Di van demên em tê de, em dibînin xwekuştin (întîhar) zêde zêde bûye. Nexasim jî di nav ciwanan de bêtir xuya dike. Her întîharek, ne kuştina nefsekî bi tenê ye, ew kuştin kuştina malbatekê, kuştina dîyarekî ye. Lewra ew kirin wan mirovên der û dorê, wan kesên pê hisîyane teva dixe bin tesîr û bandora xwe. Hetta mixabin ev kirina nebaş, carina dibe çavlihevkirineke pir nexweş.
Yeqîn întîhar, nexweşîyek e însanîyetê ye û di tevê dîroka însên de hatîye xuyakirin. Lê ev nexweşî, nexasim di nav însanên îro de zêde belav bûye. Muheqqeq ev ne tesaduf e. Însanên berê û însanên îro wextê em bidin ber hevdû, emê ferqa di nav wan de bibînin bê çiqas mezin e. Bi her awayî însanê îro li gorî însanê berê hatîye guhertin.
Sîstemên perwerdehiyê yên îro li ser bingeha materyalîzmê hatine avakirin. Çi heyf e ku mu’ellimê malan jî, ku ew dê û bav in, ev yeqînî ji xwe re qebûl kirine. Li gorî vê nerîna nexweş, ciwan wek mekîneyan têne dîtin. Hema ji wan tê xwestin ku ew ji her alî ve bi serkevin, serkeftinan bi dest bixin. Dê û bavan ev dane ber ciwanan: “Lazim e tu bi serkevî û serkeftinê bi dest bixî û ji bo vê lazim e her tiştî bikî. Wextê xwe, tu ji bo vê armancê xerc bikî. Hem divê tu bibî xwedî karekî qenc û gelek pere bi dest bixî. De tu karibî jîn û jîyaneke xweş û mureffeh derbas bikî.”
Însanên îro bi vî awayî madde xistine merkeza heyata xwe û zarokên xwe. Madde ji xwe re kirine qible û şev û rojê xwe, di ber de bi kar derbas dikin. Bi vî şiklî me‘newîyata xwe îhmal kirine. Zarok û civanê xwe kirine maddeperest. Lê belê madde, ji tebî‘eta xwe ne tiştekî daîmî ye, ew fanî ye. Ew nikare vê valahî û birçîbûna hindirê însan dagire, têr bike. Hiş û ‘eqlê ciwanan bi serkeftina dersê mekteban û notên bilind hatî ye dagirtin. Firset û îmkanê nadine wan, da ku li ser hebûna xwe bifikirin û vê pirsê ji xwe bikin: “Li ser vê dinyayê ez ji bo çi dijîm?”
Ciwan ji tirsa Xwedê û heskirina Xwedê bêhay û bêpar dimînin. Bawerîya bi qederê bi wan nadine fêmkirin. Sebra li ber musîbet û zorîya bi wan nedane ‘elimandin. Ew nazik û delalî hatine mezinkirin. Heta ji dê û bavan hatîye, her xwestekê wan bi cî anîne. Karên giran bi wan nedane kirin. Dê û bav, ji wan re bûne wekî ğulaman. Ji dêvla ew ji mezinê xwe re xizmetê bikin, mezinê wan ji wan re xizmetê dikin. Ji ber vê, ruh û psîkolojîya wan pir ze’îf e û li ber bayekî ze’îf jî, zû tên xwarê.
