bête serê we
Lewra bi taqet in dest li girtin û vebûnê
Ji destgirtinê dûr ketin be eger karê we
***
“Li ser erda Ğezze ez gelek bi îştîyaq im
Gerçî di pey tefrîqê bêbextî kir ketma min
Xwedê av da erda wê lew ez pê serfiraz bim
Ezê çavan kil bidim bi xedra şewqa” edma⁵ min
***
*Erê, Îmam ji bo însanên dewra xwe gotîye
Belê ewqas heqîqet bêhtir li bejna me tê
***
*Derên xet kirî ne gotinên Îmam Şafi’î’ne. Jibona wezn û qafîye lihev werin bi zêde kirinê hatine nivîsandin. Hem şi’irên İmam Şafi’î ewên nav niçikane.
(¹) Întîxabat : Hilbijartin
(²) Raveker : Îzahker
(³) Şekwa : Gilî, Gazin
(⁴) Sûr : Tûj
(⁵) Edm : Kirin, fi’êl