Di jîna dinyayê de her dem xweşî ji yekî re naserif e. Carina musîbet têne serê însên, meriv bi nexweşîyê giran dikeve. Carna meriv ji alîyê maddî ve îflas dike, malê meriv tê talan kirin yan jî tê dizîn. Heye carina meriv îmkanê destê xwe winda bike, tîcareta meriv ne şiğul e û meriv dibin deynan de bimîne. Li pêş van hal û rewşê xirab û giran de, ciwanê îro nikare ber xwe bide û li ser lingan bimîne. Ji bona ew tu carî, bi mehrûmîyet û tunebûnê nehatine ceribandin; ji bona ku ji xwestekên wan re heta niha kesî ne gotîye “na”; ew vî halî nikarin rakin. Ew dibêje qey, dinyaya wî bi serê wî de xirabûye; dawîya dinyayê hatîye. Ji ber ku kesî, wî ne’elimandîye bi zor û zehmetîyan re mucadelê bike; ew dibêje qey ne mumkin e ji vî halî xelas bibe. Ev hal wan dixe halê buhranê.
Ev dinyaya modern a îroyîn, însan xistîye halê tenêtîyê. Însan ji ğeyrî xwe bi kesî ra ‘eleqedar nabe. Ev fikir jê re bûye nêrîna dinyayê:
“Divê tenê tu bi kêrî xwe werî, tu li xwe binêrî, ‘îşê te ji kesî tune ye!”
Bilxesse ciwanên bi vî şiklî mezin dibin, ji xwe pêve kesî nas nakin. Ew ji jîn û heyata îctîma’î qut dibin. Wextê dinya ne li gorî dilê wan diçe, yan jî belayeke mezin tê serê wan, ew bi serê xwe dimînin. Derdê wan hê bêtir li wan giran dibe. Di halê tenêtîye de, êşa ruhê wan girantir dibe. Feryada dilê wan, ji kesî ve nayê hiskirin. Lewra terza heyata wan nehiştîye dost û hevalên ku di rojê zor û giran de bi destên wan bigire çêbibin.
Ciwanên ku bi serê xwe dimînin û dikevin buhranê, jîna dinyayê li ber çe’vên wan me’na xwe winda dike. Hinek ji wan xwe diavêjine dawa maddeyên hişber, hin xwe davêjin dawa kêfê, hin jî çareserîyê bikaranîna dermanan de dibînin. Piştî van tevan, dîsa jî tetmîn nabin û hizûrê nabînin. Ji bo vê jî gelek ji wan li ser vî halî nema îdare dikin û xwe dikujin.
Îcar ji bo ciwan, ji bela întîharê xelas bibin, divê zihnîyeta me însanên îro were guhertin. Divê derdê ciwanan, ne tenê li ser îmkanê jîyana wan be. Ciwan, divê zanibin ku li pêşber Xwedayê Te‘ala mes’ûl in û wê hesab bidinê. Mayîna wan a li ser dinyayê, ne belasebeb e û ne ji xwe re ye. Însan; li ber xwe û malbat û gel û Rebbê xwe mes’ûl e, ji kirinê xwe. Jîyana dinyayê, qenc yan jî xerab wê derbas bibe. Tu zehmet û zorîyê jîna dinyayê ne ebedî ne, lê belê jîna axretê ebedî ye. Heger em li gorî emr û nehyê Xwedayê xwe bijîn, li vê dinyayê em rihetîyê nebînin jî, li dinyaya ebedî di cennetê de, emê di rehetîyê de bimînin.
Belê, li vê dinyayê di gelek mijaran de em ze‘îf in; lê emê xwe bispêrin Xwedê û quwwetê jê bistînin. Di wextê teng de, emê xwe bavêjin Xwedê; jê alîkarîyê bixwazin. Di wextê xweşîyê de jî, emê Xwedê bi bîra xwe bînin û jê re şikir bikin. Emê di heqê Xwedê de xweş bifikirin û emê zanibin ew xwedîyê me ye û hemandina me li ser wî ye. Ew li her dem û derê, me dibîne û dengê du’ayê me dike. Emê vê qenc bizanibin ku “Xweda heye ğem tune ye!” Ku em karibin ciwanên xwe, însanên xwe bi vê yeqînê terbîye bikin, wê ciwan û însanên me wê xwe nema bavêjin derîyê întîharê û wê nema agir bikeve nav dilê dê û bav û malbatan.